Rojnameya Ronahî

Heyva Sor A Kurd xebatên mirovî yên bêsînor

Navenda nûçeyan /Qamişlo

Heyva Sor a Kurd di sala 2012’an de ji bo peydakirina hewcedariyên tenduristiyê yên lezgîn ên gelên Rojava ku ji şerê li Sûriyê bandor bibûn, ji aliyê komek pijîşk û kadroyên tendirustiyê ve, hat damezrandin. Di dirêjahiya 9 salan de wê roleke sereke di pêdakirina hewcdariyên tendirustiyê yên lezgîn yên welatiyên herêmê de, lîst, herwiha gelek pirojeyên mirovî pêk anîn.

Saziya Alîkariyê Heyva Sora a Kurd ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkên gel di 2012’an de li Rojava hat avakirin û li gorî derfetên kêm hewil da ku pêdiviyên tenduristiyê yên lezgîn yên welatiyên Rojava dabîn bike. Heyva Sor A Kurd di demeke kurt de bû mezintirîn destgeha alîkariya tenduristî a lezgîn di tevahiya herêmê de.

Ji destpêka damezrandina wê ve, wekî saziyeke mirovî serbixwe û li gorî prensîbên mirovî tev digere, ango ne girêdayî Xaça Sor û Heyva Sor yên Navnetewî, lê li gorî pêvanên wan tevdigere. Di nav deh salên borî de projeyên herî girîng ku pêk anîne, navenda protez. Projeya jinan a ji bo pişgiriya tendurustiya zayînê û projeya piştgiriya kampan di milê tendurstiyê de.

Navendên Heyva Sor A Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyê

Li bakur û rojhilatê Sûriyê gelek navend û xalên tendurstiyê yên Heyva Sor A Kurd çîbûn, ji wan Nexweşxaneya El-Hîlal û navenda tendirustiyê ya  bi navl Alreşîd  li bajarê Reqayê û nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn li Til Temrê. Li Minbic û Tebqa 3’ê navendên tendurstiyê yên Heyva Sor A Kurd hene, herwiha piştgiriyê dide beşê jinan û zarokan di nexweşxaneya Minbic û Tebqa de.  Heyva Sor xezmeta tevahiya kampên bakur û rojhilatê Sûriyê dike (Kampa Arîşe – Hol – Waşokanî – Serêkaniyê – Roj – Newroz).

Navendeke Heyva Sor A Kurd li bajarê Hesekê li taxa Til Hecerê heye û xizmetên tendurstiyê pêşkêş dike, li bajarê Qamişlo jî navendek mamografî ji bo tespîtkirina penceşêra pêsîrê a jinan heye. Herwiha navendên wê yên tendurstiyê li Qamişlo, Dêrik, Girê Legê û Trebisbeyê jî hene. Di heman çarçoveyê de ji bo rewşên lezgîn nêzîkî 60 ambûlansî li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, ji Minbicê heta Dêrikê, hatine belavkirin.

Yek ji serkeftinên Heyva Sor A Kurd

Yek ji qonaxên herî hesas ku Heyva Sor A Kurd xwe de ispat û roleke girîn lîst, di sala 2019’an de dema belavbûna veyrûsa Korona bû, wê li gorî derfetên xwe yên heyî li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bû bersiv û jiyana bi hezran welatiyan ji mirinê rizgar kir, herwiha tîmên wê yên gerok di wê demê bi şev û roj xebateke bê hempa didan meşandin. Ji ber wê yek ji girîngtirîn serketinên Heyva Sor A Kurd di wê demê de bû.

Astengî

Tevî ku Heyva Sor a Kurd bi gelek  sazî, rêxistin û komeleyên cîhanî yên wekî (Cadus, Medico, save the children, Up, PIN, Samaritan Purse, UNICEF, WHO) re hevkariyê dike, Lê di peydakirina derman û hin alavên tendirustiyê de rastî gelek zehmetiyan tê. Yek ji girintirîn zehmetiyên ku Heyva Sor a Kurd pê re rû bi rû maye, dorpêçkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber ku piraniya dermanan ji ber mayîna wan bi demên dirêj li ser sînor, dema fealiyata derman derbas dibe û nema dibe bê bikaranîn. Bi taybet wekî  dermanê însulînê ku divê di pilya germahiya 8 de bê bichkirin. Hrewiha kêmbûna çend cûre alavên bijîjkî yên ku hewcedariya herêmê bi wan  heye, di nav wan de ambûlansên pêşketî. Lê Tevî hemû zehmetiyên ku Heva Sor A Kurd pê re rû bi rû ye, lê ew kar dike û hemû pêdiviyên xelkê li gorî derfetên ku li ber destê wan hene, pêk tîne.

Xebatên Heyva Sor A Kurd bêsînorin

Heyva Sor a Kurd bi mafên mirovan û mafê her kesî bawere, cudahiyê nake navbera mirovan li ser esasê zayend, kêmendam, reng, ol, bawerî, bîr , kêmnetew, girêdana neteweyî ya etnîkî û temen. Herwiha ji rakirina cudakariya li dijî jinan têkoşînê dike û ji bo pêşketina civakê jî bi erkê xwe radibe. Tevî ku heta niha hemahengiyeke rasterast ya Heyva Sor A Kurd û Xaça Sor û Heyva Sor a Navnetewî  re tune ye, lê Heyva Sor A Kurd herdem amade ye ku l her pêngavek ku sûdê bide hewcedaran di warê tenduristiyê li herêmê, ew amade ye. Heyva Sor A Kurd herî dawiyê ji bo vekirina nexweşxaneya şewatê, talasîmiya û penceşêrê kar dike û wê di salekê de naxweşxaneyê veke.

Hêjayî gotinê ye ku Heyva Sor a Kurd di van 9 salên ku herêmê şahidî ji şer û rûdanên bi êş re rekiriye, Heyva Sor A Kurd di rizgarkirina jiyana bi hezrana mirovan roleke serke lîstiye, herwiha ji bo hewcedariyên tenduristiyê yên lezgîn ji koçberan re xwedî roleke sereke ye.