Rojnameya Ronahî

Tecrîd sûcekî dijmirovî ye

Mihemed Xanim/ Qamişlo

 Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike,  hevseroka Meclisa Edaletê ya herîma Efrîn Evîn Hac Hemo diyar kir ku tecrîd sûcekî dijmiroviye û got, tevî ku dewleta Tirk a dagirker tevahiya zagon û peymanên navnetewyî yên mafê mireovan bin pê dike jî, sazî û rêxistinên navnetewyî ji bo berjewndiyên xwe, xwe bêdeng dikin.

Hêzên civakî ku xwestine hebûna xwe ya civakî biparêzin, herdem li hemberî hêzên desthilatdar, di nava têkoşînê de ne. Kesên ku ji bo vê armancê ji  civakê re pêşengî kirine jî, herdem bûne armanca hêzên desthilatdar. Ji ber ku hêzên desthilatdar dizanin  ku bi têkbirina pêşengan, wê bikaribin civakê bixin bin destên xwe. Yek ji van pêşangan jî, Rêber Apo ye ku ji bo azadiya gelê kurd dest bi tekoşînekê bêhempa kir û bi pergala xwe ya Netewa Demokrat ji bo gelên bindest û azadixwaz bû hêviya serkeftinê. Li hember vê tekoşina azadiyê ku roj bi roj belavê cîhanê dibû, hêzên hegemon bûn yek û di encama komploya 1999’an de ku bi ‘Komploya Navnetewî’ tê bi navkirin, Rêber Apo dîl hat girtin û ev 24 sale di gîrtîgeha Îmraliyê de tê tecrîtkirin.

Pergala Îmraliyê

Girtîgeh Îmraliyê li giraveke Tirkiyê ye , di sala 1935’an de ji bo tecrîdkirina mirovan hatiye çêkirin. Di sala 1961’ê de jî serokwezîrê Tirk Adnan Menderes li vê girtîgehê hat bidarvekirin, herwiha derhênerê Kurd Yilmaz Guney jî demekê li vê giravê hat ragirtin. Herî dawî jî Rêber Apo di sala 1999’an de dîl hat girtin û ji wê rojê ve li wê derê tê tecrîdkirin.  Rêber Apo navê “Çala Mirinê ” li girtîgeha Îmraliyê dike, herwiha derbaê hêzên ku vê girtîgehê birêve dibin gotiye, ’Îmralî girêdayî Emerîka û Awrûpayê ye û dewleta Tirk jî nobedariya wê dike’.

Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha, dewleta Tirk rê û rêbazên nemirovî li dijî Rêber Apo bi kar tîne. Herwiha işkenceya derûnî û laşî lê dike. Dewleta Tirk a dagirker bi tu awayî qebûl nake ku mafên wî yên bingehîn bidiyê, herwiha agahiyên li ser çarenûsa wî eşkere nake. Dewleta Tirk a faşîst  ji bo qedexekirina hevdîtinên malbat û parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re, hincetekî bi kar anî ku têkiliya wê bi tu qanûnên hundirîn an jî navneteweyî nîne, ev hicet jî cezayên dîsplînê ye. Revandina Rêber Ocalan wek sûcekî navneteweyî ya serbixwe berdewam e. Encamên wê ji destpêka dîlgirtinê û heta niha berdewam in ku zirarekî laşî û derûnî yê mezin gihandin Rêberê Gelê Kurd ku fîlozofê serdemê û yê mirovahiyê giştî ye. Rêberkî azadîxwaz e ku ji bo azadiyê û demokrasiyê tê dikoşe.

Li gorî zagonên navnetewyî tecrîd sûcekî dijmirovî ye

Li gel revandina bi darê zorê û nebûna agahiyên rastîn li ser jiyana wî, ji zêdetirî 24 mehan ve, dewleta Tirk a qirker cezayên displînê li ser Rêber Apo feriz dike. Bi vêjî  sûcekî diojmirovî yê din li sûcê xwe yê navneteweyî yê revandina Rêber Ocalan û kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd û gelên ji azadiyê û demokrasiyê mehrûm mane, zêde dike. Di heman çarçoveyê de dagirkeriya Tirk di heman demê de li herêmên ku dagir kiriye û li tevahiya Kurdistanê sûcên herî hovane pêk tîne. Di heman demê de li gorî madeya 7`an a pergala Romayê ya dadgeha cezayan a navneteweyî ya Lahayê, sûcekî dermirovî li dijî Rêber Ocalan pêk tîne.

Li gorî madeya 5`an a Ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê, madeya 7`an a peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî ya sala 1966`an, ragihandina komeleya giştî a NY`yê ya 9`ê Îlona 1975`an ku di 10`ê Îlona 1984`an de hate erêkriin û bi hejmara 46/39 derketiye, madeyên 3-5-6-9-10 ên lihevkirina parastina mafên mirovan a Meclisa Ewropayê ku di 4`ê Mijdara 1950`î de derketiye, tecrîdkirina Rêber Apo û êrîşên ser gelê Kurd  sûcên dijmirovî ne.  Her wiha li gorî madeya 6`an a pergala Romayê ya dadgeha navneteweyî ya sala 1998`an, ji ber ku dewleta Tirk bi rêbazên cuda hewl dide Rêber Abdullah Ocalan  tune bike, ev pêvajoya yekemîn a qirkirina komî ye. pêvajoya duyemîn jî êrîşkirina gelê Rêber Ocalan û dagirkirina axa ku li ser dijî û tunekirina wî gelê  bi çekêm kîmyawî, ev jî sûcên dijmirovî ne.

Derbarê tecrîda giran ya  li ser Rêber Abdullah Ocalan , hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma  Efrîn Evîn Hac Hemo ji rojnameya me re axivî.

Evîn diyar kir ku tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo zagonên navneteweyî yên mafê mirovan binpê dike û wiha domand: “Ev tecrîd hemû zagon û peymanên navnetewî yên mafê mirovan binpê dike, ji wan zagonan jî,  zagona netewî ya mafê mirovan ya 1948, peymana yekîtîya navnetewî ya 1945 û zagonên Nelson Mendêla. Armanca dagirkeriya Tirk ji tecrîdê, qutkirina gel ji  Rêber Apo ye, herwiha dixwazin zextê li ser Rêber Apo çêbikin da ku  mercên dagirkerîya Tirk qebûl bike.”

’Biryarên Rêxistinên navnetewyî li gorî berjewndiyên desthilatdaran e’

Evîn derbarê helwesta CPT’yê wiha got: “Piraniya Saziyên hiqûqî û sivîl yên cîhanê  ne serbixwe ne û biryarên wan li gorî armanca siyasetên dewletan ne, CPT’yê jî yek ji van rêxistina ye ku  raporên xwe li gorî berjewendiyên siyasî yê Yekîtîya Ewropa derxîne. CPT pir caran Îmralî serdan kir û di raporên xwe de xiya kir ku li Îmralîyê azadî û demoqrasî tune û bû ye Girtiîgeha Gwantnemo ya duyem. Lê li ser rewşa Rêber Apo xwe bêdeng dike”