CEJNA ÇARŞEMA SOR Û TÊKİLİYÊN WÊ Û CEJNÊN MEZOBOTAMİYA Bİ HEV RE
Biradostê Mîtanî
Vê heyva Nîsanê bi Roznameya zayinî 19-4-2023z.29-1-2635Kurdî Çarşema Sor e. Çarşema serê Nîsanê ye. Sersala Kurdên Êzdî ye. Cejna vejîna jiyanê ye.
Hêjano : Bi wê helkeftinê bo we ev lêkolîn:
Yekîtiya wan Cejnên Çarşema Sor ،zikmakî ya Somerî, beranan a Gotî, Akîto û Fesih a Siryanî û Xiristanî û Newroza me û wilo ya Mihtrayî û Xorî û Mîtanî.
Cejna vejîna goka Cîhanê li cem birayên me yên Ezîdî beriya bihtir ji 6600 salî ye. Ew bîranîna dema ku di riya Melkê Tawis re yê ku xwedê ew şanazî kire destên wî de û jiyan di riya goka Cîhanî re afirand û ew kite endizyarê wê jiyanê. Birayên me yên êzîdî bi wê helkeftinê her sal di roja çarşema yekem de ji serê heyva Nîsanê dixin cejin û sersal. Niha di roznama zayînî (Mîladî) de dibe (13) heyva nîsanê, Lê di roznama Rojhilatî (Şerqî) de dibe (1) heyva Nîsanê. Lewra çarşena yekem ji piştî (13) rojan dibe çarşema sor. Ji ber wê yekê Çarşema Sor îsal kete (19) heyva Nîsanê de bi ya rojavayî (Zayînî) û (7) Nîsanê bi ya rojhilatî û wilo bi kurdiya carê ya ku dê û bavên me bi kar tanîn û tê bîra me ku dê û bavên me jî destpêka heyvên wan piştî wê ya zayînî bi (13) rojan dikirin sersal. Niha birayên me yên Êzîdî wê roznameya rojhilatî ya bav û kalên me bi kar tînin,yanî piştî (13) rojan,Lê xuya ye ku ew ji roja Çarşema yekem piştî wê dest pê dikin.
Carinan beşek ji birayên me yên Êzdiyan di Çarşemekê bi beriya wê de dikin cejin.
Birayên me yên Siryan jî weke wê roznameya birayên me yên Êzîdî ya rojhilatî cejna xwe li dar dixin. Lê ne merc e ku di çarşemê de be. Ew di (1) heyva rohilatî (Şerqî ) de yanî( 13 ) Zayînî (Mîladî) de ye.
Ji beriya 4500 û bihtir salî ve bavkên me gelê Kurd şahî bi Behar, jiyan û serkeftinan kirine.
ji wan Someriyan (1)Nîsanê bi navê Ekîto li dar dixistin. A-Kî-Tî yanî Ên xwediyên cih,yanî A-Cî-Tî.Ew jî cejna vejîna jiyanê bû. jê re digotin Zik-Mak yanî ji dayîkbûna yekem.
Bavikin me Gotiyan (Cûdiyan) (1) Nîsanê bi navê cejna beranan di destpêka Biharê de li dar dixistin,dema sewal avis dibû û wilo gul, dar û geya jî ber digirt, nîşana jiyana nû çêdibû.
Horî-Mîtanan (1)Nîsanê bi navê vejîna xwedawend Mihtira li dar dixistin, dema rabû û çû cem Xwedê.
Hîtiyan (1)Nîsanê cejna serkeftina Xwedawend Tîşop dijî Ezdihak dikirin şahî û pîroz.
Beşek ji birayên me yên Siryan (1) Nîsanê bi nave cejna Ekîto ya vejîna Cîhanê wê rojê li dar dixin.
Zerdeştiyet (1) Nîsanê bi navê cejna mezin a dayîkbûna pêxember Zeradşt (1)heyva Firoşîha cejna mezin li dar dixin.
Niha em Kurd (21) Adarê Newrozê li dar dixin.Ev (21) û (1) Nîsanê û (13) Nîsanê û Çarşema Sor a îsal dikeve (19) Nîsanê de hemû yek in, ji ber sersala me Kurdan e û helbet hemû sersal dikevin serê heyvan de. Lê roznama serdemên nû ya zayînî (11) rojan pêş de hatiye û ya rohilatî bi (13) rojan paş de hatiye, li ser destên miletan. Ya me Kurdan a rast (1)Nîsanê ye û kevnar e, weke ya wan bav û kalên me ye. Lewra ew û Newroz yek in û Newroza rast ne (21) Adarê ye, (1) Nîsanê ye.Lê me Kurdan bi şaşîtî biya wê roznama Zayînî kiriye û beriya dema wê bi (11)rojan em li dar dixin.
Naveroka cejna vejînê ya Çarşema Sor:
TAWISÎ MELIK ew yek ji heft firiştên ku xwedê ji roniyê çêkirine beriya jiyanê û gerdûnê û cîhanê tev, lê weke ola ÊZDAYETÎ dibêje: Dema xwedê ADEM Û HEWA ji heriyê çêkirin got ez ê van firiştan bi ceribînim ka wê ji henekê din re ji bilî min serê xwe çimînin yanî çine sicdê yanî wê serê xwe bi tewînin an na. Rabû ji her heftan xwest ku herin sicdê. Şeşan ji wan ji bîr kiribûn û çûne sicdê, lê EZAZÎL hingî evîndar û dilsoz bû ji xwedê re, ew neçû sicdê Xwedê jê pirsî: EZAZÎL te çima wek hevalên xwe nekir û tu ne çiwî sicdê. Wî got: Xwedayê min, mane te beriya niha ji me re gotiye heke hûn min nasdikin qenc, hûn ji min pê ve ji kesî re naçin sicdê ticaran. Ji vê yekê xwedê zanîn û dilsoziya wî di vê cerbandinê de nas kir, qenc pê bawer bû ku ew ê rewatiya ol û sincê di jiyanê de bi rê ve bibe. Rabû sê xelat danê:
1 – Zaniyariya pêşdem ji gerdûn û xaknîgariya cîhanê û afrandina wê ve.
2- Kirasekî spî nîşana pak û paqijiyê û pêsîra wî girover nîşana giroveriya goka cîhanê.
3- Ew kire mezinê firişatn yanî mela’îketan.
Piştre xwedê ji EZAZÎL re firinda tawisê rêkir. Wê li ser goka cîhanê danî ya tev av. Av ji dewsa lingên wê çû û ziwahî derket û Xwedê ROJ çê kir. Tavikê da wir û ziwahî fereh bû. Xwedê zaynde afirandin. Ji ber wê rojê birayên me yên ÊZÎDÎ di cejna çarşema serê NÎSANê de (12)hêkan bi qasî heyvên salê rengîn dikin û wan dikin çar beş bi qasî werzan û her siyan bi rengekî rengîn dikin. Ew hêk ên kelandî ne. Ew jî nîşana ku goka Cîhanê carê av bû, lê piştî afrêneriya Tawisî melek jê re hişk bû. Spîk av û qeşa ye û zerik di nava wê de ax û kevir e û li ser hêkê rengîn dikin, nîşana rengîniya xwezayê ye û li hecgiha Laleşê êvara cejna Çarşema Sor (365) çiran pêdixin, bi qasî rojên salê û gulên sor jî didaleqînin, nîşana rengê xwîna ku Xwedê berda laşê bavê me Adem de.
Çarşema Sor di heyva Nîsanê (Nîşanê) de ye, ji ber ku ev heyv nîşana zabûn û xweşiyê ye. Tê de zad, gul, zayinde û xwezayî tev tovê zabûnê şîn dibin û ev heyv qeşeng, xweşik û rengîn e û ne sar e û ne germ e û şev û roj tê de bi qasî hev dibin. Lewra heyva nîsanê xwe dibîne bûka mak. Ji ber vê yekê kurdên me di heyva Nîsanê de dawetan ji bûk û zavan re pêk nayînin û wilo ardan jî nahilkin ji bo tovê xwezayî yê heyî ku ezman û erdê afirandî nekuijin.
Cejin di çarşemê de ye ji ber ku piştî heft rojan Xwedê çêkirina gerdûnê di roja çarşemê de bi dawî kir.
Di şeva Çarşema Sor de milet diçe serdana goristanan û şekir û fêkî, xwarin û goşt bi navê serbirê didin milet. Roja cejnê cilê xas spî li xwe dikin û diçin serdana hev mal bi mal, weke ku îro em Kurd di cejnên misilmantiyê de pêk tînin. Me Kurdan ev rêzik ji bavkên xwe yên Êzîdî girtiye.
Nêzîkî wê baweriyê birayên me yên SIRYAN jî wê yekê dikin û hêkan rengîn dikin.
Cejna Çarşema Sor û ya Ekîto û ya Newrozê hemû li me û li birayê me yên Êîzdî û Siryanî û li me Kurdan û Gelê Mezopotamiya tevan pîroz be.
Jêder:
-Lêkolînvan Corc ro – Pirtûka Iraqa kevin
-Dîroknas Hîrodot –Pirtûka Dîroka Hîrodot .
-Dîroknas Faris Osman – Pirtûka Zerdeşt û ola zerdeştî .
-Dîroknas Cemal Reşîd- Pirtûka Lêkolînên Kurdî di welatê Someran de.