Rojnameya Ronahî

 Nûrhîn Hisên: Ez bi firçe û rengan ronahiyê didim hunera Kurdî

Wênesaza ciwan Nûrhîn Hisên diyar kir ku  wê bi firçe û rengan xwest ku ronahiyê bide hunera Kurdî, herwiha destnîşan kir ku piraniya tabloyên wê li ser jinên kedkarin.

Norşîn Sîno\Qamişlo

Her mirovek di zaroktiya xwe de xewnek wî heye ,kesê ku li hemberî  astengiyan xwe bê hêz bibîne, tiştekî bi ser naxe û nikare xwestekên xwe pêk bîne. Ciwan kurd Nûrhîn Hisên jî, xewnek wê hebû, tevî astengiyan jî Norhînê ji bo ku bigihêje xeyala xwe li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe da û dest ji xwesteka xwe ya wênesaziyê berneda. Herwiha ji bo ku bighêje armanca xwe, kedek mezin da.

`Min bi firçeya xwe li hemberî hemû êrîşên li ser xeyala xwe li ber xwe da’

Wênesaza ciwan Nûrhîn Hisên ya ji bajarê Serê Kaniyê diyar kir ku wê li hember hemû astengiyan li ber xwe da û wiha axivî : “Di destpêka her gavek nû di jiyana mirov de, astengiyên pir mezin wek ezmûnekê tê pêşiya wî , ez jî yek ji van mirovan ku xeyalek min hebû ku ez bibn wênesaz. Lê gelek astengî ji min re dibûn sînor ku ez ji wênesaziyê dûr bikevim.  Lê tevî vê jî min firçeya xwe kir çeka li hember hemû êrîşên li ser xeyala xwe û min şer kir, niha jî ez gihiştime asteke pir cuda ji destpêka ku min dest bi wênesaziyê kir.”

`Bi firçe û rengên xwe  min xwest ku ronahiyê bidim hunera kurdî`

Nûrhîn dazanîn ku wê bi firçe û rengên  xwe xwest ku ronahiyê bide hunera Kurd û wiha axaftina xwe dewam kir: “Min helbijart ku bi rengekî din bixebitim û min xwest bi firçe û rengên xwe ronahiyê bidim hunera Kurdî, bi taybet min xwest ku ez wêneyên hunermend, rewşenbîr û kesayetên kurd yên ku bandor li hunera kurdî kirin e ,xêz bikim. Nemaze yên ku xwedî li ser sehneya kurdî şopeke wan ya taybet heye û bi helbest û awazên xwe, mûzîkên kurdî afirandine. Min dît ku ji erkê mine ez van karakteran ronî bikim, da ku  ez bihêlim pêşî ew ji bîr nebin. Hêzên ku li ser vê erdnîgariyê serwer bûn, herdem li hemberî çand û hebûna gelê kurd siyasetên çewsandinê dimeşandin, min jî xwest bi wênesaziya xwe ji van siyasetan re bibim bersiv.”

`Piraniya tabloyên min li ser jinên kedkarin`

Nûrhîn destnîşan kir ku piraniya tabloyên wê li ser jinên kedkar yên hem di şoreşê de hem jî di jiyana xwe de ked dane  û wiha dirêjî da axaftina  xwe: “Piraniya tabloyên min li ser jinan e , jinên kedkar , dayik , YPJ û hemû jinên di jiyana xwe de ked dane ne .Herwiha ez tevlî 20 pêşengehên wênesaziyê yên jinê herwiha yên bi giştî bûme, ez hîn jî daxwazim ku tevlî pêşengehên chanî  bibim û xwe pêş bixim.”

`Xwedîderketina li şaristanî û parastina civakê ji erkê her jinekê ye’

Wênsaza ciwan Nûrhîn Hisên bang li jinên xwedî jêhatiyên cûda kir ku xwedî li hebûna civaka xwe derkevin û axaftina xwew wiha qedand: “Banga min ji bo tevahiya jinan ku xwedî li jêhatiyên xwe derkevin , herwiha ji bo parastina hebûna civaka xwe li ber xwe bidin û xwe pêş bixin. Ji bo ku xewn bibe rastî berxwedan pêwîst e.  Herwiha pêwîste ku em kar Heta ku em enerjiyên bê feyde derxînin û di civakê de wekhevî û pêkvejiyanê pêk bînin. Ji bo xwedîderketina li şaristaniyan û parastina hebûna civaka xwe, xistina civakê li ser rêya rast pêwîste.”