Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok û Îsam Abdullah ya a 2022-2023 hat dayîn

29/04/2023
in NÛÇE
A A
Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok û Îsam Abdullah ya a 2022-2023 hat dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Bi boneya salvegera 125’emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekitiya Ragihandina Azad a şahiyek li dar xist, tê de xelatên Pêşbirka Şehîd Mazlûm Bagok a Kedê û Şehîd Îsam Ebdullah belav kirin.

Norşîn Sîno/Qamişlo

Her sal bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) çalakiyan organîze dike. Îsal jî amadekariyê ji bo xelatên rojnamegeriyê ya şehîd Mazlûm Bagok a 2022-2023’an kir ku îro rojnamevan xelatên xwe wergirtin. Yekîtiyê şert û mercên beşdarbûnê li ser malperên xwe yên fermî belavkiribûn û berhemên rojnemevanan ji 20’ê Adarê heta 5’ê nîsanê pêşwazî kirin. Bi boneya roja rojnamegeriya kurdî xelat û bawername li kesên ku di pêşbirkê de bi ser ketin hat dayîn.

Merasîm li hola Mêrîland a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. Hol bi wêneyên şehîdên ragihandina azad hatibû xemilandin. Her wiha bi dehan rojnamevan, Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) rewşenbîr, nivîskar, wêjewan û malbata şehîd Mazlûm Bagok û şehîd Îsam Abdullah di merasîma xelatê de amadebûn. Her wiha peyamên ji ragihandina Misir, Qahire û ragihandina YPG’ê ya herêma Firatê, Ragihandina Soroyo ya Sûryaniyan, Ronahî tv, rojnameya Ronahî ji bo vê rojê hatiye şandin hate xwendin.

Piştî wê ji aliyê bavê şehîd Mazlûm Baguk, Zekî Saado ve axaftinek hate kirin û got: ” Em roja rojnamegeriya kurdi li hemu rojnemevanan pîroz dikin û ev yek jî berî 125 salan li Misrê pêk hatiye. Rojnamegeriya kurdi di gelek pêvajoyan re derbas bûye, ji ber wê ewqase dereng dest bi meş û rêwitiya xwe kiriye. Li ser qirkirina kurd û ermenan dewleta tirk hewl da bi riya çapemeniya xwe nijadperestiyê pêş bixe, lê tucaran bi ser nakeve ji ber heqîqet nayê veşartin. Em cardin bi navê malbata şehîd Mazlûm Bagok vê rojê li hemû rojnmevanan piroz dikin.”

Li ser navê şehîd Îsam Abdullah, xwîşka wî Fatma Abdullah vê rojê li tevahî rojnamevanan pîroz kir û got: “Di şexsê Îsam de em hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin. Îro roja rojnamegeriya kurdî ya 125 salan tê pîroz kirin û heta roja îro jî dewam dike. Dê rojnamegerî her dewam bike. Îro du şer tê bi rê ve birin ya yekê şerê çekdarî û leşkeriye û ya duyem jî ragihandinê ye, lê şerê herî mezin ya ragihandinê ye û êrîşî dijmin ronî dike. Ragihandin heqîqeta heyî radixîne li ber çavan û vê ev heqîqet bi saya şehîdan biçe serî. Ragihandina me jiyan ji mirinê çêdike. Şoreşa Rojava bi saya şehîdan pêk hat û bi dehan şehîdên me yên ragihandinê heye û ji bo riya heqîqetê canê xwe feda kirin. Îro Îsam jî yek ji şehîdên ragihandinê ye û wê bi hezaran hevalên wî kamera û pênûsên Îsam hilînin. Em cardin şehîdan bi bîr tînin û em ê li pey doza şehîdan bin.”

Paşê, xelatên pêşbirka Şehîd Îsam Ebdullah hatin belavkiri û wiha bûn:

“Laliş Ebdulrehman wek baştirîn filmê belgeyî, Zana El-Elî wek nûçeya herî baş, Fîras Îbrahîm wek baştirîn wêne, Şêrîn Hesen wek baştirîn bernameya radyoyê, Şefzan Mehmûd wek baştirîn gotara li ser torên civakî, Sorkul Şêxo wek baştirîn nûçe di beşa jinan de, Solnar Mihemed wek baştirîn raporta analîtîk ,Alan Maeesh wek baştirîn bername, Ronak Şêxî wek nûçeya herî baş a televîzyonê

Piştî belavkirina xelatên pêşbirkê, federasyonê xelatên keda şehîd Mazlûm Bakûk belav kir û xelatên îsal ên kedkaran wiha bûn:

– Ehmed Mihemed,Cuma Akash, Ebdulrehman Mihemed, Rêberê Dogan, Darav Ala, Sozdar Ehmed, Newroz Reşo, Lîlaf Hesen

Xelatên Wêrek hatin dayîn:

– Şehîd Îsam Ebdullah û xelat radestî malbata wî tê kirin

-Mihemed Cerede

-Mihemed Mistefa

– Dijla Ehmed

Xelata Kurdî jî ji rojnamevan Serdar Koy re hat dayîn.

Piştre jî ji ber xebatên xwe yên di qada radyoyê de mertalek taybet dan Radyoya Rojava.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.