Rojnameya Ronahî

Hebûna zimanê kurdî hebûna gelê kurd e

Bi boneya Roja zimanê kurdî  rewşenbîr, mamoste û xebatkarên zimanê kurdî  li Rojavayê Kurdistanê  Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin û ast, pêşveçûn û destkeftiyên zimanê kurdî ku di encama şoreşa Rojava de hatine bidestxistin, dan diyarkirin.

Di her civakekê de navgînek ji bo danûstandinê heye ku ev navgîna zêrîn jî ziman e. Hebûna ziman ji bo her civakekê hebûn û nasnameya wê civakê ye. Zimanê kurdî jî, ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmeh ve, heta roja îro gelek gavên mezin avêtine, di şoreşê de û di encama kar, xebat û kedeke bêhempa de, hîmên bingehîn ên parastin û pêşxistina zimanê kurdî hatin danîn, êdî minhac û rêbazên bi zimanê kurdî hatin amadekirin û zimanê kurdî di hemû qonaxên perwerdeyê de tê fêrkirin û xwendin.  Di encama salên dirêj de bi sedan mamosteyên zimanê kurdî hatin amadekirin, herweha bi hezaran kes fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bûn. Di heman demê de niha bi sedhezaran xwendekar li dibistan, peymangeh û zanîngehan perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibînin. Girêdayî saziya zimanê kurdî navendên pêşxistin û serrastkirina şaştiyên zimanî pêş ket.

Di milê weşangeriya kurdî de jî gavên balkêş têne avêtin, bi sedan pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelek kovar û rojname derketin. Herwisa navend û saziyên wergerê pêşketin û pirtûkan ji zimanê curbecur werdigerînin kurdî, ev jî bêguman di pêşxistina ziman de roleke girîng dilîz e. Dîwanê wêjeyê hate avkirin ku wê  ji bo pêşxistina wêjeya kurdî û nivîskariya bi zimanê kurdî roleke baş bilîze û bi vê armancê gelek çalakiyan li dar dixe mîna mehrecan, pêşbirk û hefteyên wêjeyî. Di heman çarçoveyê de Mastera ziman û wêjeya kurdî li zanîngeha Kobaniyê di sala 2022`an de hate destpêkirin, ku niha nêzî 20 mamosteyan jî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê û Saziya Zimanê Kurdî tevlî bûne.

‘Zanîngeha Rojava berhemeke ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye

Endamê Desteya Rêveber ya zanîngeha Rojava Aram Hesen da zanîn Ku Zanîngeha Rojava  ew jî berhemek ji berhemên şoreşa 19`ê Tîrmehê ye, û wiha got: ” Zanîngeha Rojava ku ew jî berhemek ji berhemên şoreşa 19ê tîrmehê ye, û damezrandina wê pêwîstiyek bû ji ber ku di qonaxên beriya zanîngehê de perwerde dibû kurdî û divya bû ku zanîngeh bêne vekirin, da ku xwedekarên derçûyên dibistanên Rêveberiya Xweser karibin xwendina xwe ya bilind bidomînin. Lê ji ber şert û mercên Rojava û kêmpeydabûna akademîsyen û pisporên ku karibin di beşên curbecur ên zanîngehê de bi kurdî weneyan bidin û ji ber ku piraniya zêde ya mamosteyên ku tevlî zanîngehê bûn xwendin û nivîsandina wan a kurdî tune bû yan jî kêm bû, lewma perwerde û bi taybetî semînerên nivîskî bi erebî bûn. Tevî ku nasnameya zanîngeha Rojava kurdî ye û zimanê perwerdeyê yê fermî jî kurdî ye, lê tenê li beşa ziman û wêjeya kurdî perwerde sirf kurdî ye, û mataryalên giştî mîna dîrok, neteweya demokratîk û jineolojî bi kurdî têne dan, her wiha di hin beşan de hin materyal bi kurdî têne dan. Ji ber di salên detspêkê yên damezrandina zanîngehê de hîn derçûyên dibistanên Rêveberiya Xweser çênebûbûn, lewma pirsgirêka perwerdeya bi zimanê erebî nebû. Lê zanîngeh ji vê haydar bû û dizanîbûn ku pêwîst e ji bo bichkirina zimanê kurdî û kurdîkirina perwerdeyê li zanîngahê hewlên cidî bêne dan, li ser vî bingehî, li Zanîngeha Rojava navenda amadekirina çavkaniyên zanîngehê di 10’ê Sibata 2020’an de hat damezrandin. Di nava (navenda amadekirina çavkaniyên zanîngehê) de xebatên ku hatin kirin: Avakirina komîteyên amedekirin û wergerandina pirtûkan. Di vê çarçoveyê de ji bo beşên zanistî yên sereke pêwîstiya ferhengên têgînan derket û li gor wê biryara amedekirina ferhengên têgînan hate girtin. Bi vî awayî wê kar dest pê bikira, lê ji ber pandemiya Koronayê di 15 Adara 2020’an de karantîna dest pê kir. Ji bo wê jî ev xebat bi encam nebû.”

Endamê Desteya Rêveber ya zanîngeha Rojava Aram Hesen  axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî Koronayê  hin xebat hatin kirin lê ji ber ne di asta pêwîst de bûn nehatin erêkirin. Sedemên vê yekê jî pir bûn; pisporên ku bi kurdî materyalan binivîsin ( bi taybet di beşên zanistên xwezayî de) tune bûn, lewma pilan hate danîn ku ji bo her materyalekê pisporekî zimanê kurdî û pisporekî materyalê bi hev re bixebitin, lê wê jî encam neda ji ber ku berhemên ku derdiketin qels bûn. Û divya bû ku yê pisporê materyalê bi xwe binivîse û amade bike, lê ji ber ku yê kurdî di der barê materyalê de lawaz bû û yê pispor jî di kurdî de lawaz bû, lewma kar bi awayekî baş nemeşiya. Lê detpêka sala xwendinê ya 2022-2023 û piştî peydakirina hin wergêran nêzî 30 pirtûk û çavkaniyan hatin wergerandin û di vî warî de kar berdewm e.”

‘Berhemên nivîskarên kurd ziman û wêjeya kurdî li pêş xistin

Hevseroka Hevgirtina Rewşenbîrên Herêma Cizîrê,Anahîta Sîno diyar kir ku nivîskarên kurd xwedî roleke bingehîn e di pêşxistin û parastina ziman û wêjeya Kurdî de û wiha domand: “Di serî de em Roja zimanê kurdî, roja zimanê dayikê li hemû kurdan pîroz dikin. Herwiha keda nivîskarên me yên ku bi zimanê xwe nivîsandine û xebateke berbeiçav di xizmeta zimanê Kurdî de kirine, di warê pêşveçûna ziman û wêjeya Kurdî de,  xwedî bandoreke mezin e ku bi saya wan xezîne û piretûkxaneya  Kurdî vala  neme. Herwiha asta xwendin, nivîsandin û perwerdeyê di gel xwendevanan de baş e û nivîskarên me jî heya astekê pirtûkên gewe dinvîsînin. ji bo parastin û pêşxistina ziman tişta ku ji glê kurd tê xwestin, bêtir xwendina bi zimanê xwe û bêtir nivîsandin e. Herwiha di dema me ya niha de, gelek berhemê kurdî weke stran, çîrok, destan û hwd…  yên taybet girêdayî çand û kultûra kurdî, ji aliyê desthilatdaran ve hatine dizîn û kirine milkên xwe  ji nivîskarên me jî tê xwestin ku li ser vê yekê bisekinin û ji bo xurtkirina çand û zimanê kurdî.”

 

‘Xwendin bigeha pêşketina gelan e

Karmendê Pirtûkxaneya Amara Mihemed Selîm Yûsiv jî bal kişand li ser girîngiya xwendina pirtûkên kurdî û wiha axivî : “Armanc ji vekirina pirtûkxaneya Amara, pêşxistin û  parastina zamanê kurdî û çandina çandeweriya  xwendina pirtûka ye. Herwiha ev pirtûkxane ji lêkolênên xwîneran re jêdereke bingehîn ku berhemên wêjeyî, felsefî, dîrokî û hwd… digire nav xwe hejmara van pirtûkan dighêje nêzî 15 hezar pirtûkî. Di dema me ya nha de, çanda xwendinê di nav civakê de, heya astekê  hatiye bicihkirin, lê ji bo ku hînjî ziman bi pêşkeve pêwîstî bi xwendineke bêtir heye. Herwiha ev yek jî  pirtûkxaneyan tê pêk anîn, ji ber  ku cwendin xwedî giringiyeke bêhempa ye, bange me ji tevaya gelê kurd re jî heye ku bi zimanê xwe bicwînin ji ber ku dema civakek bi zimanê xwe bixwîne wê demê hebûna xwe bi dest dixe, zimanê xwe li pêş dixe û li zimanê xwe xwedî derdikeve.”