Rojnameya Ronahî

“Keziyên Kesk li dijî qirkirina xwezayê têdikoşe”

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberê Insiyatîfa Keziyên Kesk Zîwer Şêxo diyar kir ku Keziyên kesk ji bo parastina xwezayê têkoşînekê dide meşandin û got, em di wê baweriyê de ne ku em ê her deverê Bakur û Rojhilatê veguherînin qadên kesk.

Kêmbûna rûbera kesk li seranserî cîhanê, pirbûna rêjeya şewatan û di heman demê de jî belavbûna gazên ku ba û xwezayê qirêj dikin, bandoreke neyînî li ser jîngehê û pirbûna zindîwarîyê kir û bi dest xwe re bandor li ser hevsengîya jîngehî û tenduristîya giştî kir. Tevaya Sûriyayê û bi taybetî herêma bakur û rojhilatê Sûriyayê jî parçeyek ji vê êşa jîngehê ye ku bûye derdê tevaya cîhanê, nemaze di van salên dawîyê de. Di encama şerên ku derketin de jîngeh wêran bûye. Rêjeya tûşbûna bi nexweşîya penceşêrê li herêma Cizîrê, li gor hevrûkirina bi herêmên din ên Sûriyayê re, rêjeya wê gelek bilind û metirsîdar bûye; her wiha dabînkirina rajeguzarîyên bijîşkî jî pir zehmet bûye.

Li bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina  jîngehekê û tenduristiyê, her wiha ji bo avakirina têkilîyeke baş di navbera mirov û xwezayê de, komek çalakvan, xwebexş û akademîsyenên Insiyatîfa “Kezîyên Kesk A Jîngehî” damezirand.

Gelek pispor û akademîsyenên jînegh û çandinîyê, her wiha xwebexş û çalakvanên sivîl ên guh didin mijara jîngehê, cihê xwe di Keziyên Kesk de digirin.

Di cotmeha 2020’an de Keziyên Kesk dest bi xebata xwe kir. Armanca wê jî, çandina çar milyon dar di nava pênc salan de ye. Ev yek dibistan, zanîngeh, sazîyên kargêrî, darsitan, bistanên pîşesazî, rûberên çandinîyê yên vala û ji darçandinê re guncav in ku tê de mercên çandinîyê peyda ne û parêzgehên xwezayî yên li ber kêmbûna rûberê, bi temamî di nava xwe de digire.

Derbarê kar û xebatên Insiyatîfa Keziyên Kesk, rêveberê Keziyên Kesk  Zîwer Şêxo ji me re axivî.

Zîwer Şêxo diyar kir ku projeya Keziyên Kesk projeyek ji bo parastina jîngehê ye û wiha got: “Ji ber guherîna avhewayê û çolbûnê, herwiha Ji ber şert û mercên şer ên li herêmê, ne tenê mirovan ziyan dîtin, jîngehê jî zerarên mezin dîtin. Ji bo parastina jîngehê Insiyatîfa Keziyên Kesk dest bi kar û xebatê Kir. Piştî dagirkirina Efrînê, em demekê li herêmên Şehbayê man, piştre em derbasî bajarê Qamişlo bûn. Di Projeyên Keziyên Kesk de, li gor erdnîgariya heremê darên fêkî û daristanî bi taybetî darên hêjîr û rezan tê çandin.”

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek sazî beşdarî vê projeyê bûne û bi taybetî Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Kongra Star û hin endamên saziyên din ên jinê bi aktîv tevlî bûn.”

Şêxo balkişand ser girîngiya beşdarbûna tevahiya gel di pirojeyên Keziyên Kesk de û got: “Ev ne tenê berspirsyariya Rêveberiya Xwesere, di heman demê de jî li heremê keskahî bê zêdekirin berpirsyariya civakê heye û her kesê têkildar dike. Bi vî awayî em dikarin heremên xwe bi keskahiyê bixemilînin. Her wiha di nava xebatên projeya Kesk de pîspor û kesên xwedî tecrûbe jî cihê xwe digirin.

Zîwer wiha domand:  “Cara yekê ye li Bakur û Rojhilatê Suriyê dibistana jîngehî çêdibe. Li her dibistaneke li herema Cizîrê mamosteyek hatiye diyarkirin û weke berpirsyarê komîteya ekolojiyê tevbigerin. Ev mamosteyên hatine erkdarkirin ji aliyê Keziyê Kesk ve tên perwerdekirin. Bi vî awayî li her dibistanekî de çanda ekolojiyê pêş bikeve. Û her mamoste jî erka wan e ku xwendekaran fêrî zêdekirina daran bikin û meştelên biçûk di dibistanan de çêbikin. Ev yek weke çalakiyeke salane ya xwendekaran be.”

Zîwer Şêxo da zanîn ev proje projeya gelê Rojava ye û bang li gel kir ku li hemberî xweza û jîngehê berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em hewl didin ku Keziyê kesk li hemû parçeyên Bakur û Rojhilatê zêde bikin, hêviyên me di vî warî de zêde ne û em di wê baweriyê de ne ku emê wan deveran veguherînin qadên kesk.”