Rojnameya Ronahî

2`e mîn Festîvala Orkêş bi coşeke mezin bi dawî bû

Birûc Resûl/Qamişlo

2`e mîn Festîvala Orkêş a Muzîk û Stranan ku di 11’ê Gulanê de hatibû destpêkirin, bi xelatkirina komên serkeftî bi dawî bû.

Festivala Orkêş a Mûzík û Stranan ku di 11’Gulanê de hatibû destpêkirin, îro perdeya xwe daxist û bi dawî bû. Çalakiya roja dawî, bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Eliyas Seydo û hevserokê Tevgera Mezopotamya ya Herêma Cizîrê Sûmeya Mihemed axivîn.

Di dawiya çalakiya roja dawî ya festîvalê de spasnama ji bo hemû komên ku beşdar festîvala Orkêş bûn, hatin pêşkêşkirin, her wiha komên di aliyê deng , awaz , helbest, baştrîn stana gelerî û belavkirina mûzîkê de bi ser ketin, hatin xelatkirin.