Rojnameya Ronahî

Bi perspektîfa Kurdistanî Lozan

NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşangeha bi navê “2+2=KRDSTN” îşaret bi gotinên Qazî Mihemed dike. Pêşangeh li bajarê Lozana yê Swîsreyê hat vekirin. Pêşangeh bala xelkê dîasporayê dibe ser Peymana Lozanê û texrîbatên wê. Pêşangeh hewl dide bi perspektîfeke Kurd û Kurdistanî ji nû ve, bi belgeyên dîrokî û berhemên hunerî bîra civakî zindî bike.

Pêşangeha “2+2=KRDSTN” 28’ê Nîsanê (doh) li bajarê Swîsreyê Lozanê ji serdana xelkê re vebû.

Peymana Lozanê qederê beriya bi 100 salan, li bajarê Lozanê hatibû îmzekirin û pê rê li ber sirgûn û qirkirina Kurdan û gelên din ên herêmê vebûbû. Peymana Lozanê di 24´ê Tîrmeha 1923’yan de ji aliyê nûnerên Tirkiye, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japoniya, Yewnanîstan, Romanya û Yugoslavyayê ve li avahiya Palais Du Rumine a Lozanê hatibû îmzekirin. Yanî 24´ê Tîrmeha bê ev peyman sed salên xwe temam dike.

Ji ber ku Peymana Lozanê hat îmzekirin û kete meriyetê, Peymana Sêvrê ya ku mafê diyarkirina çarenûsê ya Kurdan qebûl dikir, êdî betal bû. Piştî vê bûyerê erdnîgariya ku Kurd bi hezarê salan bi Asûrî, Ermenî û gelên din ên kevnar re lê diman, bi sînorên netewe dewletên çêkirî, parçe parçe bû. Rêyên jiyana xwezayî, rê, çiya, çem û têkiliyên xizmên wan êdî kete bin serweriya netewe dewletên serdest de û gelên li heremê bi feraseta “yek ziman, yek netewe, yek al” rastî komkujî û sirgûnên bêhêjmar hatin.

Çalakiyên sala 100’emîn ên ku par ji aliyê Komîteya Bibîranîna Sala 100’emîn a Lozanê (Lozan 2023) ve meha Mijdarê dest pê kirin, bi konferans, panel, çalakiyên hunerî çandî berdewam in. Di çarçoveya çalakiyên sala 100’emîn de, bi tevlîbûna hunermendên ji 4 aliyên Kurdistanê, Elmanya û Îtalyayê, pêşangeha bi navê “2+2=KRDSTN” li bajarê Swîsreyê Lozanê hat vekirin.

Rastiya Kurdistan û derûdora wê

Di vê pêşangehê de jî kurator, dîroknas, hunermend û aktîvîst balê dibin ser wêrankeriya Peymana Lozanê û hewl didin ku rê li ber ji nû ve belgekirina pêvajoyê û vejandina bîra civakî vekin. Rastiya belgeyên heyî ji ber “hesasiyeta” netewe-dewletên çêkirî yên herêmê û qirkirinên siyasî, çandî û nijadî yên ji ber kaosa peymanê li çar parçeyên Kurdistanê pêk hatin û pêk tên, qet nehatine nîqaşkirin jî di vê pêşangehê de tên dîtin û rastiya Kurdistan û derûdora wê jî tê dîtin.

Îşaret bi gotinên Qazî Mihemed dike

Pêşangeh, wê bi sernavê, “Em behsa tiştan dikin” li salona pêşangehan a bi navê Forum d’hôtel de Ville ku li Place de la Palud, 1003 ye, bê danîn û heta 19’ê Gulanê li serdana xelkê vekirî be. Pêşangeha bi navê “2+2=KRDSTN” bi kuratoriya Bariş Seyitvan û Serdar Mutlu tê organîzekirin. Her wiha navê pêşangehê jî ji ber gotina Qazî Mihemed hatiye girtin û îşaret bi gotinên wî yên li ser Kurdistanê dike.

Bi perspektîfa Kurdistanî bûyerên piştî Lozanê

Serdar Mutlu anî ziman ku ji ber Peymana Lozanê û encamên wê yên paşguhkirî, erdnîgariya Mezopotamyayê û Anatoliyayê ji nû ve hatiye biteşekirin û got, “Bi fêhm û feraseta ‘yek netewe, yek ziman, yek al’ ku sed sal in dewam dike, li vê erdnîgariyê gelek qetlîam, qirkirinên çandî û sirgûn çêbûne. Em weke hunermend û dîrokzanên ku tevlî pêşangehê bûne, dixwazin bi rengê huner û bi peyamên hunerî balê bibin ser Peymana Lozanê û texrîbatên wê. Weke tê zanîn, piştî vê peymanê gelek tişt li ser serê Kurdan qewimîn. Ji lewma jî em dixwazin bi perspektîfeke kurdî û Kurdistanî bûyerên piştî Lozanê û her wiha dîroka Lozanê nîşanî xelkê me yên dîasporayê bidin.

Ji nû ve zindîkirina bîra civakî

Encamên ekolojîk ên aktuel ên peymanê, ji aliyekî din ve zirarê didomînin. Hema bêje her roj ji aliyê dewletên derdorê ve çiyayên Zagrosan tên bombekirin, yan jî mînaka dîwarê 800 kîlometreyî ku di navbera xelkê Kurdan de hat lêkirin, xweza û zindiyên herêmê qir dike. Ev hemû di vê pêşangehê de, bi têbînîyên ji dîrokê, berhemên hunerî û bi têgînên ku hunermend xwe dispêrin wan, di vê pêşangehê de li ber çavan tên raxistin.

Serdar Mutlu got, dîroknas, hunermend û aktîvîst wê balê bibin ser texrîbatên ku Peymana Lozanê bûye sedem: “Ji bo bibelgekirina pêvajoyê ji nû ve û zindîkirina bîra civakî, ew ê hewl bidin ku bibin pêgeh.”

Hunermendên ku tevlî pêşangeha “2+2=KRDSTN” bûne ev in;

Osman Ahmed, Havîn Al-Sîndy, Havar Amînî, Voorîa Arîa, Khadîja Baker, Savaş Boyraz, Wîrya Bûdaghî, Tîmûr Çelîk, Salah Ebrahîmî, Serhat Ertûna, Jacopo Gallîco, Fatoş Irwen, Eren Karakûş, Serpîl Odabaşi, Walîd Sitî, Hito Steyerl, Leyla Toprak.