Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HDP: Di mehekê de 295 kes hatin binçavkirin

07/05/2023
in NÛÇE
A A
HDP: Di mehekê de 295 kes hatin binçavkirin
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan da zanîn ku di nava mehekê de 295 kes hatin binçavkirin û 61 kes hatin girtin.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Ozdogan, têkildarî operasyonên binçavkirinê yên li Amed, Enqere û Stenbolê, li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Ozdogan da zanîn ku desthilatdarî ji bilî xwe ji her kesî re dibêje “terorîst” û got: “Operasyonên li dijî partiya me û muxalifan hemûyan ên ku ji aliyê daraza û hiqûqa AKP’ê ve tên kirin, li ber hilbijartinê zêde dibin.”

Ozdogan bal kişand ser bîlançoya meheke dawî ya binçavkirin û girtinan û wiha got: “Li dijî endam û rêvebrên partiya me, li dijî endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, li dijî endam û rêveberên DBP, li dijî ESP’ê, rojnamevan, hiqûqnas, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl di operasyonên hatin kirin de 295 kes hatine binçavkirin û ji wan 61 kes hatine girtin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê re li dijî partiyên me, Kurdan û muxalîfan zext û zordarî zêde bûne. Bêguman sedemek viya heye, ew jî encamên rapirsiyan in. AKP ketiye nava tirs û xofê.”

Ozdogan bal kişand ser gotinên Suleyman Soylû ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re gotiye, “darbe” û wiha axivî: “Rayedarên AKP’ê dest bi gotinên ku ketine nav tirs û xofê kirine. Suleyman Soylû ku bi hezaran polîs, leşker û bekçiyan dide pişt xwe û hê jî Wezîrê Karên Navxweyî, hilbijartinên 14’ê Gulanê wek ‘hewldana darbeyê’ pênase kir. Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê demildest dawî li wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ya Suleyman Soylû were anîn. Her ku hilbijartin nêz dibe gotinên nefretê û provokasyon zêdetir dibin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî her kesî dijminatiyê daye destpêkirin. Wê ev lîstok û dijminatî di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe û were xerakirin. Em li dijî provokasyonan bang li her kesî dikin ku hişyar bin û helwestê nîşan bidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.