Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê darvekirinan de raporek belavkir û ragihand ku di sala 2022’an de nêzî 900 kes hatine darvekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (AMNESTY) derbarê darvekirinên li cîhanê de raporek belavkir. Li gorî raporê di sala 2022’an de li 20 welatan 883 kes hatine darvekirin. Li gorî sala borî ji sedî 53 zêde bûye.
Di raporê de hate diyarkirin li Çînê par bi hezaran kes hatine qetilkirin û hejmar neketiye qeydan. Hate diyarkirin di sala 2021’an de hejmara darvekirinê 520 bû û di sala 2022’an de jî bûye 825.
Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de ji 314 bû û ev hejmar di sala 2022’an de jî bûye 576. Li gorî raporê Siûdî Erebistanê di rojekê de 81 kes dar ve kiriye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir darvekirinên li dinyayê zêdetir e û got “Li Çînê hejmara kesên hatine darvekirin baş nayê zanîn û li vî welatî darvekirin gelekî zêde ne.”
Di raporê de hate diyarkirin li Kazaxistan, Papûa Yenî Gîne, Sîerra Leone û Komara Efrîkayê ya Navîn ev sûc hatiye rakirin û li Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê jî bi tenê ji bo sûcên edlî darvekirin hatiye rakirin.






