Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya fizîkî ya Ocalan çareserî ye

13/05/2023
in NÛÇE
A A
Azadiya fizîkî ya Ocalan çareserî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî çûn serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û têkildarî tecrîdê agahî wergirtin. Wan got, bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, pirsgirêka Kurd dikare bê çareserkirin.

Di nava delegasyonê de ji sê welatên cuda 3 kes hatin temsîlkirin. Profesorê Sosyolojiyê û Antropolojiyê Denis O’Hearn, Alîkara Serokê Koma Çep a Konseya Ewrûpayê, Nûnera Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê û Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel, Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson doh û îro li Stenbolê bi siyasetvan, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê re hevdîtinan dikin.

Heyet destpêkê çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û parêzer Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ew pêşwazî kirin.

Îbrahîm Bîlmez di hevdîtinê de got, “Tecrîdeke giran li Ocalan tê ferzkirin ku li cîhanê mînaka wê nîne. Li Tirkiyeyê hiqûq ji zû ve hatiye betalkirin. Dema mesele Kurd, Abdullah Ocalan û muxalif in, hingê hiqûq tê betalkirin. Bûye 25 meh ku em nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan wergirin.”

Parêzer Sarica jî bal bire ser helwêsta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) a têkildarî Girtîgeha Îmraliyê û got, helwêsta CPT´ê ya li ser tecrîdê 25 sal in bi heman rengî ye.

 

Ji parêzeran Raziye Ozturk jî bal bire ser rola Yekîtiya Ewrûpayê û got, Yekîtiya Ewrûpayê ji ber berjewendiyên xwe, zextê li Tirkiyeyê nake.

Tirkiriye ji Kurdan ditirse

Endamê delegasyonê Ogmundur Jonasson jî got, “Tirkiye heta ku di nava NATO’yê de be wê ji kiryarên Yekîtiya Ewrûpayê yan jî kiryareke cuda netirse. Lê belê Tirkiye ji Kurdan ditirse. Haya me jî ji vê heye. Ji ber vê yekê, em bi we re ne, bi Kurdan re ne.”

Laura Castel jî got, çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û piştre jî hevdîtinên ji bo çareseriyê dikare pêk were.

Parêzeran piştre rapora li ser binpêkirinên mafên mirovan ên sala 2022’yan ên li Îmraliyê pêşkêşî delegasyonê kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.