Monday, July 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da

20/05/2023
in NÛÇE
A A
Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Di 17 mehên dawî de li girtîgehan 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Parêzerê ÎHD’yî Ahmet Çîçek diyar kir ku desthilatdarî hiqûqa dijminatiyê pêk tîne û divê dest ji vê cotstandardiyê bê berdan. 

Di dema desthilata AKP’ê de li girtîgehan mafên bingehîn ên girtiyan hemû hatin binpêkirin. Nemaze jî astengkirina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş û neberdana wan, bû sedema binpêkirina mafê jiyanê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2022’yan de 78, di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de jî 15 girtî jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ku mafê wan ê tenduristiyê hat binpêkirin, ji ber raporên “dikare di girtîgehê de bimîne” yên Saziya Tiba Edlî (ATK), bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Gelek girtî jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daneyên ÎHD’ê, hê jî 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de bû, di 22’yê adarê de piştî 30 salan hat berdan. Kirtay, di 12’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Herî dawî jî girtiyê nexweş  Behçet Kaplan (31) ku di sala 2014’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, di 15’ê gulanê de li Girtîgeha Xelatê ya Bedlîsê ya Tîpa T’yê jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek, anî ziman ku bi taybetî mafê dermankirinê yê girtiyên siyasî tê astengkirin. Çîçek bilêv kir ku girtî pirî caran bi ambulansê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û got: “Lewma, pirî caran girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Ji ber ku randevûyên girtiyên nexweş bi derengî tên xistin, nexweşînên wan giran dibin. Ji ber vê girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. ATK, suxreya desthilatê dike. Herî dawî girtiyê nexweş Beçet Kaplan ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku dermankirina wî hat astengkirin jiyana xwe ji dest da. Abdulhalîm kirtay bi salan di girtîgehê de ma û girtiyekî nexweş bû. Gava hat ber mirinê hat berdan. Piştî hat berdan 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da. Gava girtî tên ber mirinê, tên berdan. Yanî girtîgeh veguherîne mirinxaneyan.”

Hiqûqa dijminatiyê

Çîçek bibîr xist ku endamên Hîzbullah bi biryara Serokkomarê AKP’î hatine berdan û divê dest ji vê cotstandardiyê bê berdan. Çîçek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Madem karbidestiyeke wiha heye, nexwe divê ji bo her kesî wekhev bê pêkanîn. Mehmet Emîn Ozkan hem extiyar bûye hem jî nexweş e. Lê nayê berdan. Ev desthilat, hiqûqa dijminatiyê pêk tîne.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.