Rojnameya Ronahî

“AZADIYA RÊBER APO AZADIYA GELAN E”

Malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanca tecrîda giran ya li ser Rêber Apo çewisandina vîna civak û tevahiya gelên azadîxwaze û gotin, Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gel û civakê ye.

Birûc Resûl/Qamişlo

Di sala 1999’an de, di encama Komployeke Navneteweyî de ku gelek hêzên navneteweyî tê de cih girtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin. Rêber Apo ji wê demê ve û heta niha li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Dewleta Tirk a faşîst hevdîtina Rêber Apo bi parêzer û malbata wî re qedexe dike.  Herwiha ji beriya 23 mehan  û heta niha tu agahî ji Rêber Apo nayê  girtin.

Derbarê tecrîda giran ya li ser Rêber Apo malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û diyar kirin ku ewê ji bo azadiya Rêber Apo asta têkoşîna xwe bilind bikin. Herwiha dan zanîn ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gel û civakê ye.

’Bêdengî tê wateya hevkariyê’

Hêvîn Ibrahîm Hesen ku xwişka şehîdekî ye, tecirîda giran a li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û got: “Ev 24 salin ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran a dewleta Tirk a faşîst  de ye. Ev tecrîda ku tê meşandin di şexsê Rêber Apo De, gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz dike hedef. Dewleta Tirk û hêzên desthilatdar naxwzain felsefeya Rêber Apo belav bi be û ji ber wê roj bi roj tecrîdê girantir dikin. Lê hewldanên dijminên mirovahioyê vala derdikevin û em bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe birêve dibin. Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo tê wateya qebûlkirin û hevkarî ye. Her kes dizane ku dewleta Tirk bê piştgiriya dewletên rojavayî, nikare tu biryarê bistîne. Di dîlgirtin û tecrîdkirina Rêber Apo de jî, hêzên rojavayî roleke sereke dilizin.”

 

Hêvîn Ibrahîm bang li hemû rêxistinên mirovahî kir ku erkên xwe yê exlaqî bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her çi qas hewl bidin ku bi tecrîdkirinê fikrên Rêber Apo sînordar bikin jî, wê nikaribin bi serkevin, ji ber Rêber Apo bi felsefeya xwe riya tevahiya mirovahiyê ronî kir. Fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê, li tevahî cîhanê belav bûye.”

`Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e`

Hisên Ebd-el rehman ku bavê şehîd Nesrîn e, bang li hemû geên azadîxwaz û rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî kir ku li hemberî tecrîdê bi erkê cxwe rabin û wiha got: “Heta ku Rêber Ocalan fîzîkî azad nebe, em nikarin behsa azadiyê bikin. Em wekî malbatên şehîdan heta ku azadiya fîzîkî ya  Rêbertî misoger nebe, em qet nasekinin, herwiha em ê asta berxwedanê bilind bikin. Dewleta tirk a dagirker dixwaze kurdan tune bike. Divê dijmin baş bizane ku kes nikare me ji felsefeya Rêber Apo qut bike. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelane.”