Rojnameya Ronahî

Pêşketinên Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Şoreşa Rojava de

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yek ji serkeftinên herî mezin avakirina sîstema xwendinê û vejîn kirina zimanê dayîkê bû. Zanîngehaên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi fikirên modernîteya Demokratîk tê avakirin. Girêdayî vê yekê hevserokê zanîngeha Rojava Şînda dawod anî ziman ku “zanîngeha Rojava xwe îsbat kir û em bi zanîngehên cîhanê re di nava têkiliyan de ne.”

Zana Roj/ Qamişlo

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û 19 ê Tîrmeha sala 2012 an de, gelê Kurd şoreşa vejînê ya doza azadiya gelê Kurd destpêkir. Bi hilbijartina xeta sêyemîn di kirîza Sûriyê de hêza şervanên azadiyê û gelê azadîxwaz û bi bedelên pir giran me gavên pir giring avêtin. Gelê Kurd bi hêz û baweriya xwe ya azadiyê, gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Ev destkeftî roj bi roj mezintir dibin û gelê Kurd muhra xwe li dîrokê dixe. Yek ji destkeftiyên herî bi nirx yên ku rengê şoreşa rojavayê Kurdistanê guhartiye ew jî avakirina sîstema xwendinê û pêşxistina zimanê dayîkê ye. Zimanê Kurdî ji gavên sereke yên ku hatine avêtin bû û yekemîn dibistana Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê li gundê (Duraqliya) yê girêdayî navçeya Şera di 6/9/2011 an de hat vekirin.

Di destpêka şoreşê de saziya ziman weke Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dihat pênasekirin, fêrkirina zimanê dayîkê û rêzimana Kurdî bi awayê astan dihat dayîn û li ser 3 astan rêzimanê Kurdî dihat xwendin. Ev yek ji bo xwendekaran dibû bingeha naskiri û firbûna rêziman. Di demeke kin de Zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke minhac di tavahî dibistanan de hate xwendin. Sîstema xwendinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate rêxistin kirin. Ji dibidtanan ber bi vekirina peymangeh û zanîngehan, gavên mezin hatin avêtin.

Yekemîn zanîngeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê zanîngeha Efrînê bû

Yekemîn zanîngeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê zanîngeha Efrînê bû ku di sala 2015 an de hat vekirin û bi sedan xwendekarên Efrîn cihê xwe tê de digirtin. Di zanîngeha Efrînê de 6 fakolteyên zanistî û wêjeyî hebûn û fakulteyên heyî ev bûn (Bijîşkî, aborî, Ragihandin, ziman û wêjeya Kurdî, Mîkatronîîk û çandinî). Her wiha di nava sîstema zanîngehê de perwerdeyên paradîgma li ser mijarên cur be cur dihatin dayîn. Her wiha di bajarê Efrînê de 2 peymangehên bi navê Ş. Viyan Amara hatin vekirin. Di peymangehan de gelek beşên zanistî û wêjeyî hebûn, hejmarek mezin ji xwendekaran cihê xwe tê de digirtin.

Efrîna ku yekem dibistan bi zimanê dayîkê tê de tê vekirin. Di dîroka 20 Çileya 2018 an de dagirkeriya Tirkiyê û hêzên navnetewî êrîşê bajarê Efrînê kirin, bi biryareke navnetewî Bajarê Efrînê hat dagirkirin û bi darî zorê derbasî herêma Şehabyê bûn. Hejmareke mezin ji xwendekarên zanîngeha Efrînê piştî pêvajoya şer derbasî zanîngeha Rojava bûn. Her wiha xwendekarên ku amedehî li herêma Şehbayê bi dawî dikin, li gorî fakulteyên ku wê bixwînin derbasî zanînehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin.

Di bin şert û mercên êrîşên dagirkeriyê û dorpêça hikumeta Şamê ve her wiha bi kêm derfeta û bi xwesteke mezin  Li herêma Şehbayê di 2019 an de ji nû ve peymangeha Ş.Viyan Amara hat vekirin. Beşên ku cihê xwe tê de digirin ev in: (Mamosteya refê, biyeolojî, bîrkarî, fîziya û kîmiya, peymangeha tenduristiyê, zimanê îngilîzî her wiha beşa Kompiyoter jî hat vekirin).

Zanîngeha Rojava 2016

Piştî zanîngeha  Efrîn, zanîngeha Rojava dûyemîn zanîngeh bû ku li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê tê vekirin bû û di sala 2016’an de hate vekirin. Zanîngeh destpêkê ji 4 fakulteyan pêk dihat( Zanistên perwerdehiyê, Çandinî, petrol û jiolojî). Piştî wê sal bi sal beşê fakulte û peymangehên wê zêdetir bûn.

Di sala perwerdeyê ya 2022-2023’an de, hejmara fakulte, peymangeh û beşên wê wiha ne: Zanîngeha Rojava 10 fakulte û 3 peymangehan dihewînê, navend û beşên wê wiha ne :

Fakulteya Bijîşkî, navenda wê li bajarê Qamişlo ye û xwendina wê 6 salin.

Fakulteya Zanista Siyasî, navenda wê li bajarê Qamişlo ye û xwndina wê 4 salin.

Fakulteya Endizyariya Çandiniyê, navenad wê li bajarê Qamişlo ye û xwendina wê 5 salin.

(Fakulteya Endizyariya Petrol û Petrokîmya) navenda wan li Rimêlane û xwendina wan 5 salin.

Fakulteya Endizyariya Avahîsaziya Ekolojî, navenda wê li bajarê Hesekê ye û xwendina wê 5 salin.

Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî, navenda wê li Qamişlo ye, 6 beş in ( Wêjeya Kurdî, Wêjeya Erebî, Werger, Dîrok, Jîneolojî ) dihewîne û xwendina wan 4 salin, ji bilî beşê Wergerê  ku 3 salin.

Fakuleteya Mafnasiyê, navenda wê li bajarê Qamişlo ye û xwendina wê 4 salin.

Fakulteya Zanist û Teknoelojya, navenda wê li Qamişlo ye û ji 7 beşan pêktê ( Mekatronîk, Kompyoter, Fîzîk, Kîmya, Zindînasî, Bîrkarî û Biyokîmya),  xwendina  wan jî 4 salin.

Fakulteya Zanistên Olî (Islamî li Hesekê, Êzîdî  û Xirstiyanî li Qamişlo), xwendina wan jî 4 salin.

Fakulteya Perweredehiyê, navenda wê li Qamşilo ye beşên wê ev in (Mamostyeyên Refê, Rêbaz û teknîkên Fêrkirinê) û xwendina wan 4 salin.

Peymangeha Endizyariya Avakirinê navenda wê li hesekê ye û xwendina wê 2 salin.

Peymangeha Bilind Ya Ragihandinê navenda wê li Qamişlo ye û xwendina wê 3 salin.

Peymangeha Bilind Ya Zanistên rêvebertî û Darayayî navenda wê li Qamişlo ye û xwendina wê 3 salin.

Di derbarê Zanîngeha Rojava de, Hevseroka Zanîngehê Şînda ji rojnameya me re axivî û got: “Sîstema akademiyan ya ku zanîngeha Rojava xwe dispêriyê, ji projeya netewya Demokratîk a Rêveberiya Xweser ne dûr e. Her weha girêdayî fikrê demokratîk û rihê Şoreşa Rojava û şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.”

`Sîstema nirxandin û tevgera jiyana xwendekaran esas tê girtin`

Şînda anî ziman ku sîstema ezmûnan xwe disipêre sîstema nirxandinê ya xwendekaran û li gorî wê pile ji xwendekar re tê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sîstema piledayînê û ezmûnan de em ne wekî sîstema zanîngehên rêjîmê ne. Sîstema zanîngehên me cuda ye, wekî zanîngehên din ne tenê ezmûnek di dawiya salê de tê çêkirin. Ji bo diyarkirina çarenûsa wî/wê, di zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bêtir sîstema nirxandin û tevgera xwendekaran di jiyanê de tê destgirtin. Di her werzerkî de ezmûnên dawiya werzê tên çêkirin. Her wiha nirxandinên rojane û mehane yên ku ji aliyê mamoste ve tên nirxandin di her qonaxekê de bi riya spartek û kiûyîz tên çêkirin. Li ser wî esasî encam û pileyên xwendekaran di dawiya salê de tê diyar kirin.”

Peywendiyên zanîngeha Rojava bi zanîngehên cîhanê re

Şînda di derbarê têkiliyên zanîngeha Rojava bi zanîngehên cîhanê re wiha got: “Ji bo pêşxistina zanîngeha Rojava gelek pirotokol bi zanîngehên cîhanî re hatin îmze kirin. Zanîngehên ku peywendî bi wan re hatine çêkirin jî ev in; zanîngeha Waşonton, zanîngeha Emerîkî, zanîngeha Firansî û em hewil didin bi zanîngeha Îtalî re pirotokolekê îmze bikin. Di heman demê de bi zanîngeha Almanî re periya 5 sala pirotokolek 5 salan heibû îmze kirin û wê ev pirotokol careke din were nû kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku ji demazrandina zanîngeha Rojava ve 5 dewreyên derçûnê hatine derketin û hejmara xwendekaran 700 xwendekar bûn.

Zanîngha Kobanê 2017

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ ê, saziyên Rêveberiya Xweser û gelê Kobanê ji nû ve dest bi vejînkirina Kobanê kirin. Di demeke kin de ji cîhanê re îsbat kirin ku terorîst nikare li hember îradeya gelan bi serbikeve, piştî pêvajoya şer yek ji serkeftinên rêveberiyê aktîvkirina sîstema xwendinê bû. Meclîsa xwendinê li herêma Firatê dest bi avakirina dibistanan li Kobnê kir, her wiha yek ji gavên dîrokî ku hat avêtin, ew jî vekirina zanîngeha Kobanê bû.

Di dîroka 10 Çileya 2017 an de zanîngeha Kobanê hat vekirin, destpêkê zanîngeha Kobanê tenê ji 2 fakulteyan pêk dihat, piştî wê sal bi sal beş û peymangehên nû dihatin vekirin, beşên ku cihê xwe di zanîngehê de digirin wiha ne : (fakulteya wêjeyî, fakulteya zanistên xwezayî, fakulteya perwerdehiyê, peymangeha tenduristiyê, peymangeha tekneolojî, peymangeha darayî, peymangeha ziman, peymangeha rêvebirinê û mafnasî, peymangeha bilind ya zanistên perwerdê, peymangeha bilind ya zanistên civakî).

Hejmara xwendekarên zanîngehê 771 in, yekem dewreya derçûnê di sala 2021 ê de bû, her wiha di sala 2022 an de 2 yem dewreya derçûnê pêk hat.

Zanîngeha El Şerq 2021

Zanîngeha El Şerq li bajarê Reqa yê di sala 2021 an de hat damezrandin, sîstema zanîngeha El Şerq mîna sîstema zanîngeha Rojava ye. Beşên zanîngehê wiha ne: (fakulteya Mavnasî, fakulteya endezyariya çandiniyê, fakulteya zanistên perwerdeyî, fakulteya wêje û zanistên civakî, peymangeha zimanê îngilîzî, peymangeha tekneolojî, peymangeha rêvebirin û darayî).

Zanîngeha El Şerq bû 2 sal hatiye demazrandin her wiha wê îsal yekemîn dewreya peymangehan wê derbiçin.