Rojnameya Ronahî

68 GİRTİYÊN JİN Jİ CPT’YE RE NAME ŞANDİN

68 girtiyên jin, têkildarî mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê nameyek ji CPT’yê re şandin û gotin: “Di zûtirîn dem de mudaxeleyî kiryaran li girtîgehan bikin, mirina li girtîgehan pêk tê rawestînin û rewşa hucreyên ku bi awayekî sîstematîk vedigerin cihên îşkenceyê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo rawestandina van polîtîkayan hêza xwe bikar bînin.”

Hat diyarkirin ku Abdullah Oran ê 63 salî ku 2 sal in li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî ye di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. 63 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê diyar kirin ku di sala dawîn a piştî mirina Abdullah Abdullah de bi dehan girtî bi gotina “Nexweş in, întîhar kirine, nexweşên derûnî ne” li girtîgehên Tirkiyeyê hatine qetilkirin. Ev her ku diçe zêde dibe. Girtiyên jin derbarê mijarê de ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re name şand.

Di nameyê de qala mirina Abdulah Oran hat kirin û wiha hat gotin: “Piştî erdheja ku pêk hatî û ji ber atmosfera niha ya hilbijartinê li girtîgehan îşkenceya sîstematîk zêde bûye û lê nayê dîtin. Em wek 68 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Sincanê ji bo girtiyên ku niha di hicreyê de hatine girtin bi fikar in. Berpirsê mirinan dewlet bi xwe ye ji ber ku tu tedbîran nagire. Her wiha li girtîgehan hejmara mirinan jî her ku diçe zêde dibe. Ev tişt nîşaneya domandina ‘polîtîkaya darvekirinê ye’. Heke bêdengî bidome, rewşa hevalên me yên di hicreyê de hatine ragirtin bixe xetereyê.

Em bang li CPT’yê dikin. Em daxwaz dikin ku li hemberî mirinan bikevin nava tevgerê û mudaxale bikin. Di zûtirîn dem de mudaxeleyî kiryaran li girtîgehan bikin û rewşa hucreyên ku bi awayekî sîstematîk vedigerin cihên îşkenceyê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo rawestandina van polîtîkayan hêza xwe bikar bînin.”