Rojnameya Ronahî

Kurte dîroka Efrînê

Biradost Mîtanî

 Bajarê Efrînê bajarekî zengîn e, bi hebûn, civak, Aborî, av û mesolocî bi taybet bi nîşanên ola Êzîdî, şûnwarên dîrokî û hestên Kurdî û netewî.

Navê Efrînê

ji dîroka kevnar ve navê Efrînê heye, ji ber dîroknasên mezin STRAPON ( 500)B.Z navê APRÎW bi kar aniye, yanî bi KURDÎ (Devera têr ji av a ku jiyanê dafirîne xweş dike, nexasim Efrîn zengîne bi çem û rûbarên AVê).

-Qûnaxên dîrokî:

Efrîn di dîroka serdemên kevirî de cihê mirovê Horaktos 1000000 salî berê, û cihê mirovê Niandirtal e 400000 salî berê, yê ku hestûk û şûnwarên wî  di şikefta Duderî de, ji aliyê arkelocê Japonî Takîra Akazawa ve  hatin dîtin, li çiyayê Lêlûnê.

Efrîn zemîna şehristaniyê ye ji dema Kurdên XORÎ ve û mîreşîna wan Alalax a li deşta Hemikê ya girêdayî paytexta Xoriyan Orkêşê, li Girê mozan 2500 b.z, û ji dema bavikên me yên Hîtî û Mîtaniyan.

Di ser Efrînê re gelek şehristanî derbas bûn, ji wan Aramî, Asûrî, Kaltî (ORARATO), Mîdî, Romen Pêzentes, Parso(FARIS),Yonanî,Romanî, Erebên Misilman,Siloqî û Osmanî.

 

-Şûnwarên Efrînê :

*Pira Qibarê: Ji çerxê (14) ve ye, ser navê ELÎ QÎBAR e, yê xwediyê sengera Qîbarê ye, ew li bakur û rojavayê gundê Erişqîbar e.

*Kelha nebî HûRî: Ew cihê gora ciwanekî KURD e, navê wî HûRî Henan e, ji Xoriyan e, ew serleşkerekî pêxember Dawid bû (S), di şer de hate kuştin. Piştî SIKENDERÊ MEKDONÎ dema Sûriyê bû para SILOQIS (300 )b.z wî li ser gora wî kelhek çê kir, navê wê ji Horo kire Sîros û di dema Farisan de navê wê bû Koriş. Ew kelih (45)K.M li bakur û rojhilatê Efrînê ye.

*Baregiha dîrokî Êndarê: Ew ji şûnwarên wan dewlet û şehristaniyan e.

*Gundê Xalita yê ji dema kurdên Kaltî ve ye.

* çendî caran sembola Ahoranezda û Xaça Şikestî ya Ariyan li devera Efrînê tên dîtin, li ser dîwarên dîrokî û di binê Erdê de.

-ÊL û malbatên KURD :

Emikan,şikakan,okça êzîdî, com, şêxan, koçer, reşwan, robar, ceqla, hekarî û şerqiyan …htd.

-Malbat: Elî sîdo mêmê, elî xubarî, derwêş axa şemê meznê êzîdiyan,al cafer,hec omer, bacî reş, reş axa, kor ehmed betal, al emo, al betal, milîdawidî,hesen afendî û dena û gelekin din.

Li Efrînê  henek Ermenî jî hene ji dema ku koçber bûn ji Tirkiyê, ji sedema komkujiyan û beşek ji êl û malbatên Ereb jî hene.

-Dîroka siyasî ya Efrînê û herêma wê dirêj û zengîn e, di serdema nû de, di dema dagirkiriya Ferensî de hate parçekirin 1922z di navbera Ferensiyan û Tirkan de.

Ji sala1923z ve Efrînê kete qonaxeke geşepêdaniyê de  û kirasê avedaniya nû li xwe kir û pir pêş ket .

-Beriya (5) salan ev bajarê dîrokî û şehrestanî kete singa êrîşên firok û çeteyên Erdogan û Efrîna birîndar dijî wî agirî bihtir ji (60) rojî,bilehingî li ber xwe da, bi saya xwedê û berxwedêrên me YPG,YPJ, QSD, ASAYÎŞ û hemû hêz û gel. Lê mixabin siyaseta heremî û navdewletî û bercewendiyên wan ên nemirovî bi dagirkerên tirk û çeteyên wan re bûne alîkar. Di encama berxwedaniya derdorî 60 rojî de 1500 şehîdên pakrewan canê xwe fedayî ax û gelê xwe kirin û dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandin. Biştî şer û pevçûnên dijwar û bi hemû rengên çekan, di nave de çekên keîmyawî jî efrîn ji milê dagirkerên tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Efrîniyên ku bi darê zorê ji Efrînê hatin koçberkirin û ev zêdeyî 5 salan e, ku welatiî û niştecihên Efrînê li herêma şehba di hindirê kampan de dijîn û roj bi roj li berxwe didin û hêviya wan a mezin vegera Efrînê ye. Hêviyê gelê Efrînê bi taybet û hêviyên gelê Kurd ew e, ku efrîn di zûtirîn dem de were rizgarkirin û welatiyên Efrînê bi serfirazî vegere ser ax û warê xwe.