Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîlançoya şer a meha Nîsanê

03/05/2023
in NÛÇE
A A
Bîlançoya şer a meha Nîsanê
Share on FacebookShare on Twitter

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di Nîsanê de hezar û 81 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin û 8 caran bi çekên kîmyewî êriş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Di bîlançoyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza bingehîn a parastinê û îradeya azadiyê ya gelê me yê bindest e, li gel şert û mercên herî giran jî xaka Kurdistanê ya pîroz bi rengekî fedaî ji hêzên mêtinger parastin, diparêzin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e, derfetên li ber destê xwe hemû bi kar tîne û êriş dike. Rejîma şerê taybet a faşîst ku ji aliyê siyasî û aborî ve têk çûye, li ser bingeha tunekirina îradeya azad a gelê Kurd, şerê xwe yê qirêj dewam dike û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Li gel van êrişan, gerîlayên me yên bi fedaîtî şer dikin bi kûrkirina xeta berxwedanê rê nedan mêtingeran û bi berxwedaneke dîrokî nivîsandin.”

“Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd ava kiriye û dixwaze bi rêbazên şerê qirêj encamê werbigire, bi nêzîkbûna hilbijartinê re êriş zêde kiriye, bi nûçeyên derewîn û çîrokên sexte yên serketinê dixwaze raya giştî bixapîne û ji siyaseta şer encamê werbigire. Rejîma AKP-MHP’ê ya sûcdarê şer ji Mêrdînê heta Botanê, ji Botanê heta Serhedê li Bakurê Kurdistanê bi hezaran dagirkerî û teknîkeke bêdawî bi dehan caran êrişên ji bo tunekirinê kir. Li gel vê yekê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi îradeya fedaî xwe xemilandine, nekarî encama dixwaze bi dest bixe

 

Herêmên parastinê yên medyayê hezar û 81 caran hatin bombekirin

 

Çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi qasî ku hêzên me tespît kirin 76 caran bi balafirên şer, 61 caran bi helîkopterên êrişê, 944 caran bi tank, top, obus û çekên giran bi giştî 1081 caran hatin bombekirin. Artêşa Tirk a mêtinger sûcên xwe yên şer zêde kir, li ser çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî. Rejîma faşîst bi rengekî çavsorane her cûre sûcê şer û li dijî mirovahiyê dike û ji vê yekê hêviyê dike. Ev yek jî hewldanên dawî yên rejîma li ber hilweşînê ye. Hêzên me li cihên ku dagirkeran êriş kirin û şer qewimî, bersiv dan dijmin û şer qewimî. Di vî şerî de 2 dagirker mirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin û çekek topê ya 57’an hate îmhakirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku wek Gerîlayên Modernîteya Demokratîk xwe jinûve ava kirine û bûne hêviya azadiyê ya jin, ciwan û hemû bindestan, bi keda pîroz a hevrêyên me yên nemir ên heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî tê koşiyan, hêviya ji bo paşeroja azad xurt dikin. Ji fedaiyên me yên ku meha Nîsanê li Bakurê Kurdistanê nemir bûn, hevrêyên me Xebatkar Bagok, Bager Wan, Hêjar Zozan, Rosîda Bawer, Ekîn Rizgar Malazgîrt û hevrêyê me Botan Goyî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tev li karwanê nemiran bûn, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka berxwedanê ya bi rûmet a gelê me nivîsandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê ku têkoşîna Dilxwaz Gabar û Gulçiya Gabar ji xwe re kirine mîrate û berê xwe dane serketinê, li ser şopa şehîdan û xeta Apoyî bi rengekî bêteredût wê tê bikoşin û doza azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.