Rojnameya Ronahî

’Li hemberî qirkirina xwezayê em têkoşînê dikin”

Birûc Resûl/Qamîşlo

Karkerên Jin yên meştilgiha Şehîd Barîn a Giştî ya li bajarê Qamişlo, diyar kirin ku ew bi karê xwe yê di meştelgehê de hewl didin ku li dijî qirkirina xwezayê bisekinin û xwezaya herêmê ji nû ve zindî bikin.

Li gorî pisporên jîngehê, bikaranîna zêde ya ava binerd, zêdebûna hejmara erebeyan, zêdebûna rêjeya karbondîoksîdê hewa qirêj kir, qada şînkahiyê qels kir û rê li pêşiya çolbûnê vekir. Li gelek deverên herêma Cizîrê qadên şînkahî kêm in û pirsgirêkên jîngehê hene. Li gorî şopdarên rewşa jîngehê ya herêmê, siyasetên ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne bi qutkitina avê re şînkahî li beravên çeman kêm bû. Li aliyekî din jî, ji bo parastina jîngehî û firehkirina qadên kesk li bakur û rojhilatê Sûriyê gelek piroje û mkar hatin kirin. Yek ji van pirojeyên jîngehî çêkirina meştelgehan bû. Li tevahiya bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê bi 10’an meştelgeh hat vekirin.

Derbarê girîngiya ştelgehan ji bo parastina jîngehê, karkerên ştelgeha Şehîd Bararn a bajarê Qamişlo ji me re axivîn.

’Jin û xweza ji hev nayên qutkirin’

Jina bi navê Emîna Hiso ku di ştelgehê de kar dike, diyar kir ku xweza û jin ji hev nayên qutkirin û wiha got: “Ev 4 sal ez di şitlgiha Şehîd barîn de kardikin. Wekî tê zanîn ku di dispêkê de jin bi xweza ve pir girêdaye, ji ber ku em di wê baweriyê de ne, ku buhar bi rengên jinan dixemile, bi taybet di meha Adarê de û ev yek tekez dike ku jin û xweza ji hev nayên qutkirin. Ez jî bi karê xwe yê di şitigehê de girêdana xwe ya bi xwezayê re nîşan didim. her wiha ez ji bo isbatkirina kesayeta xwe kar dikim.”

’Her cûreyên gul daran di meştelgehê de hene’

Emîna wiha berdewamî da axavtina xwe û got:”Di şitigehê de 12 hezar û 600 cureyên daran hene, ji wan yên hêjîr, gul, hinar û yasemînên hene. Herwiha di nava meştilgihê de hejmarek darên ku temenê wan ji sal û nîvekê zêdetir bûne hene, hejmarek dar jî, ji herêmên cuda weke Minbic, Efrîn û Hemayê em tînin, di heman demê de her cureyên daran, gulan û sebzeyan li cem me hene.”

’Êrîşên dagirkeriyê bandoreke xerab li ser xwezayê kir’

Hiso da zanîn ku di van sale dawî de êrîşên ku li ser herêmê çêbûn, bandoreke mezin li ser xwezayê çêkir û got: “Em wekî jin bi girêdana  xweza tên naskirin, her wiha armanca vê miştilgihê, ewe ku em bikaribin giştî herêman ji nû ve şîn bikin. Ji ber ku şerê li ser  Rojava yê kurdistanê hat kirin, bandoriyek pir mozin li ser îkolojiya herêman kir û qadên keskahiyê kêm kir. Em bikarê xwe di meştelgehê de hewil didin bibin bersiv ji qirkirina xwezayê re û xwezayê ji nû ve şîn bikin.”

`Di salên dawiyê de ekolojiya herêmê zerarên mezin dît’

Jina bi navê Coza Yusif ku di meştelgehê dec kar dike da xuyakirin ku ew ê bi çandina gul û daran, jîngehê ji nû ve vejîn bikin û got: “Ev 12`e salin ku em  di rewşekî şer de derbas dibin. Di van salan de ekolojiya herêmê zerarênmezin dît û bandoreke mezin li ser xwezayê hat kirin. Ji ber kêmbûna avê tu kes nema êdî bi çandina daran re mujûl dibû . Em wekî jin hewl didin ku herêmên xwe bi çandina gul û daran û her cureyên candiniyê nû bikin.”

’Divê em xwezayê ji nû ve zindî bikin’

Coza Yûsif wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê em jin û tevahiya civakê hewil bidin ku jîngehê biparêzên û çanda çandina daran belav bikin. Herwiha divê em li hemberî ew kesên ku ekolojiyê qir dikin, biskinin û xwezayê zindî bikin.”