Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Penabrên li Lubnanê beyannameya Rêveberiya Xweser erênî nirxandin

06/05/2023
in NÛÇE
A A
Penabrên li Lubnanê beyannameya Rêveberiya Xweser erênî nirxandin

Clothes are hung up to dry at a Syrian refugee camp in Marjayoun, southern Lebanon November 24, 2020. Picture taken November 24, 2020. REUTERS/Aziz Taher

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Penaberan destnîşan kir ku beyanname îsbat dike Rêveberiya Xweser aliyekî nîştimanî ye û ji bo tevahî gelê Sûriyeyê dixebite.

Di demekê de ku hejmareke dewlet hewl didin ku têkiliyên bi hikumeta Şamê re normalîze bike û hinek hêzên lubnanê hewl didin mijara penaberên Sûriyeyê bilivînin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beyannameya çareseriyê pêşkêş kir. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew amade ye penaberan pêşwazî bike

Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku di vê pêvajoyê de navbeynkariyê bike, bibe garantor û kerîdorên mirovî ji bo derbaskirina penaberan veke.

Derbarê vê peyannameyê de hin penaberên Sûriyayê yên li Lubnanê ku ji ber rewşên ewlehiyê nexwestin navên xwe eşkere bikin, nêrînên xwe bi me re parve kirin. Penaberan ev beyanname bi dilxweşî pêşwazî kir û destnîşan kirin ku ev beyannameyeke mirovî û nîştîmanî ye.

Mistefa spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser tenê barê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe hildigire.

 

Penaberê bi navê Rakan diyar kir ku ev beyanname di demeke girîng de hat ragihandin ku penaberên Sûriyeyê yên Lubnanê gelek zehmetiyan dikişînin, nexasim piştî ku biryara derxistina wan ji Lubnanê hat dayîn.

Penaberê bi navê Ebû El Ebid got: “Gelo çima çapemeniya erebî û rojavayî bal nekişand ser vê beyannameyê? Ev beyanname nîşan dide ku ku Rêveberiya Xweser aliyeke niştîmanî ye. Her wiha îsbat dike ku gelê Sûriyeyê bi hemû beşên wî destekê dide hev.”

Ebû El Ebid bang li NY û hikumeta Lubnanê kir ku vê beyannameyê cidî bigirin û kerîdorên mirovî ji bo wan vekin.

Penaberê bi navê Murad jî got: “Rêveberiya Xweser aliyeke nîştîmanî ye, hewl dide li gor derfetên xwe penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê pêşwazî bike. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ji ber ku cudahiyê naxe navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.