Rojnameya Ronahî

Polîsên Tirk 11 rojnamevan destgîr kirin

Serê vê sibehê polîsên dewleta Tirk a dagirker li 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser malan de girt û tevî gelek siyasetmedar û hunermendan, 11 rojnamevan jî destgîr kirin.

Beriya hilbijartinên serokkomariyê û yên parlamenteran ên Tirkiyeyê ku jê re 19 roj mane, îro danê sibehê polîsên dewleta Tirk li 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û Stenbolê bi ser gelek malan de girt.

Polîsan li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniyê, Sêwas, Meletî, Semsûr û Enqereyê bi ser bi dehan mal û kargehan de girt. Di serdegirtinan de hinek pirtûk û materyalên dijîtal hatin desteserkirin.

Polîsên Tirk edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adurrahman Gok, nûçegihanên MA’yê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, gerînendeyê karên nivîsan ê rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, edîtora JINNEWS’ê Berîtan Canozer, rojnamevan Salih Keleş, Remzî Akkaya, Mehmet Yalçin û Mîkaîl Barût destgîr kirin.

Hate zanîn ku rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine destgîrkirin.