Rojnameya Ronahî

Nûbiharê 4 Pirtûkên Nû Çap Kirin

Weşanxaneya Nîbiharê 4 pirtûkên nû yên bi Kurmancî çap kirin. 

Ji van pirtûkan yek jê pirtûka “Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de” ye û pirtûk ji hêla Shahab Vali û Kenan Subaşı ve hatiye nivîsandin.

Her wiha nivîskar Mihyedîn Nahrîn jî pirtûkeke bi navê “Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan-Kitêbeke Rêber bo Mezinan” hazir kiriye.

Mehmet Sadik Varli jî bi du pirtûkên nû derdikeve pêşberî xwînerên Kurmanciyê. Wî ji pirtûkên bi navê “Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli” û “Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdullah M. Varli” nivîsandine.

Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de 

Danasîna kitêba Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de dibêje, “Di dused salên dawî de bi hişyarkirina hestên neteweyî gelek miletan daye pey esl, binyad û paşxaneya xwe. Ji bo xweîsbatkirin û bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de reh û rîşên kevin bûne çavkanî û meşrûbûna hebûnê ji bo qewman. Weke gelek miletên din, Kurdan jî xwestiye nîşanbidin ku ew, yek ji qewmen Îranî yê herî qedîm bûne. Ji bo îsbatkirina vê yekê serî li mîtos û çanda xwe ya kevnar dane û di înşakirina miletbûnê de ew bi kar anîne.”

Di vê kitêbê de ji bikaranîna “mîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdi de” hatiye nîqaşkirin û destnîşankirin. Ev yek bi çar zaravayên Kurdî; di folklor, edebiyata klasik û nûjen de bi heşt gotaran hatiye pêşkêşkirin.

Perwerdeya zarokan bi çîrokan 

Çîrok, tenê tiştên xeyalî nînin. Esas, bi peyama xwe alavake perwerdeyê ne. Perwerdekarên zarokan dikarin ji bo her rewşê ji wan re çirokan bibêjin yan jî bixwînin.
Perwerdeya zarokan bi çîrokan jî bi vê fikarê hatiye nivîsandin: Em hin caran ji zarokan re çîrokan dibêjin yan dixwînin, lê bêyî ku em hay ji peyam û tesîra wan hebin. Çîrok rê nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin.
Bandora çîrokan li ser zarokan pirr e, lewma divê em mezin hay ji çîrokên xwe hebin.
Çîrokên me ji zarokan re gotî, bi awayekî pozîtîf yan negatîf tesîre li wan dikin. Ji ber vê sedemê, divê em çîrokên xwe baş hilbijêrin.
Çîrok dê hertim ji zarokan re rêbertiyê bikin. Emanet, hay ji rêberê zarokên xwe hebin!

Özgür politika