Rojnameya Ronahî

Hunergeha Welat  afrînera hunera bedew e

Hemze Sêvo/Qamişlo

Hunergeha Welat ji encama keda Şehîd Welat ya destpêkê ye, afrîneriya hunerî ya bedew dixe nava berhemên xwe de, da ku deng û rengekî xweş û  estetîk ji civka xwe re pêşkêş bike

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, êdî li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêşveçûnek kete nav hemû aliyên civakî, hunerî û hwd…   Hunergeha Welat jî yek ji gavên pêşîn yên pêşketina hunerî li ser asta Rojava bû û ew bi xwe saziyeke hunerî û çandî ku di bin sîwana  Tevgera Mezobotamiya ya Çand û Hunera Demukratîk de kar dike. Hunergeh bi pêşengtiya Şehîd Welat û hin hevalên wî, di sala 2014`an de, li bajarê Qamişlo hate sazkirin. Herwiha şehîd Welat di Şoreşa Rojava de, xebatkar û afrînerek bû ku bi saya wî hunergehek hat sazkirin.

Di wê demê de,hunergeh jî ji maleke gelêrî pêk dihat ango ne saziyeke taybet bû, Welat ….. û çend hevalên xwe bi derfetine kêm, tomargehek di nav wê malê de saz kirbûn û karê xwe yê tomarkirin û berhemdayîna muzîk û stranan berdewam dikirin.

Di destpêkê de Şehîd Welat û hevalên xwe li ser tomarkirina mozîk, sitran û karên hunerî, heya sala 2015`an xebatên mezin kirine, lê di sala 2015`an de Welat  bi teqîneke terorî li navçeya  Tirbespiyê gihaşt asta şehadetê, lewma weke qedrdayînekê ev hunergeh bi navê Hunergeha  Şehîd Welat û li ser navê wî ji aliyê  Desteya Çand û Hunerê  ve hat damezrandin. Kar û xebatên hunrgehê bi şehadeta Welat ranewestiyan, lê belê rêhevalên wî dan ser şopa Welat, erk û karên hunergehê  avêtin ser milên xwe. Di Hunergeha Welat de sîstema teknîkî, ji sîstemên pêşketî ye, amûrên muzîkî û amûrên tomarkirina deng û muzîkê jî, pêşketîn e. Herwiha di hunergehê d  kesên bispor cihê xwe digirin û berhemên xweş û balkêş pêşkêş dikin. Hêjayî gotinê ye ku Hunergeha Welat ji sala 2022`yan ve heya niha 33 berhem tomarkirin û li ser toreyên mediya ya civakî  hatine belavkirin. Ji berhemên wê yên herî balkêş jî,  sitrana Şervano, Hur Ena ango Ez Azad im,  Nazê Nêrgiza Hewşê, Elhan Mensiya ango Awazên Windayî ne  û sitrana herî dawî , Li Herî Jorî ye Ku van berheman dengvedanek di nav civakê de veda û hêjayî gotinê ye ku li gor Sziyeke çand û hunrê ya cîhanî ku nirxandina sitranan li ser asta cîhanê dike, Strana Şervano asta 3`yan piştî Sitrana  Katiyoşa û Çaw Pêlla weke strana herî bandor li cîhanê bi giştî kirbû, birye.

Di warê pêşveçûna weşanî de ya li ser toreyên mediya ya civakî jî, di dema niha de 152 hezar şopîner li ser You Tubê kenala Hunergeha Welat dişopînin.

Berê navenda Hunergeha Welat xwedî yek istodyoyekê bû û  tenê li Qamişlo bû, heya sala 2022`an jî hemû berhemên xwe di riya istodiyoyekê tenê  çêdikir. Îsal hunergehê di aliyê istîdyoyan de gavên nû li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê avêtin û şaxên xwe berfireh kir.

Hêjayî gotinê ye ku Hunergeha Welat  istodiyo li Kobanê,Tebqa,Minbic û Şehbayê jî vekirin û perwerdeya deng û reng ya herî pêşketî dide endaman. Herwiha Tevgera Mezobotamiya ya Çand û Hunera ya Demokratîk niha jî hewldana xwe û avakirina saziyeke mîna saziya Hunergeha Welat li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê dike û wê di dema pêş de li bajarê Reqayê were avakirin û herwiha wê  nûnertiya hemû pêkhateyan bike.

Di derbarê kar û xebatên Hunergeha Welat de, endamê istodiyoya hununergehê Bêkes Darî ji me re axivî

‘Hunergeha Welat afrîneriya hunerî dike

Bêkes Darî di destpêka axaftina xwe de, da zanîn ku berhemên vê hunergehê tev bi wate ne û hûrgilî û kêliyên xweş yên hunerî vedibêje û wiha got: “Ev hunergeh di Rojava û  herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de, tevlî 25 endamên xwe yên bispor hertim  ji civaka xwe re hewl dide ku berhemên bi nirx, estetîk û watedar çêdike. Armanc jê vê yekê jî pêşkêşkirina afrîneriya hunerî  ya ku hertim bala civaka xwe bi hûrgiliyên van berhemên hunerî bikşîne, herwiha ev yek dûrî berjewndiyên madî û şuhreta takekesî ye. Ev kar û xebatên ku em dikin bi saya xebatên destpêkê yên sitûnî û yên serdema me ya niha ne, bi saya Şehîd Welat û herkesên bispor yên ku bê beramber destekdayîn dan Hunergeha Welat, endamên henergehê perwerde kirin û di wrê hunerê de ew pêş xistin. Herwiha di dema niha de, xebata me êdî  berdewam e, niha jî em hewl didin ku  berhemên bêhempa biafrînin, Hunergeha Welat li ser   çend berhemên bi nirx  dixebite û yek ji wan jî girêdayî dîroka jinê  ye û wê di demeke nêz de wê were çêkirin.”