Rojnameya Ronahî

Pêla nîjadperestî û bawerîanîna bi derewan

Farûk Sakîk

Li Tirkiye û  Bakûrê Kurdistanê, ew maratona hilbijartinan ku 2 mehe destpêkiribû, şeva 14’ê Gulanê bi encam bû. Her çiqasî hilbijartina serokkomariyê mabe tûra duyemîn jî, di vê hilbijartinê de 2 tişt zelal bûn. Di nav civaka Tirkiyê de pêla nîjadperestî û bawerîanîna bi derewan.

1- Me careke din dît ku nîjadperestî weke vîrûsekî li nav civaka Tirkiyê belav bûye. Erdogan di kampanyaya xwe de êrişî tevgera azadî û kurdan kir. Digot; Kiliçdaroglu bi PKK’ê re têkildare, serkeftina Kiliçdaroglu serkeftina PKK’ê ye. Li hember van propagandiyan Kiliçdaroglu û hevalên xwe jî, diketin pozisyona parastinê. Ew civaka nîjadperest baweriya xwe bi Erdogan anî û Kiliçdaroglu jî sûcdar dît.

2- Di siyaseta Tirkiyê de derket holê ku derew çiqas pere dikin. Civakeke ku ji derewan ewqas bawer dike li tu devereke din a cîhanê tune ye. Mînakek baweriya bi derewên Erdogan bikim; Li Şirnexê kesek di roportajên kolanê de ev bersiv da pirsa ‘tuyê ji bo hilbijartinan dengê xwe bidî kê?”; Ku Kiliçdaroglu were wê mizgeftan bigire, îslamiyetê ji ortê rake û sergirtina jinan qedexe bike.

Erdogan û pirsporên sitratejiya siyaseta wî, ev yek ji berê de analîzkirin û li gorî wê stratejiyek pêşxistin. Di 14’ê Gulanê de me dît ku bi ser jî ketin.

Encamên hilbijartinan li Kurdistanê serkeftîbû. Çima serkeftîbû? Erdogan, doza girtina HDP’ê weke argumanek hilbijartinan bikar dianî. HDP stratejîk tevgeriya û di bin navê Yeşîl Sol Partî de çû hilbijartinan. Di demeke kurt de danasîna vê partiyê zehmet bû. Ji ber vê yekê gelek dengê HDP’ê hatin betalkirin. An jî ji partiyên din re çûn.

Di hilbijartinên parlamenteriyê de em dikarin bibêjin, HDP sekeftî bû. Partiyek ewqas bi êriş, girtin û ji mişextbûnê re rû bi rû maye, lê ku ev encam girtibe, serkeftî ye. Em hîle û diziya sindoqan jî didin aliyekî. Li her deverên ku deng dihatin bikaranîn, avakirina qereqolan jî em didin aliyekî. Kurd ev hemû bend, yek bi yek derbaskirin û ev encam bidestxistin.

Dîsa Kurd, bi dengê stratejîk ku dan Kiliçdaroglu jî serkeftî bûn. Ji Kurdistanê bi awayekî komî ji bo Kiliçdaroglû deng derketin. Ev jî nîşaneya wê yekê ye; dema ku sozekî bidin, heya dawiyê li wê soza xwe xwedî derdikevin.

Di rastiyê de hedefa esas çiwîna Erdogan bû. Lê nebû. Darbe xwariye û birîndar e. Ji bo çiwîna wî divê statejiyeke nû bikeve meriyetê.

HDP (êdî em dîsa vegeriyan HDP’ê) jî kêmasî û xetayên xwe ji nû ve bide nîqaşkirin û dest bi xebatên xwe yên siyaseta demokratîk bikin.

Bê moralî, xemsarî, sûcdarkirinê dive ku bidin aliyekî û dest bi têkoşînê bikin. Têkoşîna kurdan tenê bi hilbijartin û parlementerîzmê pêk nayê. Gelek qadên têkoşînê hene.

Neyê jibîrkirin ku têkoşîna kurdan a 40 salî, di gelek badîreyan de derbasbûye û heta roja me hatiye. Ne bi tenê di hilbijartinan de, di hemû serdeman de êrişî kurdan kirine. Ji bo qirkirina kurdan, plan li ser planan xistine meriyetê, lê tu carî encam bi dest nexistine. Car caran dibe ku meşa têkoşîna doza Kurdistanê sist bûbe, lê di demeke kurt de xwe ji nû ve komî ser hev kiriye û têkoşîna ji bo azadiya Kurdistan berdewam kiriye.

Tişteke din; Tevgera azadiya Kurdistanê dema di siyaseta xwe de xetimiye, li gor paradigmaya Rêber Ocalan li rêyeke sêyemîn geriyaye. Heta roja me, ev xeta sêyemîn hemû pirsgirêkên li pêşiya doza azadiya Kurdistanê çareser kiriye.