Monday, July 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRD: Hevrê Karwan Horamî bû yek ji rêwiyên heqîqetê

20/05/2023
in NÛÇE
A A
YRD: Hevrê Karwan Horamî bû yek ji rêwiyên heqîqetê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

YRD’ê rojnamevan Karawan Horamî bi bîr anî û got: “Hevrê Karwan Horamî li ser rêya şehîdan, li ser rêya Mazlûm Dogan, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Qasim Engîn, Sîrwan Nalî, Dozdar Hemo û hemû Şehîdên Çapemeniya Azad bû û bû yek ji rêwiyên heqîqetê.”

Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) ji ber şehadeta rojnamevan Karwan Horamî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

“Rojhilatê Kurdistanê jî di destpêkê de bi rêya Çapemeniya Azad (Med Tv, Roj Tv, ajans û hwd.) raman û felsefeya Rêber Apo nas kir, tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û dîlgirtina Rêber Apo weke êrişa li dijî navenda raman û vê têkoşînê pênase kirin. Ev yek jî bû sedem ku gelek ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên li zanîngehan dixwendin Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê nas bikin û tevlî nava refên têkoşînê bibin.

Hevrê Mihemed Melêkî bi nasnav Karwan Horamî jî yek ji wan ciwanan bû ku sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Karwan li gundê Text ê ser bi Jwanro ya Hewreman li ser çand û keveneşopiya neteweyî mezin bû, ciwanek rewşenbîr, xwedî têgihiştineke kûr a serwext bû. Ev taybetmendî kir ku ji aliyê hevrêyan û kesên nas dike ve were hezkirin û cihê baweriyê be.

Têgihiştina raman û naskirina rêxistinê ya hevrê Karwan a li gel karê rojnamevaniyê wisa kir ku girîngî zêdetir bide vê xebatê û ji destpêka tevlîbûnê ve di qadên cuda yên Çapemeniya Azad de dest bi kar û têkoşînê bike, erk bigire ser milê xwe. Bi hestê berpirsyarî û hevrêtî tevlî nava kar bû, ti demê sedemên tenduristî yên xwe nexist pêşiya erkên xwe. Bi ruhê şoreşgerî yê Apoyî zêdetirî 15 salan temenê xwe ji bo gelê xwe feda kir, beşek mezin a temenê xwe di karê ragihandinê de derbas kir.

Hevrê Karwan Horamî li ser rêya şehîdan, li ser rêya Mazlûm Dogan, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Qasim Engîn, Sîrwan Nalî, Dozdar Hemo û hemû Şehîdên Çapemeniya Azad bû û bû yek ji rêwiyên heqîqetê.

Şehadeta hevrêyê me Karwan di demeke welê de ku dijmin bi şerê taybet li dijî gelê me çend qad zêdetir kiriye û dixwaze gelê Kurdistanê tine bike, ji bo Çapemeniya Azad, demokratîk û gelê welatparêz ê Kurdistanê xisareke mezin e.

Em Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) sersaxiyê ji bo malbata şehîd Karwan, gelê welatparêz, Rêber Apo û hemû têkoşerên Çapemeniya Azad re dixwazin. Ji bo parastina ew nirxên ku şehîdan ragihandî ku ji bo bigihêjin armancan, soza xwe di serî de ji bo hevrê Karwan û hemû şehîdên rêya azadiyê dubare dikin.

Her wiha ji bo serxistina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku îro li ser bingehê raman û felsefeya Rêber Apo bûye şoreşeke cîhanî, ala têkoşînê em ê bilind bikin, Çapemeniya Azad bikin deng û rengê azadîxwazan.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.