Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji ber dorpêçê welatiyekî li taxa Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da

13/05/2023
in NÛÇE
A A
Ji ber dorpêçê welatiyekî li taxa Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Berî çend kêliyan welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş li taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama ketina kevirekî ji avahiyên taxê de jiyana xwe ji dest da. Di vê bûyerê de hikumeta Şamê ya ku dorpêça xwe didomîne û rê nade madeyên çaksaziyê derbasî taxên dorpêçkirî bibin, tê tohmetbarkirin.

Rêbendên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê ji 9 mehan de dorpêçek giran li ser van deveran dimeşîne û rê nade madeyê sereke wek ard, derman, sotemenî û madeyên çaksazî û avahîsaziyê derbasî wan deveran bibin.

Di encama vê dorpêçê de, welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş (53) ji ber ketina kevirekî ji avahiyên taxa Eşrefiyê birîndar bû. Lê tevî hemî hewldanan  jiyana xwe ji dest da.

Weke ku tên zanîn ji sala 2016’an çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê kirin. Di encamê de xesar li gelek avahiyan hatin. Erdheja 6’ê Sibatê bandor li avahiyan kir. Lê ji ber ku hikumeta Şamê dorpêç li her dû taxan ferz kiriye madeyên çaksaziyê derbasî her du taxan nabin. Ev jî xebatên Komîteya Saxlemiya Giştî ya Şaredariya Gel asteng dike.

Welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş (53) ji gundê Derwêş ê navçeya Raco ya kantona Efrîna dagirkirî ye ku di 2018’an de piştî dagirkirina Efrîna ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi darê zorê ji Efrînê koçber bû û li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi cih bû.

Tê zanîn ku di encama dorpêça giran a hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de 2 zarok di zivistanê de ji ber tunebûna sotemeniya germkirinê jiyana xwe ji dest da.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.