Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkbirina ne başî û zilmê di destên mede ye

21/05/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Hilbijartinên li Tirkiyê bûne leyistikên Osmaniyan. Qaşo bi nirxên dewletên Awrupî û rojava girêdayîne. Xwe di cîhana Îslamî de dewletek demokrat dihesibînin û bi demokratbûna xwe pesnên xwe didin. Wêcarê bi eşkerebûneke zelal derket holê ew jî xapandin û dereweke mezin e. Dibêjin Mistafa Kemal Atatûrk mafê dengdanê li Tirkiyê misoger kiriye. Ev mafa wek xapandina cîhanê bikar anîne û neha eşkere bikar tînin. Hilbijartinên xwe jî, weke perdeyek dijî mafên mirovan, netewan, ol û mezheban bikar anîne/tînin. Bi taybet neha gelê me fêr buye ku nûnerê xwe hilbijêre, li beramber wê benda hilbijartinê danîn. Rexmî wêna jî gelê me bi tekoşîna xwe ew bendav jî têk bir. Îcar jî ji bo hilbijartinên hilbijêran negihêjin armancên xwe, dek û dolabên cuda digerînin. Dengan didizin, hêviyên Mirovan dişkînin. Ev karê han karê Erdogan tenê nîne, karê dewleta dagirker û qirker e. Eva wek planekî giştî amade kirine daku hêviyên Mirovên dij xwe têk bibin. Divê kesên dij vê Pergalê kar dikin û jê acizin, hemû cure tekoşînan pêşbixin.

Neha qerektera pergala Kemalîst ya rasteqîne eşkeretir derdikeve holê. Di Şexsiyeta Erdogan de derket holê kû ev Komar komareke gemar, kujer, bê ehlaq, diz û zalim e. Di pêşengiya Erdogan de, hîzbul qontra, Mhp, Mafya, kujer hemû rengên xerabî û nebaşiyê eşkere bûn û hatin berbiçavkirin. Bi tekoşîna gelê Kurd perdeyên ser rûyên nebaş, Minafiq û Kafiran yek bi yek dikevin. Dînadriya wan, demokratbûna wan, sosyalîst bûna wan hemû derkete ber çavan. Bê guman ev tekoşîn ewê wan têk bibe.

Bi Qeyyuman bi zindanan, bi lêdanê nikarin hêviya gel bişkînin, dixwazin bi şerê taybet hêviyan têk bibin.

Divê di rêberiya Gelê me de hêviyên azadî û aramiyê pêş bikievin. Ev erk di Pêşengiya Tevgera Netewa Kurd de pêş dikeve. Di Rojava de ev gihaştiye astekî bilind. Ger em karibin bi sîstema Tirkên qirker wan bişkînin, emê pêşî bi yek carî li Kurdan vebikin. Kurdan di tekoşîna xwe ya li Bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê de pêşkeftinên berbiçav bidest anîne. Erdogan ji bo Tekoşîna Kurdan têk bibe wek Komara Tirk hemû leystikên qirêj û gemar berdewam dike.

Divê em hişyar û zana tevbigerin. Em wek kesên êş dîtî û mexdûr di hilbijartina tûra duyem de, vê pergalê belav bikin.

Ji bo wê divê em xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin bimeşînin.

Em bixwe kolan bi kolan, gund bi gund, kes bi kes bigerin û ziyaret bikin dakû wê Fîrewnê hemdem bişkînin.

Xwedayê mezin weha ferman dike:‘Di riya Xwedê de kar bikin (riya Xwedê edalet pêk anîne), an na hûnê bi destê xwe, xwe tune bikin, başiyê bikin Xwedê kesê başiyê dike hez dike’. (baqere 195)

Ji bona civaka Turkiyê û Kurdan tekbirina Erdogane gelek giring e. Ji ber ku têkçûna Erdogan pêşîlêgirtina xerabiyan e.

Bawermendên rast û dirust divê herî zêde ji bona dengdanê kar bike. Lewre carekî din hilbijartina vê Fîrewnî, têk birina bi yek carî ya Ola Îslamî ye. Bi serkeftina Erdogan dê li dinyayê kuştin û fesadî, fitne û bê exlaqî wê bighêje lûtkê. Kurdno! Mifta tilsima têkbirina vê Zalimî di desê me de ye, ger em deng bidin û derdorên xwe bibin dengdanê ewê Erdogan bi cehime û her e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.