Rojnameya Ronahî

Pêdiviyên dibistanê ji Komîteya Perwerdê tê xwestin

Nehîr Pale

Xebatên perwerde û fêrkarî ji bo civakê xebatekî jê veneger e. Civakê ji bişaftinê diparêz e, bi zimanê xwe fikrandin, hîs kirin û xwe dayîna îfadekirin, dibe ku yek ji rêbazê xwe gihandina Xwebûne be. Fêrbûyîna ziman jî bi riya dibistan û zanîngehan tê kirin. Di vê rewşê de her gundek dibe ku ji wan re derbikeve ku dibistana wan hebe. Perwerde û fêrbûyîn yek ji rêbazên çareseriyê ne. Ji xwe eger her pêkhateyekî bi zimanê xwe bixwîne gelek pirsgirêkên me yên siyasî, çandî, civakî, zîhnî û piskolojîk têne çareser kirin.

Şêniyên gundê Mezrea Rewda jî yê dikeve Bakurê Reqayê û girêdayî navçeya Hezîma ye têkildarî xebatên perwerde û fêrkarî pêdiviya wan bi hinek alîkarî û destekdayînê heye. Ev gund 270 malbatin ku 40 ji wan pêkhateya Kurd in û yên dîtir jî pêkhateya Ereb in. Gundê Mezrea Rewda sala 2002`an hêdî-hêdî avabû ye, hejmara şêniyên gund dighêje 4000 kesî û hejmarek ji malbatan bi eslê xwe ji Kobanê ne, yê din jî ji Minbic û Reqayê ne. Di van salên dawiyê de koçber jî derbasî gund bûne.

Berî sala 2010`an dibistan li gund tine bûn û zarok ji bo ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bixwînin, diçûn bajarê Reqayê. Ji şagirtan dihat xwestin ku her roj 11 km biçin bajarê Reqayê û heman dirêjiya rê vegerin gundê xwe.

Şêniyên gund sala 2010`an ji gel xwe zeviyekî bi qasî 4 û nîv donimî didin saziya Perwerde û Fêrkarî û wan neçar dikin ku dibistanê ji wan re vekin. Êdî dibistana gund çêbû û zarokan dibistana seretayî heyanî refa şeşemîn li gundê xwe dixwendin. Piştî wê derbasî bajarê Reqayê bûn û xwendina xwe berdewam dikirin.

DAIŞ’ê dest danî ser dibistanê

Sala 2014`an de zarokên gund parçeyek ji qurbaniyên DAIŞ`ê bûn. Êdî bi dagirkirina Reqayê re çeteyên DAIŞ`ê dibistan talan kirin û ji 4 odeyên hazir 2 ode dest danîn ser û birin. Ji derveyî ode çi li dibistanê hebû û wê sûd jê bigirin, dest danîne ser.

Şagirt li dibistana xwe vegeriyan

Piştî rizgarkirina Reqayê sala 2017`an şêniyên gund bi alîkariya mamosteyan dibistana xwe vekirin. Tenê 2 ode mabûn lê dîsa jî heyanî 2022`an 170 zarokî heyanî refa pêncemîn dixwendin. 4 mamoste (3 mêr û 1 jî jin) û rêveberê dibistanê berpirsyartiya xwendina zarokên gund girtine ser milê xwe. Danê sibehê saet 7:30-12:00 beşek ji zarokan tên dibistanê û saet 12:00-15:30 piştî nîvro beşê dîtir tên.

Zarok dev ji xwendinê ber didin

Tenê 2 ode hene, ferehiya wan 4 m û dirêjahî jî 6 m, li yek ji wan odeyan 15 kursiyên dibistanê hene û li ya dîtir jî 8 kursî hene. Danê sibehê û danê nîvro 80 zarok têne dibistanê û li her odeyekê bi qasî hejmara kursiyên dibistanê zarok bi cih dibin. Bi demê re ew zarok jî wê çiqasî bikarbin xwendina xwe dewam bikin, bi guman e.

Têkildarî mijarê Rêveberê dibistanê Omer Hamid El-Hilo anî ziman ku derfetên xwendinê li gel wan kêmin, hem mamoste hem jî ode kêm in.

Hevserokê Komînê Ridwan Elî jî anî ziman ku şêniyên gund êdî hêviya xwe qut kirine û ji zarokên xwe re li riyên çareseriyên ên dîtir digerin.

Mustefa Mihemed Xan ku yek ji şêniyên gund e, diyar kir ku niha 5 zarokên wî li malê ne û nikarin bixwînin.

Mesaheta erdê dibistanê gelekî fereh e, lê pêdivî heye ku dar lê werin çandin, derî ji bona odeyên dibistanê werin çêkirin û pêdiviyên dibistanê werin temamkirin heyanî ku şênî bikaribin zarokên xwe rêkin dibistanê.