Rojnameya Ronahî

2`yemîn Festîvala Orkêş A Mûzîk û Stranan bû dengê gelan

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi beşdariyeke mezin a şêniyan û bi tevlêbûna 30 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Bi dengên pîroz şoreş ava dibin” 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, 2’êmîn festîvala Orkêş a Mûzîk û Strana li navenda Mihemed Şêxo A Çand û Hunerê a bajarê Qamişlo hat lidarxisatin, di festîvalê de, ji bakur û rojhilatê Sûriyê  30 komên mûzîk û stranan beşdar bûn. Herwiha gelek şêneyên herêmê ji tevahiya pêkhateyan beşdar bûn.

Derbarê 2’êmîn festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranan, endamê Koma Mîrateya Reqayê  Melek Elhetêm û endamê Koma Gîvara ya bajarê Kobanê Ciwan Temo ji rojnameya me re axivîn.

` Festîval çandên gelên herêmê tîne cem hev `

Melek Elhetêm da zanîn ku festîvala Orkêş e mûzîkê, naskirina kevneşopiyên tevahî gelane û wiha got: “Ez peşdarî festîvala Orkeşê a yekemîn bûm, her wiha ev tevlîbûna min ye 2`e mîn e. Armanca van festîvalan xurtkirina nasîna di navbera koman û gel de ye, di heman demê de di festîvalê de kevneşopiyên gelê Ereb, suriyan, kurd û tevahî gelan tên naskirin. Erka me ye ku em mîrateya tevahiya gelan biparêzin û bihêz bikin, da ku tevahî gel bibe destek û ferq cûdahiyê di navbera gelan de dernekeve. Festîvala Orkêş rihê yekîtiya tevahî gelan ava dike.”

Melek wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Mîrateya di navbera komên civakê de, danûstendina çand û şaristaniyên kevnar e, her wiha ji bo di navbera van koman de ruhê hezkirin û nêzîkbûnê çêbibe pêwîstî bi festîvalan heye. Divê civak nekeve nava parçebûneke ku dagirkeriya Tirk ji bo wê plan dike, em bi riya hatina li cem hev, planên dijmin têk dibin.”

 

`Ji bom parastina Çandê  em ê tekoşînê xurtir bikin’

Endamê koma Mîrateya Reqayê  Melek Elhetêm axafdtina xwe wiha qedand: ” Hêvîdarim her sal feswtîvala Orkêş were lidar xistin û ji bo gelan bibe serkeftinek li hember hêzên dijmin, bi taybet dewleta Tirk a faşîst. Her wiha hêvî dikim ku hezkirin û nasîn di nava tevahî civakên me de zêdetir bibe, em ê li ber xwe bidin, bi berxwedana lehengên xwe, bi xwîna şehîdên xwe, bi têkoşîna xwe ya dîrokî û çandî , e mê bi serkevin.”

` Çand û mîrateya kurdî hebûna kurdan îspat dike `

Di heman çarçoveyê de endamê Koma Gîvara ya bajarê Kobanê, Ciwan Temo wiha got: “Em yekem car bi koma Botan re, beşdarî vê festîvalê bûn, her wiha me li ser navê Koma Botan stiran pêşkêş kirin. Ev nêzî 15 rojan e, em ji bo beşdarbûna vê festîvalê xwe amade dikin. Armanca me ji festîvala Orkêş, vejîna mîrateya kurdî ye, ku yek ji wan tiştên ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze ji holê rabike û tûne bike. Di heman demê de, Ji bo parastina nasname û dîroka kurdan, çand û mîrateya kurdan e, ku dîroka hebûna çanda kurdî û koka wê ya di dîroka kevnar de ji hemû cîhanê re îsbat dike.”

` Dîrok û çanda me zengîn e `

Ciwan diyar kir ku ev festîval li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hemû aliyên dijmin ên ku armanca wan tunekirina gelan e, berxwedaneke duyemîn e, û wiha got:”Me sê stran pêşkêş kirin, 2 ji wan nû hatina nivîsandin û yek jî ji stranên mîrateya kurdî ye. Ev festîval li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hemû aliyên dijmin ên ku armanca wan tunekirina gelan e, berxwedaneke duyemîn e, ev gav tê wateya bihêzkirina îradeya gelê kurd, her wiha ev bersiv dide dewleta Tirk a faşîst ku tu kes nikare gelê Kurd tune bike. Li herêmê Kurd, Ereb û Suryan jî hene, dîroka me yek e û jiyana me hevpar bû û hîna jî heye, ev jî dîroka kevnar û yek çand e ku me bi hev ve girê dide, em her tim hewl didin ku yek dest bin û demokrasiyê ava bikin. bê ferq û cûdabûyîn bijîn.”

` Tîmên ku beşdarî festîvalê bûn `

Di 11`ê Gulanê de festîval hat destpêkirin, bi bîranîna şehîd Mizgîn û şehîdên çand û hunerê festîval hat vekirin.

12`ê Gulanê roja 2`e mîn afestîvalê bû,  ji bajarê Kobanê, Koma Botan û Koma Hevrîn beşdarî festîvalê bûn, ji bajarê Tebqa yê jî Koma Duret Elfirat, Doser beşdar bûn, Her ji bajarê Dêrikê koma Cûdî tevlî bû, di heman demê de Koma Şehîd Serhed a bajarê Rimeylanê jî pêşdar bû.

13`ê Gulanê roja 3`mîn a festîvalê, Koma Botan ji bajarê Qamişlo, Koma Tolhaldan ji bajarê Hesekê, Koma Girstêrk ji bajarê Hesekê beşdar bûn, her wiha ji bajarê Reqa Koma Reqaq, ya ji bo vejîna mîrateyê, koma Roja Walat ji navçeya Gerbawî ya bajarê Qamişlo jî pêşdarî festîvala Orkêş bûn.

14`ê gulanê roja 4’mîn Koma Zîlan ji bajarê Dirbêsiyê, Koma Şehîd Xebat a terbespiyê, Koma Elfateria ji Dêrikê, Koma Muzîkê ji Hesekê, Koma Sarhildan ji Rimeylan û her wiha Koma Şoreş ji Til Temrê beşdar bûn.

15`ê Gulanê de, koma Bawer ji taxa Qedûrbêk ya bajarê Qamişlo, koma Stêra Zirîn, koma Efrînê û koma Yak Bar ji bajarê Qamişlo jî beşdar bûn, Koma Şehîd Aleniya ji Rimeylanê û Koma Agrî ji Amûdê pêşdar bûn.

Di roja dawîkirina festîvalê de roja 16`ê gulanê, dê encamên pêşbirkê bên pêşkêşkirin û wê kom  bên xelatkirin.

Li gorî komîteya amadekar a festîvalê, 2 komên ji Bakûrê Kurdistanê ji ber girtina deriyê sînorî  Sêmalka yê, dikeve bakûrê rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de, nikarîbûn peşdarî festîvalê bibin.