Rojnameya Ronahî

125 SAL Lİ SER ŞOPA RASTİYÊ

125 salroja rojnamegeriya Kurdî / 22ê Nîsana sala 1898an rojeke dîrokî û nejbîrkirî li hemû Kurdistanê ye. Ew roj ne li bajarekî Kurdistanê belkî ji ber zext û zorên dagirkerên Kurdistanê li bajarê Qahîre rojên tîrêjên xwe gehand welat. Ew roj destpêka şoreşê bû ku em dikarin weke “rensenas”eke piralî jî binav bikin.
Bi vê rojê ve girêdayî mirov nikare navên weke: Mêqdad Mîdhet Berdirxan, Simkoyê Sikakî, Giyo Mûkriyanî, Qanatê Kurdo, Celadet Bedirxan, Hêmin Mûkryanî, Pêshewa Qazî û hin kesên di bi bîr neyîne. Çira rojnamegeriya me 125 salê berê pêket û îro jî xwedî sedan rêbazên xwe yên cûr bi cûr e.
  1. Armancên xwediyê rojnameya Kurdistan pir pîroz û tevî hebûna ewqas dijwariyên giran Mîqdad Bedirxan karî bibe destpêka hilanîna pêngaveke mezin ku qet û qet ji bîra kesî nace. Ew ji malbatekê dihat ku serî li hemberî Osmanî û Sefewiyan netewandin. Di kar xebat û desthilatdariyê de xwe ji mîr û padishahên Tirk, Ereb û Îranî kêmtir nedidîtin. Ji ber wê sinorê destchêkirî jî ji wan re bêwate bûn. Li kûdera welatê wan yê bindest şoreş û serhildanek destpêbikira lawekî wê malbata rêzdar li wir amade bû. Ebdulrezaq Bedirxan di serdema serhildana Simkoyê Shikakî de li Xoy û Urmiyê hevkarekî wê şoreşê bû. Yekemîn rojnameya binavê Kurdistan di sala 1912 an de û yekemîn xwendingeha bi awayê modern li sala 1916 an dest bikarê xwe kir ku li hemû Îranê rêjey xwendinê 5% bû. Ew pêngav li ser daxwazên kesên weke Ebdulrezaq Bedirxan, Mihemed Turcanîzade û Ehmed Turcanîzade ketin piraktîkê. Li Istembol û hin bajarên din komeleyên Kurdî jî hebûn ku xwedî cihekî taybet bûn, lê di qada ragihandinê de xebatên ku dihatin kirin tirseke mezin ji hakimên dagîrker re çêdikir. Ji ber wê çawe ku şoreşa Firansayê bi karê ragehandinê re belavî hemû cihanê bû, şoreşa ragehandina Kurdî jî zû bala raya giştî a Kurdî ber bixwe ve kişand. Li gor şert û mercên wê demê çapkirina rojname û kovarên Kurdî hêsan nebû. Ew kar û xizmet divê li gor wê rewşê bêne nirxandin.
  2. Jiyan û berhem mukemilî hevin. Dibe ku jiyan bê dawiyê, lê ked û berhem bi nemirî dimînin û tarîtiyên li pêşberî civak û welatekî bindest jî bi ronahiya xwe ber bi rizgariyê ve dibin. Nivîsên di rûpelên rojaname û kovarên dema xwe de tev belgeyên dîrokî ne. Mînaka vê yekê rojana “KURD” a serdema desthilat û serhildana Simkoyê şikakî li rojhilatê Kurdistanê ye. Îranî zêdetirî 100 salane ku bi hemû îmkanên xwe li dijî kesayetî û armancên wî pêşengê Kurd reşkirinê dikin. Wî weke rêgir û çete bi nav dikin, lê ji hêlekê jî dibêjin di serê Simko de serxwebûna Kurdistana mezin hebû. Dema em li rûpelên rojname KURD dinêrin gelek rastî ji me re eşkere dibin. Hemû îdayên Îraniyên dagirker vala derdiketin Simko bi riya wê rojnamê behsa armancên xwe yên pîroz dike. Yanî rojaname him weke belgeyên dîrokî dikare rastiyên veşartî eşkere bike û him jî buxtanên dijminên doza miletekî bide xuyakirin.
  3. Di warê ziman û dewlemendiya çandî de rojnamegeriya Kurdî xwedî erkekî mezin bû. Kurdan bi riya çand, filiklor û keleporê hebûna xwe parastin. Zimanê Kurdî bi xêra karê ragihandinê di nava zimanên cîhanê de weke zimanekî zindî tê dîtin. Bi riya ragihandinê dema “xwendin û nivîsandin” bi zimanekî hebin êdî ew ziman ji mirinê xelas dibe. Rewşenbîr û rêberên me di sedsala bihûrî de karek kirin ku bingeha perwerdê bi zimanê Kurdî bibe bingehekî esasî yê dewlemendkirina ziman.
  4. Îro li ser derbasbûna 125 salan rewşa rojnamegeriya Kurdî pir baş û hewldanên mezin di çar parçên Kurdistanê de jêre hene. Heya niha rojanemegiya Kurdî di 4 pêvajoyên jêr de derbas bûye: A. Rojnameya KURDISTAN, KURD, ZARÎ KIRMANCÎ ku navendên wan Qahire, Urmiye û Hewlêr bûn. 2. Pêvajoya pêkhatina J.K û komara Kurdistan a sala 1946an ku rêberên komarê bihayekî giran didan avakirina saziyên weke çapxane, xwendingeh û komeleyên perwerdeyî ku têde asta rewşenbîriya civakê zêdetir dibû. Serdema komarê rûpelekî zêrîn yên ragihandina Kurdî ye. Li vira pêwîste em rola rewşenbîrên Sovyeta berê, radiyoya Êrîvan û Riya Teze jî ji bîr nekin. 3. şoreşa Îlonê ku ji 1963an heya 1975an berdewam bû karî bingehê belvakirina deng û beşên radioyî li hemû Kurdistanê bihêztir bike. Hebûna wê şoreşê li dijî Basîyên cinayetkar bû sedem ku Mihemed Riza Pehlewî jî izna vekirina radyoyên Kurdî bide. Ev ji Kurdên rojhilatê Kurdistanê re derfeteke mezin bû. Istgehên radiyê li Tehran, Kirmanşan, Urmiyê û Meşhedê vebûn û bandora bernameyên wan radiyoyan heya roja îro jî li ser civakê maye. Ji hêla din ve jî bi wê şoreşê re êdî nûçegihanî jî derbasî pêvajoyeke girîng bû. 4. Bi kar û xebata MED TV re ji 21.03.1995an êdî Kurd bûn xwedî TVyên satalît. PKKê karê bi vê pêngavê re beriya Îran, Îraq û Sûriyê ji teknîka modern a sedsalê sûdê bistîne û ji bona doza azadiyê û di nava tevan de jî rejîma Tirkiyê gêj bike. Êdî bi destpêka karê MED TV re destkeftên mezintir bûne para Kurdan. Qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabûn, dengê Kurd ji edê geha heft esmanan, sînorên meinewî li ser erdnîgariya Kurdistanê rabûn û dengê şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ji bakur geha Rojava û îro jî bûye deng û qêrînên li rojhilatê Kurdistan û Îranê. Bi vebûna MED TV re niha dehan TVyên satalaytî, hezaran malpêr, sedan radyo, ajans û saziyên perwerdê lu Kurdistan û dervey Kurdistanê ava bûne. Li vira pêwîste em rewşa ragihandina Rojavayê Kurdistanê jî ji bîr nekin ku li 4 aliyên Kurdistanê xwedî hinek taybetmendiyên cuda ye. Chimkî li wira zêdetir ji erdingariya Kurdistanê rûberê desthilata Kurdan berfireh û gelek kêmnetewên din jî hene ku xwedî ziman û çandên cudane. Ji bona wê jî em carna di hin konferansan de tablo û daxuyaniyan bi 3-4 zimanên: Kurdî, Erebî û Siryanî jî dibînin. Karê wê ragihandinê xwedî erkên giran ên perwerdeya demokrasiyê ye. Kultura tolerans û dewlemendkirina pirensîpên demokasiyê rûknên bingehîn yên ragehandina şoreşa Rojava ne. Encam: 125 sal derbas bûn, xewnên Mîqdad Bedirxan gehane encamê û îro ne tenê li Kurdistana mezin belkî di nava Kurdên diyasporayê de jî ziman û ragihandina Kurdî xwedî hêz û şaxên xwe yên dewlemend e. Ez vê roja dîrokî li hemû şehîdên doza ragihandina Kurdî, li hemû Kurdistanê pîroz dikin. Di vê riya tijî serwerî de me gelek kesên mezin wenda kirin lê dilopên xwîna wan ku bi neheqî hatine rijandin tenê tiştekî bi bîra me tîne:” Erkên me giran, em mehkûmî serkeftinê û pêşkeftinê ne….”