Rojnameya Ronahî

QSD: ÊRİŞA Lİ QEREÇOXÊ HEVKARİYA DEWLETA TİRK Û DAIŞ`Ê ÎSBAT KİR

QSD`ê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Qereçoxê ya 25′ê Nîsana 2017′an, hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê eşkere kir. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hîna bi awayekî hovane êrişî herêmê dike û gefê lê dixwe.

Salvegera 6`an a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê ye. Bi vê wesîleyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got: “Em 20 hevalên xwe yên ku beriya 6 salan di encama êrişa dewleta Tirk a li dijî Navenda Fermandariya Operasyona Leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê û Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê şehîd bûbûn, bi bîr tînin. Me û gelê xwe di vê rojê de fermandar û şervanên mezin ên ku li hember hemû aliyên ku xêrê ji bo gel û axa me naxwazin, mîraseya berxwedan û fedakariyê li pey xwe hiştine winda kir.

Her wiha em helwesta welatparêzî û exlaqî ya birûmet a gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema êrişa terorîst de ku li dijî terora Tirkiyeyê serî hildan û bi deh hezaran ber bi çiyayê Qereçoxê ve bi rê ketin û dilsoziya xwe ya bênavber ji xwîna şehîdan re tekez kirin, bi bîr tînin û silav dikin. Ew helwesta welatparêzî bû yek ji nirxên bingehîn û mayînde yên vî gelî li beramberî şervanên me yên ku canê xwe ji bo parastina jiyana gelê xwe feda kirin.

Êrişa dewleta Tirk a li ser Qereçoxê, tişta ku di belge û vîdyoyan de li ser hevkariya eşkere ya dewleta dagirker û rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û hemahengiya êrişên wan li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca astengkirina têkoşîna me ya li dijî terorê piştrast dike. Ji ber ku hêzên me wê demê di qonaxên pêşketî de bûn, ji bo jinavbirina paytexta rêxistina terorîst Reqa, êrişên Tirkiyê alîkariya DAIŞ`ê kir ku bêtir dem bi dest bixe, refên xwe careke din birêxistin bike, da ku hewlên tinekirina wê asteng bike.

Hemwextî êrişa li ser Qereçoxê bi bîranîna salane ya qetlîama ku ji aliyê Tirkiyeyê ve beriya nêzî sedsalekê li dijî zêdetirî milyon û 500 hezar Ermenî bû. Dîroka hovane ya dewleta dagirker a ku li ser esasê tunekirina gelên resen hatiye avakirin, bê dudilî îspat dike.

Dagirkeriya Tirk êrişên hovane li dijî gel û herêmên me didomîne û bi berdewamî gefan li wan dixwe û careke din hewla xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo vejandina DAIŞ’ê û peydakirina pêgeheke ewle ji bo wê nîşan dide li ser hesabê ewlekarî û aramiya bi milyonan xelkên Bakur û rojhilatê Sûriyê ku her tim rastî êrişên dualî yên DAIŞ û Tirkiyê tê. Di demeke ku em û hevkarên xwe balê dikişînin ser tunekirina şaneyên terorîst, dewleta dagirker hemû şaneyên xwe bikar tîne da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û jîngeha ewle ya xelkê heremê ku di dema borî de ji destê DAIŞ`ê hatin rizgar kirin, têk bibe.

 

Hêzên me bi berpirsyarî tê dikoşin û şervanên xwe yên herî binirx feda dikin ji bo dabînkirina paşerojeke ewle ji bo gelê me û herêmê. Ji tekoşîna me ya bi nirx tu carî dev jê nayê berdan û bi dilsoziya bi xwîna şehîdên xwe re, em dê li ser şopandina rêbazên berxwedanê yên nûjen ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî, berdewam bin.”