Rojnameya Ronahî

Sebzeyên baxçeyên sergirtî li sûkan in

Piştî ku cotkarên herêmê û kooperatîfên çandiniyê sebzeyên baxçeyên sergirtî derxistin sûkên herêmê, buhayên sebzeyan gelekî daketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandinî yek ji stûnên aboriya civakî ye. Ji ber têkçûna lîreya sûriyeyî û bilindbûna buhayê sebzeyên ku ji derve tên, gelek cotkara û kooperatîfên çandiniyê berê xwe dan çandina wan sebzeyan da ku rêgeza xwetêrkirinekê ava bikin.

Di dawiya meha Sibatê de cotkar dest bi çandina sebzeyên wek firingî, xiyar, kundir, bacan û bazêlayê yên di nav baxçeyên sergirtî de dikin. Di dawiya meha Nîsanê de jî wan berhev dikin û li sûkan difiroşin. Bi vê yekê jî buhayên wan gelekî erzan dibin.

Buhayê her kîloyek firingî ku gihîştibû 5 hezar lîreyên Sûriyeyê, niha bi 3 hezar û 500 lîreyan e. Kîloyeke xiyar ku berê bi zêdetirî 4 hezar lîreyan bû niha daket 2 hezar û 500 lîreyan.

Li gundewarê Dêrazorê şênî bi giranî debara xwe ji çandiniyê dikin. Bi dehan jin li gorî koman di nava baxçe û zeviyên sebezayan de kar dikin, sebezyan berhev dikin û dadixin sûkan.

Hemde El Xilêf destnîşan kir ku ew ji bilî berhevkirina berheman karê cotkirin û dermankirina zeviyan jî dikin. Hemde diyar kir ku ew rojane ji 6 heta 8 saetan di bin germahiya rojê de kar dikin.

Meryem Elî (26) sal bi sal sebzeyên ku ew berhev dike li sûkê difiroş e. Meryem Elî got, kalîteya sebzeyên ku difroşe baş e, ji ber vê yekê eleqeya şêniyan a ji bo kirînê gelekî baş e.

Li Reqayê, Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi berhevkirina sebzeyên projeya baxçeyên sergirtî kir ku bi rêya wê sûkên xwecih geş dike. Projeya baxçeyên sergirtî di Kanûna 2022’yan de hatibû avakirin û tê de sebzeyên cûrbecûr hatibûn çandin.

Komîteya Aborî hewl dide bi rêya projeya baxçeyên sergirtî rêgeza xwetêrkirinekê peyda bike û derfetên kar ji hejmareke mezin a karkeran re peyda dike.

Têkildarî vê mijarê, rêveberê projeya baxçeyên sergirtî ya Reqayê Hisên El Xilêfan got: “Di sala 2021’an de me dest bi projeya baxçeyên sergirtî kir. Îsal me hejmara baxçeyên sergirtî zêde kir ku bû 13 baxçe da ku cûreyên zêdetir tê de bên çandin.”

El Xilêfan wiha domand: “Di dema niha de em nikarin bibêjin ku projeya baxçeyên sergirtî rêgeza xwetêrkirin peyda kiriye, lê belê ew armanca me ye. Em bang li cotkarên Reqayê dikin ku di zeviyên baxçeyên sergirtî ava bikin da ku em armanca xwe pêk bînin û sûkên herêmê bi berhemên xwecih geş bikin.”

El Xilêfan destnîşan kir ku Komîteya Aborî amade ye ku destekê bide cotkarên ku dixwazin projeyên baxçeyên sergirtî vekin û pêdiviyên wan bi cih bîn e.

Der barê plansaziyên dema pêş jî de El Xilêfan got: “Em ê hejmara baxçeyên sergirtî zêde bikin û holên mezin ên firotina sebzeyan li Reqayê vekin da ku sebze di zivistanî de bi buhayê kêm werin firotin.”