Rojnameya Ronahî

‘Girtina rojnamevanan bêdengkirina dengê gelan e’

Reşo Qamişlo/ Qamşlo_

Rojnamevanên bakur û rojhilatê Sûriyê di roja cîhanî ya rojnamegeriyê de sûcên ku di derheqê rojnamevanan de di asta cîhanî û bakurê Kurdistanê de tên kirin bi riya daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin “Girtina rojnamevanan bêdengkirina dengê gelan e.”
Rojnamegerî yek ji hêza herî bingehîn ya pêşxistin û avakirina civakê ye. Rojnamegerî xebatekî îdeolojîk e bêtirî ku xebatekî teknîkî be. Ji bo ragihandina heqîqet û rastiyê di asta herî jor de tevdigerin, lewma rojeke taybet jê re hat terxankirin û  3`yê meha Gulanê, bi Roja  Rojnamegeriya  Cîhanî hat naskirin. di roja îro de hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe xebatekî ragihandinê ya li gor hişmendiya xwe didin avakirin. Li hember van siyasetan xebat û kesayetên rojnamegerên azad di gîştî cîhanê de tên hedefgirtin.
Di dema me ya niha de li ser asta cîhanê, em dibînin ku kiryarên xerab di derheqê nûçeghanan de tê kirin, bi taybet li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi awayekî rojane çêdibe. Herwiha bi nêzbûna Hilbijartinên 14`ê Gulanê li Tirkiyê, hikumeta AKP`ê ya faşist dest bi êrîşeke tundwar li ser rojnamevanan kiriye.
Herwiha li bakur û rojhilatê Sûriyê nerazîbûnek ji aliyê civak û rojnamevanan ve hat nîşandan û di Roja Rojnamegeriya Çîhanî de, Yekîtiya Çapemeniya Azad bi tevlîbûna rojnamevan li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan.
Herwiha di derbarê kiryarên ku di derheqê rojnamevanên li cîhanê û Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêdibin de, rojnamevanên bakur û rojhilatê Sûriyê ji Rojnameya Ronahî re axivîn.
‘Girtina rojnamevanan qutkirina dengê gelan e’
Edîtora ANHA`ê, Canê Xemgîn diyar kir ku kiryarên di derheqê rojnamevanan de li ser asta cîhanê pêk tê armanc jê qutkirina dengê gelan e û wiha got:”Karê rojnamegeriyê ji bo derbrîna gelan ew karê ku bêtirî xwe azadiyê  dixwaze da ku  tişta gel dixwaze ragihîne ji derdorê re, vê yekê bi rehetî raghîne. Herwiha ev kareke ku xeterî jî tê de heye kiriyarên di derheqê rojnamevanan de li ser asta cîhanê de tê kirin bi taybet li Tirkiyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê bêtir zêde ye, ev kiriyar tê wateya ku xebtandina rojnamegeran bi awayekî birêkûpêk,dikeve dijî berjewendiyên desthilatdaran de û ev yek jî xeteriyê li ser jiyana wan çêdike. Herwiha tişta jê girîngtir, bi girtina rojnamevanan re heqîqeta desthilatdariyê tê veşartin .”
‘AKP`ê li dijî dengê rastiyê  kiriyaran pêktîne’
Rojnamevanê Nes Sosiyal, Hesen Zaza, di dawî de da zanîn ku kiryarên ku hikumeta AKP`ê di derheqê rojnamevananan de li dijî gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye û wiha domand:” Kiriyarên girtin û binçavkirinê yên ji aliyê hikumeta AKP`ê ya faşist ve, ku di derheqê rojnamevanan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, bi nêzbûna Hilbijartinên Serokkomar û parlamantoyê re çêdibin, li dijî gelê Kurd û Tirk e. Herwiha  ji bo  ev kiriyarên wî yên qirêj dernekevin û belavnebin êrîşî rojnamevanan dike û wan binçav dike. Em weke rojnamevanên bakur û rojhilatê Sûriyê, van kiriyarên ku di derheqê rojnamvanan de tên kirin bi tundî şermeza dikin, her wiha li hember hedefgirtina rojnamevanan divê aliyên têkildar bi erka xwe rabin.”