Monday, July 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhateyên Minbic cejna zimanê Kurdî bihev re pîroz kirin

16/05/2023
in NÛÇE
A A
Pêkhateyên Minbic cejna zimanê Kurdî bihev re pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

Gelê Kurd ji bo zimanê xwe biparêz in, çanda wan wenda nebe û qirnebin têkoşîn kirin, gelek qurbanî dan, li ber xwe dan, li gorî derfetên xwe her xwestin ne tenê devkî nivîskî jî zimanê xwe bi kar bînin, ev têkoşîn bi çi rê û rêbazan hat meşandin û heyanî roja îro didome, îro di şahiya pîrozkirina zimanê kurdî ya Minbicê ji aliyê pêkhateyên wê ve hat ziman. Pêkhateyên Minbicê di şahiya ku lidarxistin, paşeroj bibîr anîn, Tirkmen, Ereb û Çerkez jî di şahiya cejna zimanê kurdî de amade bûn.  

Şahî ji aliyê Ofîsa Fêrkirina Zimanan ve hatibû birêxistin kirin, mamosteya zimanê kurdî Dengîn Remedan pêşkêşvaniya şahiyê kir. Her 4 pêkhateyên Minbicê Çerkes, Kurd, Ereb û Tirkmen îro li salona Çand û Huner a Minbicê bi dirûşmeya Zimanê me Hebûna me ye, roja cejna zimanê Kurdî pîroz kirin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo bi navê hemû pêkhateyên Minbicê roja cejna zimanê kurdî pîroz kir. Hikûmeta Şamê berî şoreşê çawa zimanê Kurdî qedexe kiribû û têkoşîna gelê Kurd li bermaberî polîtîka imha û qirkirine di nava axavtinê xwe de anî ziman û got: `Em îro gelekî kêfxweşin ku pêkhateya Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê daxive û em hemû pêkhate pêkve vê cejnê pîroz dikin. Ziman ji bo hebûna her civakekê girînge û divê hemû pêkhate bi riya zimanê xwe hebûna xwe biparêz in`.

Mamoste Zekiye Mûsa jî bi zimanê erebî helbest xwend û di helbestê de endam û mamosteya zimanê kurdî Neclai Îbrahîm ku 2022`an wefatkiribû bi bîr anî.

Şagirt ji dibistanên Minbicê bi zimanê kurdî awaz gotin û floklorên gelêrî yên pêkhateya ereb pêşkêş kirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirine û Yekîtiya Mamosteyan di berdewamiya şahiyê de bi boneya cejna zimanê kurdî şagirt, mamoste û Ofîsa Fêrkirina Zimanan xelat kirin. Hozan Hêvî mihemed endama koma Aşîtî ya Çand û Hunera Minbic jî bi awazên xwe kêfxweşî û qeşenqiya şahiyê dewam kir û hemû şêniyan bi hev re govend gerand in.

Şahiya Cejna Zimanê Kurdî bi rengê xwişktî û biratiya gelan hatibû xemlandin û tişta xweş her kesekî derbasî salonê dibû, pêkhateya Kurd ji bo cejna zimanê wan pîroz dikirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.