Rojnameya Ronahî

Haziriyên Wergirtina Berhemên Çandiniyê Dewam Dikin

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûriyê Çandinî ji bo gelên herêmê jêdereke bingehîn e. Desteya Çandiniyê a herêma Cizîrê amadekariyên ji bo wergirtina berhemên çandiniyê ji cotkaran bê navber dewam dike.

li gor Desteya Çandiniyê ya herêma Cizîrê rûbera erdên belgekirî  îsal giha 3 melyon û 200 hezar donim ku li herêmê hatine çandin, 2 melyon û 100 hezar jê zeviyên avî ne, her wiha meliyonek û 450 donim genim lê hatiye çandin .

Hêjayî gotinê ye ku ji bo parastina zeviyan ji şewatê, Komîteyek hatiye çêkirim û wê li hemû cihên hatine terxandin, hertim  di tevgerê de bin.

Herwiha bi nêzbûna dema çinîna zeviyan re, Rêveberiya Xweser û welatiyên bakut û rojhilatê Sûriyê êdî xwe ji bo vê yekê amade dikin, di heman demê de Rêveberiya Xweser ji niha ve pêdiviyên pêwîst, weke parastina zeviyan ji  nexweşiyên curbecur  ji cotkaran re pêşkêş dike. Desteya çandiniyê wê heyanî welatî berhemên xwe bi dest dixe wê kêlî bi kêlî di nava tevgrê de be.

Di derbarê  amadekariyên herêma Cezîrê ji bo bidestxistina berhemên şandiniyê, Hevseroka Desteya Çandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Leyla Saroxan ji me re axivî.

‘Bi nêzbûna mewsimê amadekariyên  baş hatin kirin’

Leyla Saroxan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku  ji bo mewsim amadekariyên pêwîst hatine kirin û wiha domand:”  Ev bûn çend sal in ku baran bi rengekî têrker li herêmê nebariya ye, lê îsal heya astekê baran baş bariya û niha  zeviyên avî û yên bejî herdu baş in. Herwiha di demeke nêz de, wê ev zevî werin çinîn, lewma em ji niha ve amadekariyên xwe dikin. Hêjayî gotinê ye ku  ji bo pirsgirêka şewatê ya ku zeviyên herêmên me dişewitîne komîteyek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye çêkirin û hêzên ASAYÎŞÊ, Cewherî, endamên şaredaraiyan û Tevgera Ciwanan di nav vê komîteyê de cihê xwe digrin, her wiha me ji bo  parastina zeviyan ji şewatê  piroşorên hişyariyê li ser welatiyan belav kir.

`Şopandina zeviyên genim ji nexweşiyan`

Her wiha Leyla anî ziman ku nexweşiyên ku derdikevin bandora xwe li ser berhemdayînê yekser dikin û wiha got: “Pêvajoya xwedîkirina cureyên ku hatine çandin gelekî hesas e, ji ber wê yekê nexweşiyên ku derdikevin di vê demê de yekser bandora xwe wê li ser berhemgirtinê bike. Anha nexweşiyek ji kêza Sûnê li genim xistiye, bandora wê gelekî li  berhemdayîna genim dike û ji ber vê yekê me desteyek terxand da ku rewşa zeviyên genim bişopîne û wan derman bike.”

‘Amadekariyên Çinînê û Wergirtina berheman di nav pilanê de ne’

Hevseroka Desteya Çandinê ya Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Leyla Saroxan di dawiya axaftina xwe de da zanîn  ku navendên girtina genim, ceh û hwd amade ne û karê deraseyan wê bikeve rêk û pêkiyê de û wiha got:” Di salên derbasbûyî de xwediyê deraseyan ji bo wergirirtina mazotê rastî astengiyan dihatin, lê niha  bi awayekî sîstemkirî mazot li wan tê belavkirin. Her wiha ji bo bihayê çinîna zeviyan jî wê li gor rewşa cotkar e ku donima  zeviyên avî  û bi berhemdayî kayê 35 hezar leyreyên Sûrî ne û bêyî kayê 30 hazar e, herwiha zeviyên bej jî yên derase  kayê çêdike buhayê her donimekî 20 hezar e û bêyî çêkirina kayê 15 hezar leyreyên Sûrî ye. Her wiha di derbarê wergirtina me ji berhemên ku hatine çinîn re, me li ser asta  Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 navend yên wergirtina genim, ceh û hwd… hatine terxandin û cotkar dikarin bi hêsanî berhemên zeviyên xwe bifroşin van navendan.”