Rojnameya Ronahî

Insyatîfa Rêveberiya Xweser û dengvedana wê

DILYAR CIZÎRÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18’ê vê nîsanê de insyatîfa çareseriyê ji  aloziya Sûriyayê ya 12 sal li pişt xwe hiştiye re pêşkêş kir. Rêveberiya Xweser di insyatîfa ji 9 xalan pêk tê de xetên çareseriya demokratîk di çarçoveya yekparebûna axa Sûriyê û di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254 destnîşan kir. Rêveberiyê her wiha ji welatên ereban û Neteweyên Yekbûyî xwest rola xwe di xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê ya bandor li tevahî herêmê kiriye de cih bigirin. Rêveberiya Xweser her wiha destnîşan dike ew amadeye di herêmên xwe de pêşwazîkirina koçberên Sûriyê bikin. Helwesta Rêveberiya Xweser di mijara koçberên Sûriyê yên li Lubanê de baş zelal bû.

Ji ber aloziya koçberên Sûriyê ji hemû welatên cîranê Sûriyê re bûye pirsgirêkek mezin, insyatîfa Rêveberiya Xweser a di cih û dema xwe de hat, bala gelek aliyan kişand. Raste Hikûmeta Şamê li ser projeya Rêveberiya Xweser a çareseriya demokratîk tu helwest nîşan ne daye, lê mijar di nava civaka Sûriyayê de deng veda û bi awayekî berfireh nirxandn û nêrîn li ser hatin kirin. Di heman demê de ji aliyê ragihandinên cîhanî û herêmî ve jî gelek nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin. Alîgirên dewleta Tirk, Îran û Hikûmeta Şamê jî di nîqaşên xwe de xwestin wekî hîlebaziyeke ji Rêveberiya Xweser e û bi vê jî hewldanên xwe yên reşkirinê û avakirina dijberiyan projeyê pêş bixin. Ji ber ew ditirsa wê de ne, agahiyên derbarê navbênkariya welatên Ereban di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de çêbibe, bi taybet piştî Sûriyê vegeriya nava Yekîtiya Ereban.

Rastiya dijberiya wan jî di civîna 10’ê Gulanê ya Wezîrê Karê Derve yê hikûmeta Şamê Fêsel Miqdad, li gel hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Mewlûd Çawiş oglu de diyar kiribû. Raste dibe ev civîn di çaçoveya civînên lihevanîna di navbera Hikûmeta Şamê û Tirkiyê de pêk hatibe. Lê ji lihevanînê zêdetir xalên wan ên serke dijberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina wê ye. Heger van welatan bi rastî xwestibana aloziya Sûriyê çareser bibe, wê ewqas dijberiya projeyên rêveberiya xweser ne kiribane. Lê ew naxwazin alozî were çareserkirin, domdariya aloziyê û belavbûna heyî sûdê li destildariyên wan dike.

Welatên ereban jî di vê demê de dixwazin li dijî belavbûna madeyên hişbir û hebên kiptagon ên ji Sûriyê li welatên derdorê belav dibe, bigirin. Li gorî hin çavkaniyan ew jî dixwazin sûdê ji hêza Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên leşkerî û ewlekariyê bigirin. Pirojeya Rêveberiya Xweser xetên çareseriya vê mijarê û mijara koçberan ku welatên cîran pira aciz dike, dibîne. Ji ber wê jî Rûsiya, Tirkiyê û Îranê di wê tirsê de ne ku cîhana ereban piştevaniya projeya Rêveberiya Xweser bikin.

Bi taybet di demekê de Sûriyê careke din vegeriya nava Yekîtiya Ereban, ew jî wiha hesaban dikin welatên ereban karibin di vê mijarê de roleke bilîzin û heta radeyekê bandor bikin. Ji ber wê jî wê Tirkiyê, Îran û Rûsiya bi hemû hêza xwe  bixwazin rê li pêşiya pêşketinên muhtemel bigrin.