Birûc Resûl/Qamişlo
Bi diruşmeya “Bi Dengê Pîroz Şoreş Ava Dibin” û bi tevlîbûna 24 komên hunerî, wê 2`e mîn Festîvala Orkêş a Hunerî di 11’ê Gulanê de li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê a bajarê Qamişlo were lidarxistin.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezpotamyayê û Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinê, li bakur û rojhilatê Sûriyê amadehiyên li darxistina 2’emîn Festîvala Orkêş a Muzîk û Stranên Gelêrî, dike. Festîval wê di 11’ê Gulanê de û bi dirûşmeya “Bi Dengê Pîroz Şoreş Ava Dibin” li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê a bajarê Qamişlo were lidarxistin.
Derbarê amadehiyên 2’emîn Festîvala Orkêş a Hunerî de, endamê Komîteya Amedakar a Festîvala Orkêş Sîpan Xelat ji rojnameya me re axivî.
Sîpan Xelat diyar kir ku armanca Fisîvala Orkêş, nûjenkirin û parastina floklorên Kurdî ye û wiha domand: “Festîvala Orkêş a yekem di sala 2017`an de li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, Lê piştî sala 2017`an ku êrîşên dagirkirinê yên berfireh li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê pêk hatin, herwiha herêma Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî hat dagirkirin, piştî wê jî ji ber rewşa nexweşiya Korona ku bû sedema rawestandina çûn û hatinê , lidarxistina festîvalê hat li paşxistin. Armanca me ji vê festîvalê ew e ku sitranê kurdî û filoklorên gelêrî hîn zêdetir di nava gel de belav bikin.”
Orkêş ji şûnewarên navdar e
Sîpan wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “Navê Orkêş navekî navdar e, bi taybet li Rojava cihê şinewarê me yên navdar, Orkêş cihek girînge li bajarê Amûdê, li gor lêgerîn û lêkolînan şarestaniyek mezin bû, her wiha muzîk, huner û amûrên mûzîkê li wir duhat bi kar anîn, li ser vê bingihê logo ya fesîvala Orkêş, ji Orkêşê bixwe hatiya.”
Wê 24 komên hunerî di festîvalê de beşdar bibin
Xelat di dawiya axavtina xwe de, da zanîn ku komên tevlî festîvalê dibin hejmara wan 24 komên ji seranserî bakur û rojhilatê suriyê, û got:” Bi giştî komên ku tevlî fesîvalê bibin, 24 komin . Di heman demê de wê komek ji Başûr jî tevlî festvalê bibe, her wiha komîteyên nirxandin kesayetên di warê mûzîk û sitranan pisporin hatina diyar kirin. Her roj yê 6 kom bikevin pêşbirkê de, li ser vê bingihê yên were nirxandin. Festival wê 6-7 rojan berdewam bike. Di heman demê de, wê di roja dawî ya festîvalê de, komên serkeftî wê bên xelatkirin.”