Rojnameya Ronahî

Konseya Ewropayê: Divê dewleta Tirk dawî li helwesta dijminane bîne

Navenda nûçeyan

Konseya Ewropayê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di pêvajoya hilbijartinên Tirkiyeyê de û diyar kir ku dewleta Tirk “dijminane” tev digere û jê xwest ku dawî li vê nêzîkatiya xwe bîne.

Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, têkildarî operasyonên girtinê yên li Amed û Enqereyê ku gelek siyasetmedarên Kurd, hunermend, hiqûqnas û rojnameger hatibûn destgîrkirin û girtin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de komîseriyê bertek nîşanî Tirkiyeyê da û wiha got: “Tirkiye bi nêzikatiyeke dijminane nêzî parastvanên mafên mirovan, rojnameger û parêzeran dibe û divê dev ji vê nêzikatiya xwe berde. Hewl dide bi kiryarên îdarî û edlî bêdeng bike û divê dev ji vê sepana xwe berde. Di pêvajoya hilbijartinê de zexta xwe ya li ser aktorên herî girîng ên civaka demokratîk zêde kirine. Bi vê yekê re rewşa mafên mirovan, azadiya xweîfadekirin, xwe birêxistin kirin û civînan hêj xerabtir bûye.”

‘Rê li ber fikaran vedike’

Di daxuyaniyê de Komseriya Mafên Mirovan bal kişand ser girtin û destgîrkirinan û wiha got: “Zêdetirî 120 kes bi hinceta endamtiya rêxistinê hatin destgîrkirin û bi awayekî komî bi ser malên wan de hatiye girtin. Ev yek rê li ber fikarên mezin vedike. Li gorî îdiayên heta niha temînata ewlehiyê hatiye binpêkirin û polîsan tundî kiriye. Tê ragihandin ku lîsteya rojnamegerên girtî ya Tirkiyeyê hêj dirêjtir bûye. Tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dayikên Şemiyê/Xizmên Windakiriyan jî, rayedaran mafê azadiya civiyanê neparastin. Ji ber ku ev mafê xwe bi kar anîne, li dijî wan teqîbatên cezayî hatin destpêkirin. Ev yek jî yek ji mînakên din ên xetereyên li ser mafên mirovan e.”

Komîseriyê bi bîr xist ku platformên medyaya dijîtal tên astengkirin, li dijî rojnameger û dezgehên çapemeniyê her tim doz tên vekirin û ev tişt hatin gotin: “Her wiha RTUK ji ber nûçeyên rexneyî cezayên pereyan ên giran dide. Astengiyên din ên li pêşiya xwegihandina agahiyê, di heman demê de bandoreke neyînî li ser rojnameger û dengên rexnegir jî çêkiriye. Asamblesa Parlamenteran di meha nîsanê de çûbû serdana Tirkiyeyê. Weke ku wan jî piştre eşkere kiribûn, bandoreke pir giran li ser agahiyên piranîparêz û nîqaşên cemaweriyê yên vekirî kiriye.”

‘Berpirsyariyên mafên mirovan pêk bîne’

Bi domdarî hate gotin ku xebatkarên cemaweriyê yên payebilind jî di nav de, gotinên nefretê yên li dijî kêmneteweyan û LGBTÎ+’yan zêde bûne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev yek rê li ber fikarên mezin vedike. Ev gotinên nefretê yên li dijî van koman tên kirin, di rewşeke ku tundî û sûc zêde dibin de, rageşiya di nava civakê de zêdetir kir. Banga me ji bo meqamên tirk ew e ku dawî li zextên ser parastvanên mafên mirovan, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl û parêzeran bîne û di demekê pêvajoya hilbijartinê de bikin ku pirdengî pêş bikeve û berpirsyartiyên xwe yên têkildarî mafên mirovan pêk bîne. Banga me ji bo hemû aktorên cemaweriyê û siyasî ew e ku xwe ji gotinên nefretê yên ziyanê digihînin mafên mirovan û rê li ber nefretê vedikin dûr bikin.”