Rojnameya Ronahî

Mamostaya girtî ya Îranî, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye

 

Endama Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendikayan ya Îranê ragihand ku mamosta Atîka Recebî ji roja hatî girtin ji 9’ê Gulanê heta niha di gireva birçîbûnê de ye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdisatnê ji 16’ê Îlonê ve di serhildana ku berdewam dike de akademîsyen, hunermend û rojnameger jî di nav de bi sedan kes hatin girtin.

Yek jî kesên ku hatin girtin parêzvana mafê mirovan û Mamosta Atîka Recebî ye. Atîka Recebî bi pêşengtiya Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendîkayan ya Îranê di 9’ê Gulanê de li ber avahiya rêveberiya perwerdeya eyaleta Razavî di dema xwepêşandanê de hate binçavkirin û girtin.

Hat zanîn ku ji 9’ê Gulanê ve Atîka Recebî di çalakiya gireva birçîbûnê de ye. Di 9’ê Gulanê de dema ku hatî binçavkirin polîsên Îranê li ser mala wê de girtine û xwişka wê jî hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan.

Atîka Recebî di 11’ê Gulanê de di hevdîtina bi telefonê ya ku bi malbata xwe re pêk anî de, destnîşan kir ku ji ber bê qanûnî tê darizandin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye.

‘Ji rewşên neyînî yên ku rû bide meqamên edlî berpirs in’

Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendîkayan der barê mijarê de daxuyanî da û da zanîn ku ew derbarê tenduristiya endama xwe mamosta Atîka Recebî de bi fikar in û got ger tiştek neyînî  çêbibe polîsên Îranê û meqamên edlî ji rewşê berpirs in.

Atîka Recebî ji roja destpêkê ya serhildanê heta niha ders boykot kiriye, di nava mamostayên ku bi awayek çalak beşdarî serhildanê bûyîn de ye.