Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengê xwe bidin namzetên jin”

03/05/2023
in NÛÇE
A A
“Li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengê xwe bidin namzetên jin”
Share on FacebookShare on Twitter
Bi armanca piştgiriya namzetên Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, Kongra Star a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengê xwe bidin namzedên jin” mîtîng hat lidarxistin.
Birûc Resûl/ Qamişlo_

Kongra Star a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Li dijî qirkirina siyasî, dengê xwe bidin namzedên jin” mîtîngek li bajarê Qamişlo  li dar xist. Mîtîng li stadyûma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlbûna hemû sazî û rêxistinên jinan ên li herêmê hat lidarxistin.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Piştî wê li ser navê Kongra Star Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftin kir.
Rîhan Loqo diyar kir ku Şoreşa ku bi pêşengiya jinan li cîhanê deng veda îro careke din bi pêşengiya jinan dîrokê dinivîsîne û wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinan, hezkirin û îradeya wan, jinên berxwedêr mohra xwe li dîrokê dixin û dê biçin hilbijartinan. Wê Bakurê Kurdistanê bi hilbijartinên demokrasî û wekheviyê bi pêş bixin. Em di wê baweriyê de ne ku berî niha jî jinan berxwedaniyeke dîrokî dane meşandin, ji bo aramî, aştî û wekhevî û civaka demokratîk em hemû piştgiriya jinên Bakurê Kurdistanê dikin. Bi fikir û felsefeya azad wê careke din hilbijartinên dîrokî bi pêşengiya jinan bi ser bikeve.”
Rîhan Loqo da xuyakirin ku li Tirkiyeyê 14’ê Gulanê hilbijartin dest pê dikin û wiha domand: “Ev hilbijartin bi taybetî ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girîng in ji bo giştî Kurdistanê û Rojhilata Navîn her wiha ji bo gelê ku bi salan e têkoşînê didin meşandin girîng in ji ber wê pêşeroja gelek mijaran diyar bibe. Dewleta tirk a dagirker bi hemû rêbazên xwe yên şer êrîşî destkeftiyên şoreşa jin û îradeya jinên zana kir ji ber ew ji deng û pêşengiya jinan di tirs e. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî êrîşî îradeya azad ya ku civakê bireve dibe kir. Dewleta tirk wê hemû hewldanên xwe bike ku jin bi ser nekevin ji bo wê em ê jin bibin dengê jinên azad. Werin em bi hev re piştgiriyê bidin namzeda jinan û têkoşîna wê ya azadiyê bi armanc biki.”
 Piştî qedandina axaftina Rîhan Loqo ,mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.