Rojnameya Ronahî

Ji kesayetên Kurd ên navdar.

Biradostê Mîtanî

Nav û paşnav Mamosteyê Mozîkê yê Kurd Ebû Hesenê Eliyê kurê Nafî yê Mûsilî(ZIRYAB) Yanî ava Zêr.(Henek dibêjin ji ber ku reşbûn pê re hebû navê çûkê reş Ziryab ê ku hingî dengê wî xweş e lê kirin. Ew çûk weke çûkê Şalûl e) ew li bajarokê Arjenê, yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li ber destên mozîkjen Ishaqê Mûsilî yê ku ew jî Kurd e, li bajarê Mûsilê, li ser mozîkê perwerde dibe. Carekê Ziryab bi Ishaqê Mûsilî re diçe koçka Harûnê Reşîd,ê xelîfê Ebasî. Ew ji Ishaqê Mûsilî dixwaze ku Ziryab stranekê bêje. Ziryab stranekê li ser Harûnê Reşîd dibêje û pir xweş dike. Xelîfe Harûn pir ji Ziryab û dengê wî hez dike û ji mamosteyê wî Ishaq dixwaze ku her car Ziryab bîne civata wî. Ev dibe sedem ku Ishaqê Mûsilî çavreşiyê bavêje Ziryab û dibêjiyê ku tu ji Bexdayê dernekeve û ji ber çavên xelîfe winda nebe, ez ê te bikujim.

Ziryab neçar dimîne ku ji wir here Şamê û ji Şamê here Qîrewanê li Tûnisê û ji wir derbasî Endelusê dibe,ya ku dibin desthilatdariya Emewiyên Misirman de ye, li Başûrê Ewrupa (Niha dewleta Ispaniyayê ye).

Ziryab û afrêneriya mozîkjeniyê.

Ziryab li bajarê Endelusê rengekî nûjen dide mozîkê. Ew reng pir ber bi mozîka Kurdî û rohilatî de bû. Pileka mozîkê ji mozîka Kurdî ya kevnar didarşitîne û bi meqamên Kurdî diafirîne. Bi vê pêlekê bû: Yekga,Doga,Sêga Çarga,Hicaz,Nehawend,Kurd Ecem,Rast. Mozîkjen Ziryab têlê amûra mozîkê (ûdê) ji (4)an kirin (5). Kurdbûna Ziryab ji aliyê hest ve  kêfa mirov tîne,lê dema mirov li keda wî dinhêre,mirov wî nas dike ku ew bi afirînerî,mejî û dilê xwe mozîkjenê  hemû gelan û baweriyan e.

Cîhangêriya Mozîka Ziryab.

Ji ber ku wî mozîka Cîhanî bi saz û awazên xwe zengîn kirin Ben Kevan gotiye :

ZIRYAB  “Roja Endelusê ye  û teyrê sîmir ê ku deriyê dinyayê ronî dike.