Rojnameya Ronahî

‘Dîrok  û xabata jina kurd mijara berhema nû ya Hunergeha Welat e’

Navenda nûçeyan/Qamişlo

Endamê Istodoya Hunergeha Welat Bêkes Darî, berhema xwe ya nû û rengîn ya di derbarê jina kurd de, ku wê di dema pêş de were amadekirin, eşkere kir.   

Di herikandina dîroka jinê de ya berî hezarên salan, jinên xwedawend mîna Xwedawend Înana, Eştar û hwd. Dîrok xêzkirin û kedeke wan ya mezin di pêşxistina dîrokê de hebû. Herwiha  jin bû dayîk  û hevjîneke xwedî nirxeke pir bilind, lê hember vê yekê jî gelek zor û zilm xwariye. Her weha bi berxwedana xwe bûye wêjenas, dîroknas, siyasetmedar û hwd… Di gelek beşên jiyanê de bi erkên xwe radibe, bûye şervan û fermandar û li hemberî dijmin û deshilatdaran şer dike û bi fikir û ramanên feylesûfên weke Rêberê kurd Abdullah Ocalan civaka xwe parastiye û azad kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku jina kurd li gor van destkeftiyan mînakeke berz e, bi taybet li Rojavayê kurdistan û Sûriyê, bi çirûska agirê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku roleke ber bi çav û guhêrbar  di hemû warên jiyanê de lîst.

Her wiha Hunergeha  Welat jî dest bi pirojeyeke hunerî di derbarê dîroka jinê û bi taybet jî rola jina kurd, ya di pêşveçûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê de; wê hunergeha welat bi rengekî nû kilîpeke giranbuha amedebike.

Di derbarê vê berhema  ku wê di dema were de endamê Istodiyoya Hunergeha Welat Bêkes Darî ji rojnameya me re axivî.

‘Hunergeha welat, dîrok, ked û xabata jina kurd bi berhemeke nû vedibêje’

Bêkes Darî da xuyakirin ku berhema Hunergeha Şehîd Welat ya ku wê di pêşerojê de derkeve di derbarê dîrok û rola jina kurd di Şoreşa Rojava de ye û wiha got:” Kar û xebata ku em di Hunergehê de didin meşandin bê navber e. Her wiha  em ê, di demên pêş de dest bi karekî hunerî yê nû  bikin, ev kar jî bi taybet girêdayî jin û dîroka ya ji dema xwedavendiyê destpê dike û heta roja îro. Her wiha ku çawa ku bi dirêjiya demê re bû mamost, siyasetmedar û bi taybet rola jina Rojavayê Kurdistanê  di pêşveçûna Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, wê mijara vê berhemê be. Hêjayî gotinê ye ku ji niha ve Hunergeha Welat bi hemû endam û xebatkarên xwe karê derhênerî û sênariyoya vê berhemê dikin û amadekariyê muzîk, awaz û helbesta vê berhemê tê kirin. Her wiha ev berhem jî pir dirêj e ku  ji 7 beşan pêk tê û nêzî 400 jinî wê cihê xwe di nav vê de bigirin. Cihê serfiraziyê ye ku ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê ku wê Komîte li Şehbayê, Kobanê û herêma Cizîrê jî bêne çêkirin. 100 jinên bi cil û bergên Efrînê, 100 jin bi cil û bergên Kobanê, 100 jinên din bi cil û bergên Cizîrê  û 100 jî bi cil û bergên leşkerî yên YPJ`ê û Gerîla jî cihê xwe di kilîbê de bigirin.”