Rojnameya Ronahî

Roja Karkerên Cîhanê roja rûmeta me ye”

Karkerên bajarê Qamişlo diyar kirin ku Roja Karkerên Cîhanî , roja rûmeta wan e û gotin , em Roja Karkerên Cîhanî rojeke pîroz dibînin û emê hewil bidin ku herdem bi pêş kevin.

Norşîn Sîno /Qamişlo

 

Roja Cîhanî ya Karkeran, li hin welatan jî wekî cejna Karkeran tê nasîn. Her sal di 1`ê Gulanê de ,pîrozbahiyek salane li gelek welatan ji bo pîrozkirina karkeran tê lidarxistin, ku ji hêla tevgera kedkar, komunîst û sosyalîst ve tê organîze kirin. Her sal li piraniya welatên cîhanê di 1ê Gulanê de tê pîrozkirin û li hejmarek ji wan jî cejna fermî ye.

Bi destpêkirina şoreşa pîşesazî li Brîtanyayê, hilberîna pîşesazî di kargehên mezin de jiyana karkeran veguherand dojehê, û roja xebatê di navbera 10-16 saetan de bû, û hefteya xebatê heya 6 rojên hefteyê bû. bikaranîna zarokan berbelav bû, bêyî ku ji bo ewlekariya pîşesazî û tenduristiyê an jî Belavbûna êş û nexweşiyan di nav karkeran de, bi taybetî zarokan, were hesibandin. Ev yek bû sedem ku tevgera “Rojê 8 saetan” derkeve holê, yek ji tevgerên civakî ku armanca wê birêkûpêkkirina roja xebatê û pêşîgirtina li binpêkirin û binpêkirinan e. Ji bo ku westandina karkeran binirxînin û mafên xwe bidin wan, tevî hemû dijberan cejna xwe kirin û cara yekem li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat pîrozkirin.

Derbarê Roja Karkeran a Cîhanî Karkerên Bajarê Qamişlo ji me re axivîn û hestên xwe anîn ziman.

` Roja Karkerên Cîhanî rûmetdayîn ji bo karkerane`

Karkerê bi navê Elî bîjo yê ji bajarê Qamişlo ku li qada pîşesaziyê dixebite, diyar kir ku ew kêfxweşe bi Roja Cîhanî ya Krkeran ji ber ku dibîne wek rûmetdanî ji bo wan e û wiha got: “Em wek karker pir kêfxweşin bi Roja Cîhanî ya Karkeran , ji ber ku em wek rûmetdayîn ji xwe û karê xwe re dibînin . Em ji sibehê ve ta êvaran kardikin û diwestin ji bo em xwe bidin jiyankirin , û hr roj li ser vê rewşê moralên me pir dişkê , lê dema ku em rûmeta karê xwe ji aliyê tevayî Cîhanê dibînin em xwe nasdikin û pir kêfxweş dibin ”

`Daxwaza me bêhtir bi Pêşkêşkirina pêdiviyên kar heye `

Elî Bîjo daxwaza bêhtir pêşkêşkirina pêdiviyên kar kir û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Di dawiyê de daxwaza me bi pêşkêşkirina pêdiviyên kar bêhtir heye, wek elektrîkê. Ji ber ku karê me hemû li sere û kêmbûyîna wê zerarê dighîn karê me , her wiha pirsgirêka gemara ku li pêş dikanên me kom dibe , divê  bê çareserî kirin , ji ber ku hin astengiyan ji me re çêdikin . Herwiha hêviyên me yên pir mezin hene ku em pêş bikevin.”

‘Hesteke mezine ku Cîhan bi me pîroz dibe’

Karkerê bi navê Mihemed Farûq yê ku di firneya nan de kardike hestên xwe yên pir mezin bi me re parvekir û wiha axivî: “Ez wek karker xwe di roja Cîhanî ya Karkeran xwe dibînim , ji ber ku di vê rojê de hemû Cîhan me nasdikin û bi me pîroz dibin . Di heman demê de jî em karê xwe rûmeta  dibînin. ”

‘Em dixwazim ku zêdetir pêşbikevin

Mihemed Farûq destnîşan kir ku ewê hewl bidin ku  karê xwe de pêş bikevin û wiha gotina xwe bidawî kir : ” Em dixwazin ku bêhtir di karê xwe de biser bikevin , him ji bo xwe û him jî ji bo welat û welatiyên xwe , ji ber ku karê me ne ji bo me tenê ye ji bo hemû welate .”