Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê banga bidawîkirina dorpêçê kirin

16/05/2023
in NÛÇE
A A
Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê banga bidawîkirina dorpêçê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd banga bidawîkirina dorpêça li ser kantona Şehbayê kir û destnîşan kir ku eger dorpêç bidome dê karesetên mirovî yên mezin encam bide.

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve, kantona Şehbayê dorpêç kiriye. Hikumetê ji Tebaxa 2022`yan ve ev dorpêç giran kir ku nahêle sotemenî, pêdiviyên tenduristiyê, derman û madeyên bingehîn ên jiyanê derbasî kantonê bibin. Ev dorpêç jiyana bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên kantona Şehbayê dixe xetereyê.

Hikumeta Şamê rê nade sotemenî, pêdiviyêm bijîşkî, derman û madeyên sereke yên jiyanê derbasî kantonê bibin ku ev yek jî metirsiyê dide bi deh hezaran koçberên Efrîbê û şêniyên kantona Şehbayê.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd der barê dorpêçê de ji ajansa me re wiha axivî: “Dema hêzên destwerdana Sûriyeyê kirine, li hev bikin, dorpêça li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye girantir dibe.”

Zirara ji ber tunebûna sotemeniyê

Reşîd wiha domand: “Bi girankirina tecrîdê re ev zêdeyî 9 mehan e, hêzên hikumeta Şamê rê nadin ku sotemenî derbasî kantonê bibe. Ji ber wê rêveberiya kantonê mecbûr ma ku demjimêrê embêran kêm bike. Ji ber ku ji beriya neha 5 demjimêr bûn niha rojane tenê 2 demjimêr in. Piştî wê Desteya Rêveberiya Herêmî di 27`ê Nîsanê de ragihand ku kehrebe bi temamî qut bûye.”

Reşîd destnîşan kir ku eger dorpêç bidome dê kareseteke mirovî ya mezin li herêmê encam bide û ev li gotinên xwe zêde kir: “Sotemeniya li ber destê me, pir kêm e. Nexasim ku binesaziya kantonê wêran bûye. Pêwîstî bi sotemeniyê heye da ku av bê derxistin, firin bixebitin, nan bigihêje şêniyan bi rêya komînan.”

Reşîd wiha pê de çû: “Di encama dorpêçê de rewşa tenduristî ya kantonê gelekî bi paş ketiye. Şênî êdî nikarin xwe bigihînin nexweşxane û navendên tenduristiyê. Ji ber rawestîna çûn û hatinê, gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Nexweşxane û amûrên tenduristiyê bi kehrebeyê dixebitin. Ji ber wê divê jenerator her tim pêketî bin. Lê mazot peyda nabe. Heke dorpêç berdewam bike, dê nexweşxane raweste.”

Reşîd destnîşan kir ku ji ber nebûna maostê, çandinî bi paş ketiye û cotkar nikarin zeviyan av bidin û dest bi çinînê bikin.

BANGEWAZÎ

Di dawiya axaftina xwe de Reşîd banga bidawîkirina dorpêçê kir û got: “Em bang li hemû aliyên hiqûqî û mirovî dikin ku xwedî li erkê xwe derkevin û dorpêçê bi dawî bikin. Ji ber ku eger ev dorpêç bidome dê karesetên mirovî yên mezin li kantonê encam bide.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.