Rojnameya Ronahî

“HİLBİJARTİNÊN 14’Ê GULANÊ FERSENDEKE MEZİNE JI BO VEKİRİNA QONAX Û RÛPELEKE NÛ Dİ DÎROKA SİYASÎ DE.”

Girêdayî hilbijartinên 14’ê Gulanê û rêveçûna qempaniya hilbijartinan û çi ji hilbijartinên parlamenê û serokomariyê tê hêvîkirin, çigirê serokê giştî yê HDP’ê Teyib Temel  ji rojnameya me re nirxandinên giring kirin.

 

Teyib Temel da zanîn ku hilbijartina 14’ê Gulanê di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û ya Bakurê Kurdistanê de hilbijartineke dîrokî ye. Encamên wê bi her awayî dê bandorê li ser geşedanên navxweyî û herêmê bike. Ev hilbijartin, ji hilbijartinên berê cudatir e û gelek faktorên cur bi cur hene ku bandorê bi her awayî li ser proseya hilbijartinê dikin. Ji pergala hilbijartinê bigire heta diyarkirina namzetan, ji hevsengên pêkhate û tifaqan bigre heta kampaniya hilbijartinê, me pêvajoyeke gelek giring li pey xwe hişt û em niha amadekariyên xwe yên 14’ê Gulanê didomînin.

Wek partî em jî li ser esasên wê yên giring ên dîrokî xebat û amadekariyên xwe dimeşînin û kampaniya xwe ya bangeşeyê bi rê ve dibin. Ji her aliyên Kurdistanê bigre heta gelek der û deverên bajarên Tirkiyeyê em xebatên xwe yên kampaniyê dimeşînin. Li her derê em navendên xwe yên hilbijartinê, buroyên xwe vedikin. Heta niha bi sedan buroyên/navendên xwe yên hilbijartinê me vekirin e. Her wekî din heta niha me namzedên xwe dan nasîn û her namzetek li devera xwe dest bi xebatan dike. Mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund, kolan bi kolan, bi gel re ne.

Di vê pêvajoyê de em dibînin ku gelê me bi hêvî û baweriyeke qedirgiran û hêja, li partiya xwe, li nirxên xwe, li xeta xwe ya siyasî û li îradeya xwe xwedî derdikeve. Seremoniyên vekirina van navendan dibin wek mîtîngan. Gelê me jî bi vê helwesta xwe giringiya dîrokî ya hilbijartinan baş nas kiriye. Herwiha gel jî amade ye.

 

MİJARA HİLBİJARTİNA SEROKOMARİYÊ JÎ Jİ BO ME MİJAREKE GİRİNG E.

 

Teyib Temel ji bona hilbijartinên 14’ê Gulanê destnîşankir ku partiya wan li ser du aliyan disekine. Yek aliyê parlamenê, ya din jî aliyê wê yê hilbijartina serokkomariyê ye. Ev herdu alî jî ji bo me mijarên stratejîk in. Ji bo hebûna me ya siyasî û ji bo bandora me ya polîtîk em stratejiya xwe ava dikin. Di mijara parlamenê de em dixwazin di asta herî jor de rêjeyeke nûneriyê bi dest bixin da bandora xwe ya siyasî bi pêş bixin. Armanca me ew e ku em derdora li parlamenê 100 nûneran bi dest bixin. Ji bo wê jî em hem bi Tifaqa Cumhur re hem jî bi ya Tifaqa Milet re têdikoşin.

Herweha divê em aşkera bikin ku hin rastî û hevsengên siyaseta Tirkiyeyê hene. Pergala wê ya hilbijartinê hat guhertin û îro em jî divê li gorî wê tevbigerin. Ji bo wê jî di nav 2 opsiyonan de em beriya her tiştî dixwazin Serokomar Erdogan têk bibin. Ji bo ku Erdogan neyê bijartin jî em rê li ber Kemal Kiliçdaroglu vedikin. Em vê riyê vedikin ji bo ku bibe fersend bo destpêkirina qonaxeke nû li Tirkiyeyê. Em Kiliçdaroglu jî Erdogan jî baş nas dikin. Ji bo wê jî ev biryar û tercîha me li gorî hevsengên siyasî yên Tirkiyeyê derketine pêş.

 

GİRİNGİYA HİLBİJARİNÊN 14’Ê GULANÊ

Teyib Temel di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiyê di qonaxeke gelek dîrokî de diçe hilbijartinên 14’ê Gulanê. Hem geşedanên navxweyî yên Tirkiyeyê hem jî geşedanên herêmî û navneteweyî giringiya vê hilbijartinê zêdetir dike. Ji Ege û Behra Spî bigre heta Sûriye-Rojava û Iraq-Başûr, Ji Qefkasyayê bigre heta Lîbya û Ukraynayê, hikûmeta AKP-Erdogan li ser stratejiyeke dagirkeriyê, şer, pevçûn û berberiyan siyasetekê dimeşîne. Ji bo wê jî bûye sedema gelek aloziyan û aramiya herêmê têk biriye.

Her wekî din li Tirkiyeyê jî di warê civakî, siyasî, aborî, îdarî de têkçûn û ruxandineke mezin heye. Pergala birêvebirinê li Tirkiyeyê têk çûye. Sazî û dezgehên birêvebirina bi temamî li gorî berjewendiyên AKP-Erdogan û alîgirên wan hatine avakirin. 72 roj berê erdhejek çêbû û di wê erdhejê de me careke din dît ku pergala sazûmanî ya Tirkiyeyê têk çûye û loma gel neçar û şerpeze ye. Ji ber vê yekê jî hilbijartina 14’ê Gulanê fersendeke mezin e bo vekirina qonax û rûpeleke nû di dîroka siyasî de.

Em giringiya dîrokî ya hilbijartinê baş dizanin, lê em baş dizanin ku pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî yên Tirkiyê her wekî din, bingeheke wan a dîrokî jî heye. Ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan jî em dikarin vê hilbijartinê bikin fersend û rê û dergeheke nû û din vekin. Têkçûna desthilatiya AKP-Erdogan dê bibe destpêkek bo vê qonaxê û em jî ji bo vê yekê xebat û amadekarî û stratejiya xwe ya hilbijartinê dimeşînin.

 

PARTİYA ÇEPÊN KESK WÊ DAWİYA AKP’Ê BÎNE

Temel di derbarê serboriya Partiya Çepên Kesk de çend xal rêzkirin û got: Partiya Çepên Kesk di nava kevneşopiya me ya siyasî de parçeyekî xeta me ye, partiya me ye. Ji ber astengî, qedexe û gefên girtina HDP’ê û ji bo ku hemû derfetên blokajê yê Erdogan bên pûçkirin, em bi Partiya Çepên Kesk diçin hilbijartinê.

Partiya Çepên Kesk û Hevpeymana Ked û Azadiyê, li hemberî herdû tifaqên desthilatdar û nîvdesthilatdar rê û xeta 3yemîn dişopîne û ava dike. Ji bo wê jî hewl dide bibe deng û nûnerê hemû netew, pêkhate, gel, bawerî, jin, ciwan û hemû aliyên civakê. Partiya Çepên Kesk navnîşana hevpar a hemû pêkhateyan e, ku rastî qedexe, astengî û cudakariyan tên. Helbet di nav van pêkhateyan de Kurd jî hene ku bi salan e têkoşîna azadiyê didin û pêşengiyê dikin da li Tirkiyê jî rêyekê ji bo demokrasiyê vekin.

Ji ber vê yekê bi salan e ev xeta siyasî rastî êrîşan tê. AKP-Erdogan bandora xeta me ya siyasî dizanin loma hemû hesabên xwe, hemû dek û dolaban li dijî me dikin. Ji salên 90an heta niha, ji HEPê bigre heta HDPê ev siyaset qet nehatiya guhertin û îro jî bi her awayî ev nêzikatî berdewam dike.

AKP îro bi her awayî riziya ye, lê hemû derfetên desthilatiyê bi kar tîne û bi netewperestiyê, bi dijminahiyê, bi derewan gel dixapîne. Ji bo wê bi derfetên dewletê bandorê li ser gel dike. Di vê hilbijartinê de em dixwazin ku hem rêjeya AKPê qels bikin li parlamenê, hem jî Erdogan têk bibin. Lê ji bo wê jî divê hemû aliyên cur be cur zêdetir bixebitin. Em dixwazin dawiya AKP’ê bînin û hemû xebatên me jî ji bo wê ne.

 

PARTIYA ÇEPÊN KESK WÊ BI PÊŞENGIYA JIN Û CIWANAN BI SERBIKEVE

 

Girêdayî rêje û cihgiritna jin û ciwanan di nava partiya çepên kes de, Temel anî ziman ku partiya Çepên Kesk li ser hişmendiya yeksaniya pêkhateyên civakê ava bûye û hewl dide bibe nûner û dengê hemû pêkhateyan. Di nav van pêkhateyan de helbet jin û ciwan jî beşeke giring ên civakê ne. Di nav namzetên Partiya Çepên Kesk de jî rêjeya jinan %40 e. Dîsa di nav namzetan de gelek ciwan jî hene.

Mijara jin û ciwanan ji bo xeta me ya siyasî û feraseta me ya polîtîk mijareke bingehîn e. Em bi her awayî yeksaniya jinan di siyasetê de diparêzin û rê li ber nûnertiya ciwanan vedikin. Ji ber ku jin û ciwan hêz û dînamîzma herî karîger in ji bo têkoşîna me ya siyasî. Bi taybetî di warê jinan de şoreşeke mezin pêk tê û geşedanên mezin rû didin. Û helbet li gel hemû astengiyan em nûnertiya yeksan wek xeteke bingehîn dibînin û ji bo wê jî xebatên xwe didomînin.

 

Dİ hilbijartinên 14’ê Gulanê de AKP’Ê BİMÎNE JÎ BİÇE JÎ DÊ ENCAMÊN GİRİNG DERKEVİN” MEYDANÊ.”

Temel ji bona encamên ku ji hilbijartinan derkevin holê got: Helbet pirsgirêk û têkçûna li Tirkiyê îro ji ber birêvebirina desthilatiya AKP’ê ye. Ji ber wê jî çûyîna AKP’ê dê proseyeke nû bi xwe re bîne û bibe fersend ji bo niyeta çareserkirina arîşeyan. Lê ku eger AKP’ê bimîne hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê û herêmê dê aloztir bibin û riya çareseriyê zêdetir bê girtin. AKP’ê dê vê yekê weke pesendkirina polîtîkayên xwe binirxîne û pergaleke faşîstir ava bike. Bi her awayî dê encamên xerab ji bo Kurdan jî ji bo gel û pêkhateyên Tirkiyeyê jî bi xwe re bîne. Ji bilî Tirkiyê jî dê bandoreke nebaş li ser geşedanên Sûriyê-Rojava, Iraq-Başûr û temamî deverê bike.

Ji bilî AKPê, herşeş partiyên muxalefetê jî ne xwedî bernameyeke wesa ne ku çareseriyeke mayînde ji bo gelên Tirkiyeyê û Kurdan ava bikin. Di gelek mijaran de partiyên di nav muxalefetê de ji desthilatiyê xerabtir in. Ji bo avakirina Tirkiyeke nû bernameyeke wan a bibe bersiv ji bo arîşeyên civakî, siyasî aborî nîne. Partiyên muxalefetê û desthilatiya muxalefetê jî nikare pirsgirêkan çareser bike, ji bo wê jî em dibêjin rê û xeta 3yemîn û hewl didin ku Partiya Çepên Kesk bi hêztir bikin.

Di nav herdû aliyên desthilatiyê û nîvdesthilatî de em serkeftina Partiya Çepên Kesk wek serkeftineke stratejîk û dîrokî dibînin. Hem weke bername, hem jî weke plansazî û nexşeriya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê Partiya Çepên Kesk û xet û riya 3yemîn tekane opsiyona çareseriyê ye. Eger Partiya Çepên Kesk bi rêjeyeke mezin nûnerên xwe bişîne parlamenê, dê hevsengeke nû ji bo siyaseta Tirkiyê derkeve meydanê. Ew hevseng wê hem bandorê li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û hem jî yên Tirkiyê û hemû deverê bike.