Rojnameya Ronahî

‘Bi saya fikrê Rêber Apo jina Kurd bû pêşenga civak û jinên azadîxwaz”

Reşo Qamişlo /Qamişlo

Jinên kantona Qamişlo di roja 1’ê Gulanê de diyar kirin ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo jinên kurd di tevahiya qadên jiyanê de bûn pêşengê civak û jinên azadîxwaz.

1’ê Gulanê wek Cejna Karkeran, Cejna Karker û Kedkaran, Roja Ked û Piştgiriyê û hwd tê bilêvkirin û li gelek welatên cîhanê betlaneya fermî ye. Bê guman wekî her rojeke navneteweyî û dîrokî, ev roj xwedî wateyeke mezin û ji sala 1890`î ve li welatên cîhanê bigiştî wekî  rojeke tayebet û watedar tê dîtin. Bi taybet ev roj li cem jinan xwedî taybetmendiyeke mezin e. Jin û keda jinê bi avabûna dewlet û desthilatdarî ve, ango ev nêzî 6 hezar sal in di bin zilmekî mezin de ye. Lê bi fikrê Rêber Apo, Tevgerê Azadiya Kurdistanê jin kiriyê navendê hemû hewldanên xwe yên wekhevî û azadiyê. Wekê Rêber Apo diyar kiriye, heta jin azad nebe civak azad nabe. Şoreşa Rojava Jî ji bo azadiya gel û hemû neheqiyên ji destpêke dîrokê heta niha hatinê kirin vegerê mafê xwe, têdikoşe.

Gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên li cografyaya Kurdistanê dijîn bi hezaran sal e li benda vî fikrê rast bûn. Ji ber ku ev fikir ji nava jiyana wan, ji nava çanda wan derket û bû sîstemeke rêveberiyê û jiyanê.Li vir ked digihêje maneya xwe ya rastîn. Li vir her kes û her tişt di asta pîrozî de tê dest girtin.

Li vir maf li gorî mibdeya hebûn tê peşvazî kirin. Li vir cudatî li ser esasî xurtkirinê hev dixebite. Li vir şer tenê ji bo xwe parastinê tê kirin. Li vir zanist ji bo pêşxistina jiyana azad û bi rûmet tê bilindkirin. Lewma hêvî û baweriya hemû gel, civak, tebeqa û beşên mirovan xurt dike. Lewma ji çar aliyê cihanê keç û xortan xwe bi vir ve digrin. Lewma Şoreşa Rojava dibê mînaka jiyana azad a hemû kedkaran.

Derbarê 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê û ked û xebata jinên bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên rîveber yên kantona Qamişlo ji me re axivîn.

 

‘’Bi saya Rêber Apo jin bû pêşenga civakê’

Rêvebera Şaredariya Til Meirûf Xaliya Ehmed , diyar kir ku jinê bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo, destkeftiyên girîng bi dest xistin û wiha got:”Beriya Şoreşa Rojava, rewşa jinê netenê li bakur û rojhilatê Sûriyê, di aloziyekê de bû, lê li tevaya Rojhilata Navîn normalde wisa jin bê taqet bûn û gavên pêşketina wê di destê desthilatdaran de bû.Herwiha ev yek heya berî damezrandina PPK`ê ya ku bi saya fikr û felsefeya Rêbertî ava bû,  wisa berdewam kir. Hêjayî gotinê ye ku gelek jinên azdîxwaz û xebatkar yên her çar parçeyên Kurdistanê tevlî vê tevgerê bûn û ji aliyê idiyolojî ve gelek pêş ket.”

 

Xaliya Ehmed da xuyakirin ku  bi fikr û felsefeya Rêber Apo agirê Şoreşa 19`ê Tîrmehê hat dadan û ev şoreş jî  bû derfetek  ji jinên Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê re, da ku xwe pêşbixin û mafê xwe bi dest bixin û wiha domand: “Kar û xebatên ku jinên me di dema niha de dikin, rola jinê ya pêşengiyê tekez dike. Cihê rûmetdariyê ye ku jinên hemû pêkhateyên di herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de xwe di hemû waran de pêş xistiye û tevlî xebata siyasî, aborî, leşkerî û hwd… bûne. Herwiha ji bo bidestxistina mafên xwe xebatê dikin. Em weke jinê xwedî fikrên azad yên bakur û rojhilatê Sûriyê  Cejina Kedkar û Karkeran li Rêber Apo û hemû kedkarên jin pîroz dikin.”

‘Felsefeya Rêber Apo ronahî da fikra jinên azdîxawz    

Hevseroka Şaredariya bajarê Qamişlo  Emel Şemdîn jî da zanîn ku felsefeya Rêber Apo  jinên bakur û rojhilatê Sûriyê di hemû waran de bi pêş ve bir û wiha domand:” Rast e jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi saya fikrên Rêber Apo yên azad, di hemû qadên jiyanê de gavên binirx avêtin pêş, heya astekê li gor derfetên heyî ev destkeftî baş bûn, lê dîsa jî divê birengekî pêşketî ya li gor serdema ku em tê de dijîn, xebat û têkoşînê bikin. Herwiha ji ber ku êrîşên qirêj ji aliyê hêzên desthilatdar ve, bi ser jinê de tên û hertim dixwazin wê bixin bin ferweriya xwe de û nehe ku pêş bikeve.”