Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Rastî di tarîtiyê de namîn e”

03/05/2023
in NÛÇE
A A
“Rastî di tarîtiyê de namîn e”
Share on FacebookShare on Twitter
Bi boneya roja cîhanî  ya  azadiya Rojnamegeriyê, Yekîtiya Ragihandina Azad, li pêşiya navenda Netewên Yebûyî li bajarê Qamişlo  daxuyaniyek da.
Norşîn Sîno /Qamişlo_

Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriya kurdî li pêşiya Navenda Netewên yekbûyî li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da .
Di daxuyaniyê de gelek rojnamevan amade bûn , û silogana `Rastî di tariyê de namînin `   herwiha wêneyên rojnamevanên ku di şopa heqîqetê de şehîd bûn hildanûn .
Daxuyanî wiha ye:
“Îro 3’yê Gulanê Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamgeriyê ye. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwede, Fêrkirin û Çandê UNESCO bi armanca rêzgirtina azadiya rojnamegeriyê bîne bîra hemû hikûmetan û di riya wê re peymana Wînhok a dîrokî ya di civîna rojnamevanên Efrîqayê ya 3’yê Gulana 1991’an de hate lidarxistin, bibîr bîne ev roj destnîşan kir.
Di naveroka peymanê de avakirina zemîneke azad û bi ewle ji rojnamevanan re. Di heman demê de rojnamevan û xebatkarên ragihandinê vê rojê wekî roja hêviyên xwe yên ji dozên azadiya rojnamegeriyê û exlaqên wê de dibînin.
NY’yî bi vê boneyê rewşa rojnamgeriyê li seranserî cîhanê dinirxîne û rewşên rojnamevanên rastî tundî, şidet û girtinê tên bibîr tîne.
Lê tişta tê dîtin di demekê de em pêşwaziya vê rojê dikin, Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamegeran zêdetir kiriye. Ev çend roj in li gelek bajaran bi ser malan de digirin, Rojnameger jî di nav de hunermend, siyasetmedar û parêzer binçav dikin.
Li gorî rapora Rêxistina Sînornenas dewleta Tirk di aliyê azadiya ragihandinê de ji 180 welatan di rêza 165’an de ye. Salek berî wê jî di rêza 149’an de bû. Ev jî wê yekê nîşan dide desthildariya AKP’ê li ser azadiya raman û mafê mirovan xeteriyeke mezin ava dike.
Niha jî û di deme  hilbijartiyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nêzîk dibe, dewleta Tirk binpêkirin û sûcên li dijî ragihandina azad zêdetir kiriye. Ev ne tesadife, desthilata AKP’ê bi vê yekê hêvî dike dikin bandorê li encamên hilbijartinan bikin û qezencan ji desthiladariya xwe bi dest bixin.
Zor û zextên dewleta Tirk li Bakur û ROjhilatê Sûriyê jî li dijî ragihandina azad pêk hatiye, şehadeta Hevalê me Îsam Ebdela û birîndarbûna hin rojnamevanan, tisa wan a ji ragihandina azad nîşan dide.
Ew ji tevgera azad a ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsin, ji lewama êrişî ragihandina azad dikin, ji destpêka şoreşê heta niha hejmarek rojnamevan di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd  û birîndar bûne.
Mixabin hemû kirin û sûcên dewleta Tirk li ber çavên saziyên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî têne kirin.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi vê boneyê û  di dema  3’yê Gulanê roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê pêşwazî dikin, binpêkirin û sûcên li dijî rojnmevanan û hemû girtiyan bi tundî nelet û şermezar dikin. Di heham demê de piştevaniya xwe ya bi hemû rojnamevan, çalakvan û hiqûqnasên ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin, nîşan didin.
Di heman demê de ji Neteweyên Yekbûyî û hemû sazî û dezgehên cîhanî yên girêdayî wê dikin, dest ji paşguhkirinên xwe berdin û  li gorî peyam û pîvanên xwe tevbigerin û zextê li dewleta Tirk bikin da di zûtirîn dem de hemû rojnamevanan û girtiyên din  serbest werin berdan.”
ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.