Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Bi hestên 1ʹê Gulanê tifaqa AKP-MHP’ê hilweşînin

29/04/2023
in NÛÇE
A A
KCK: Bi hestên 1ʹê Gulanê tifaqa AKP-MHP’ê hilweşînin
Share on FacebookShare on Twitter

KCKʹê 1ʹê Gulanê li karkeran pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi hestên yekitî û hevgirtinê 1’ê Gulanê bi xurtî pêşwazî bikin û bi van hestan piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk dikin û tifaqa AKP û MHP’ê hilweşînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk.

Peyama KCK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran wisa ye:

“Em 1’ê Gulanê roja ked, hevgirtin û têkoşînê di serî de li çîna karkeran ya hemû gel, jin û bindestan pîroz dikin. Ji ber ku 1’ê Gulanê bûye rojeke dîrokî û tê pîrozkirin, bi berdêlên mezin û di encama têkoşînê de pêk hatiye. Di vî warî de 1’ê Gulanê hem cejna karker, kedkar û bindestan e, hem jî tê wateya berxwedan û têkoşînê. Em careke din di şexsê şehîdên 1’ê Gulanê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin û soza berxwedan, têkoşîn û serkeftinê ya ku me dabû şehîdan dubare dikin.

Têkoşîna çîna karkeran a li dijî pergala kapîtalîst a mêtingeriyê di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî girîng e. Têkoşîna çîna karker û kedkaran a ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê, weke berdewamiya têkoşîna dîrokî ya mirovahiyê pêş ketiye û mîrateyeke mezin ji mirovahiyê re hiştiye. Têkoşîna çîna karkeran a ku bi îdeala jiyana sosyalîst pêş ket, ji bo civakê di warê newekhevî û mêtingeriyê hişyar bike û karakterekî têkoşer bi dest bixe, tevkarî li hemû mirovahiyê kir. Di vî warî de têkoşîna çîna karkeran cihê xwe di têkoşînên wekhevî û azadiyê de girtiye ku di dîrokê de xwedî karaktereke gerdûnî ye û di vê astê de pêşketinan diafirîne.

Îdealên di 1’ê Gulanê de, ku lêgerîna wekhevî û azadiya çîna karker, kedkar, jin û gelên bindest îfade dike, îro wateya xwe winda nekiriye. Îro mêtingeriya ku ji modernîteya kapîtalîst derdikeve pir zêde bûye, newekhevî kûr bûye, talan û wêrankirina xwezayê; pêşxistina pergala xizanî, şer û qetlîamê, îdeala cîhanek wekhev, azad û bêmêtingerî di 1’ê Gulanê de anî ziman û têkoşîna ji bo van îdealan hîn girîngtir kir. Di vî warî de pîrozkirina 1’ê Gulanê ya bi xurtî û mezinkirina têkoşînê ji bo jiyînê, ji her demê zêdetir pêdivî pê heye.

Şoreşa Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd ji destpêkê heta roja me ya îro pêkanîna daxwazên çîna karker, kedkar, jin û gelên bindest ên wekhevî û azadiyê ye. Rêber Apo ji bo pêşxistina têkoşîna sosyalîzmê di nava lêgerîneke mezin de bû û ev yek bi avakirina tevgera PKK’ê û destpêkirina têkoşîna li dijî mêtingeriyê nîşan da.

Taybetmendiya herî girîng a 1’ê Gulanê pêşxistina yekitî û hevgirtinê ye û bindest encax bi yekîtî û hevgirtinê wê di têkoşîna li dijî mêtingeriyê de bi ser bikevin. Ji ber ku ji bo serkeftina têkoşîna wekhevî û azadiyê gelekî girîng e ku yên li dijî fermana mêtingeriyê têdikoşin yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji ber vê sedemê pêşengên çîna karkeran ku dîrok nivîsandine, bal kişandin ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê û ji bo pêşxistina yekîtiyê hewl dan. Îro li hemberî kûrbûna mêtingeriya modernîteya kapîtalîst ji berê zêdetir pêwîstî bi yekîtiyê heye. Rêvebirên tevgera sosyalîst a Tirk bi helwestên xwe ev yek nîşan didin. Rêber Apo her wiha helwesta hevpar a Denîz, Mahîr û Îbrahîm berdewam kir û ji bo hevgirtin û hevpariya têkoşînê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kedeke mezin da. Tevgera me bi hişmendiya têkoşîna hevpar girîngiyê dide yekîtiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî hevgirtina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna gelên Tirkiyeyê û çîna karkeran.

Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji aliyê gelê Kurd û hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, ji bo yekîtî û hevgirtinê gaveke gelekî girîng e. Di demeke ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê re derbas dibe, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê weke tifaqa Ked û Azadiyê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bûne yek. Di vî warî de divê her kesê alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye, ji bo ku Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de xwedî hêzeke xurt bin, têbikoşin. Parastina mîrateya Denîz, Îbrahîm, Mahîr û têkoşîna sosyalîzmê, bi taybetî jî bîranîna kesên di 1’ê Gulana 1977’an de şehîd bûne, vê yekê ferz dike. Tevgerîna bi van hest û ramanan di heman demê de pêkanîna daxwazên Rêber Apo ye.

Bi hestên yekîtî û hevgirtinê em 1’ê Gulanê li hemû kedkar, gelên bindest û jinan bi taybet çîna kedkaran pîroz dikin û bang li hemû kesan dikin ku bi coşa 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk û da ku tifaqa AKP û MHP’ê were hilweşandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.