Rojnameya Ronahî

Deng û rengê pêkhateyan di Mîhrîcana Orkêş de

Navenda nûçeyan

Bi beşdariyeke mezin a şêniyan, û bi tevlêbûna 30 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Bi dengên pîroz şoreş ava dibin” 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo dewam dike.

Bi beşdariya 30 komên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dirûşma “Bi dengên pîroz şoreşê ava bikin”, 2’yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş li Qamişlo dest pê kir.

Di mîhrîcanê de rewşenbîr, hunermend û hezkiriyên stranan beşdar bûn, mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin. Di navendê de wêneyên şehîd Hozan Mizgîn, şehîd Heqî Kerar, şehîdan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên çandina herêmê hatin daliqandin.

Di serî de endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya hunermend Bêkes Darî şehîd Mizgîn û hemû şehîdên tevgera hunerî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

Darî lidarxistina mîhrîcanê li tevahiya gelên herêmê pîroz kir û got: “Armanca lidarxistina vê mîhrîcanê ew e ku çandên hemû gelan ji hev nêzîk bibin, nexasim di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe van çandan qir bike. Ji ber wê jî divê em çand û kultûra xwe biparêzin.

Darî serkeftin ji komên beşdar re xwest û got: “Komîteya nirxandinê ji muzîkjen Reşîd Sofî, hunermend Delîl Mîrsaz, hunermend Serhed û hunermend Mizgîn Tahir pêk tê.”

Piştre, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Vîvyan Beho axivî û destnîşan kir ku bîranîna şehîdan di mîhrîcanên wiha de nîşaneyên diyar û girîng dide ku bi saya wan çanda gelan tê parastin û wiha domand: “Em ji vê mîhrîcanê piştrast dikin ku em dê li hember êriş û siyasetên ku li dijî çanda me tên kirîn bi çand û hunera xwe ve bêhtir bên girêdan.”

Her wiha, endamê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hunermend Serhed Zana bal kişand ser erka hunermendan di vê qonaxê de û got: “Îro li Kurdistanê û herêmê bi giştî berxwedaneke bêhempa li hember pergalên dijber di serî de dewleta Tirk a dagirker tê meşandin. Ev berxwedan jî bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan bilindtir dibe, ji ber wê jî divê her hunermendek van destanên dîrokî û berxwedanên bêhempa bi rêya hunerê belge bikin û veguhêzin nifşa din. Da ku em bibin dengê gelan, her wiha divê em vê mîhrîcanê jî bikin amûra têkbirina siyasetên qirkirina çandî.”

Piştî ku peyam hatin xwendin, sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) û peyamên bi dîmen ên hunermendên Kurd ên 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatin pêşandan, ji nav wan hunermendê Sûriyeyî yê muxalif Semîh Şiqêr jî bi rêya dîmen lidarxistina mîhrîcanê pîroz kir û keda tevgera çandî û hunerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir.

Tê payîn ku mîhrîcan 7 rojan dom bike û di dawiyê de komêm serkeftî bên xelatkirin.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş heta 16`ê Gulanê dewam bike.