Rojnameya Ronahî

RÊVEBERİYA XWESER Jİ BO ÇARESERİYA ALOZİYA SÛRİYEYÊ ÎNSİYATÎFEK RAGİHAND

Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk li Sûriyeyê, însiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyeyê ragihand. Rêveberiyê bang li hikumeta Şamê jî kir ku helwesteke berpirsyar nîşan bide.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Reqayê daxuyaniya çapemeniyê da.

 “Aloziya siyasî ku piştî tevgera gel a şoreşgerî di sala 2011`an de li Sûriyeyê dest pê kir, ew jî encama kombûn û paşguhkirinê bû ku 12 sal di ser re derbas bû, didome. Tu encamên pratîkî heta niha nehatine bidestxistin. Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku ji sazî, rêveberî, partî, hêz û rêxistinên demokratîk pêk tê, li gorî pîvana berpirsyariya me li hember gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, li gorî  pîvan û nêrînên siyasî yên MSD`ê ku dixwazin çareseriyeke siyasî peyda bikin, her wiha di demekê de ku hewldanên xurt di vê çarçoveyê de têne kirin, em ji bo peydakirina çareserkirineke aştiyane û demokratîk ji aloziya li welatê me Sûriyeyê dest bi vê însiyatîfê dikin da ku êş û zehmetiyên bi milyonan gelê xwe bi dawî bikin.

Gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê nabe ku di nava vê rewşa mirovî ya karesatî de asê bimîne. Ew li hêviya çareseriyeke aştiyane û lezgîn in ku aramî û ewlehiyê ji wan re misoger bike, her wiha pêşerojeke demokratîk û jiyaneke aram di welatê wan de peyda bike.

Li gorî vê yekê divê hemû hêzên siyasî yên berpirs ji bo bidestxistina gavên pêwîst û dîtina çareseriyeke hevbeş li gorî pîvana diyalog, hevkarî û erêkirinê bixebitin.

Li gorî naskirina me di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji miqdarê berpirsyariya me li hember gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, em hewl didin gavên pêwîst ji bo çareserkirina aloziyê, pêkanîna aştî û aramiyê, nexasim ku heta vê kêliyê tu însiyatîf û platformên navneteweyî û herêmî mîna Cinêv, Astana, komîteya destûrî û hwd tu encam ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi dest nexistine, bixebitin. Ev jî girêdayî van sedaman e:

1 -Tunebûna nirxandin û şîrovekirina rast a aloziya Sûriyeyê.

 2-Nederxistina bernameya çareseriya aştiyane û demokratîk.

 

3- Nebeşdarbûna hemû hêzên aktîf ên Sûriyeyê di diyalogê de û israra li ser çareseriyên ku ji derve hatine pêşkêşkirin.

Her wiha binketina serdestiya Sûriyeyê ku di pêkanîna rola xwe ya erênî de ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re peyda bike. Ji ber wê jî diviyabû ji destpêkê ve lêgerîn der barê wekheviya aştiyane ji aloziyê re û vexwendina hemû aliyên ji bo çareserkirina wê, lê ew li derveyî vê pîvanê ma û ew jî çareseriya dawîn û dirêjkirina aloziyê bû. Vê yekê jî zehmetiyên gel zêde kirin.

Li gorî vê yekê divê çareseriyek ji aloziya Sûriyê re ji hundir ve were dîtin û divê hikumeta Sûriyê helwesteke berpirs diyar bike û tedbîrên pêwîst ji bo serxistina çareseriyê werin girtin.

Girîng e ku ji hemû hêzên siyasî (partî, rêxistinên jin û ciwanan) di diyarkirina pêşeroja rêveberiya welat û şeklê wê li Sûriyeyê, girîngiya vê mijarê di pêkanîna aştî û aramiyê de pir girîng e.

Sûriye welatê hemû pêkhateyên wê ye. Ji ber wê jî ji bilî diyarkirina pêşeroja wê û çareserkirina aloziya welat li pêşiya wê rê tune ye.

Ji bo pêkanîna vê yekê jî divê ev tişt were diyarkirin:

1- Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de teqeziyê li ser yekitina xaka Sûriyê dikin û baweriya me heye ku nabe pirsgirêkên li Sûriyê derveyî çarçoveya yekitiya welat, were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de û bi armanca pêkanîna çareseriyê em teqez dikin em ji bo hevdîtina bi hikumeta Sûriyê û diyaloga bi wê û hemû aliyên Sûriyê re ji bo şêwermend û nîqaşin pêşkêşkirina însiyatîfan her wiha dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re.

 

2- Tunebûna siyaseta demokratîk û civakî her wiha tunebûna itîrafa bi taybetmendiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê û mafên wan ku ew jî bingeha aloziya Sûriyeyê ye (mezheb, kom) ku taybetmendî û mafê wan di welatbûyîn û wekheviyê de heye. Hin beşdarên welatparêz û taybetmendiya wan divê werin erêkirin û rêzdariyê bidin wan. Ew jî bingeha hevgirtina niştîmanî ye. Ji ber vê jî divê çareseriyeke demokratîk ku hemû beşên civakê bi riya bawerî û itîrafa bi mafên rewa yên hemû pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan û Asûr) û yên ol ku civaka sûrî ji wan pêk tê, parastina mafên komî yên van pêkhaateyan, pêxistina nirx û mekanîzmeyên demokratîk, avakirina sîstemeke rêveber, siyasî, demokratîk, pirreng û ne navendî ku mafên her kesî bêyî cûdahî diparêze, beşdar bibin.

3- Bi riya tecrubeya sîstema demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, hate teqezkirin ku hemû gelên herêmê dikarin hemû mafan bidest bixin, bi azadî bijîn. Ev jî di nava atmosfereker aramî û ewlehiyê de. Her wiha îsbat kir ku gel dikarin bi riya rêveberiyên xweser pirsgirêkên xwe çareser bikin û ew jî bi riya pêkanîna şopandina welatiyan bi awayekî raste rast ji rêveberina herêmên xwe re da ku li hember zehmetî û pirsgirêkan bisekinin.

 

Ev yek hate teqezkirin ku hevgirtina civakî, demokratîk û aramî bi rêya beşdarbûna hemû aliyên siyasî, çandî û civakî di rêveberiyan de, hate bidestxistin.

 

Em di wê baweriyê de ne ku ev nimûneya civakî, demokratîk û ekolojîk ku li ser esasê azadiya jin û parastina ekolojiyê hatiye avakirin û li herêmên pêk tê, têrê dike ku bibe bingeha sereke ya gihaştina çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Ew jî çareseriyên serkeftî ji hemû dozên ku civaka Sûriyê ji ber wan zehmetiyan dibîne, pêşkêş dike.

4- Em teqez dikin ku zengînbûn û çavkaniyên aborî yên heyî divê bi awayekî wekhev li hemû herêmên Sûriyê werin belavkirin. Ji ber çavkaniyên heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna (Petrol, gaz û berhemên çandiniyê) mîna hemû çavkaniyên heyî li herêmên din ên Sûriyê ye û ew jî milkê hemû gelê Sûriyê ye. Em careke din teqez dikin ku divê ev çavkanî bi riya lihevkirina bi hikumeta Sûriyê re û bi riya diyalog û lihevkirinê, beşdar bibin.

Ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke ji şêniyan re, gihaştina çavkanî û alîkariyan ji hemû herêman re divê deriyê Yarûbiyê (Til Koçer) ê gumrikê û deriyên din jî werin vekirin. Ev yek jî dikeve ser milê hikumeta Sûriyeyê ku mirov dikare çareseriyeke baş li gorî her kesî û li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê li her deverê.

 

5- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca kêmkirin û sînordarkirina pirsgirêk û zehmetiyên li hember gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên ku ji herêmên xwe koçber bûne yan jî koçberî derveyî welêt bûne û bidawîkirina zehmetiyên mirovî û li gorî derfetên xwe de amade ye wan hembêz bike û werbigire. Her wiha ji destpêka damezrandina xwe heta niha welatiyên Sûriyeyê yên din jî wergirtin. Li gorî vê yekê wê tedbîrên pêwîst bigire.

 

6- Em teqez dikin ku têkoşîn û xebatên me yên şerê li dijî terorê de li dijî terora rêxistinên terorîst ên DAIŞ’ê û yên din, berdewam e û dê berdewam bike. Her wiha ji tunekirina gefên li ser Sûriyê, herêm û tevahî cîhanê. Me berpirsiyariya xwe li dijî xeteriya van rêxistinan li şûna tevahî cîhanê bi riya berdêlên hatine dayîn û bi hezeran şehîd û birîndar çêbûn, pêk anî.

 

7- Hikumeta Tirkiyeyê ya dagirker aloziya Sûriyeyê kûrtir kir, xaka welat û yekitiya wê parçe kir, destek û piştgirî da komîn terorist mîna DAIŞ`ê û komên din. Hikumeta Tirkiyê destwerdana Sûriyê dike da ku çavan ji ser aloziya xwe ya hundirîn bigre û pirsgirêkên xwe bi riya binpêkirin, êrîş û bikaranîna komên terorist û çeteyan di pêkanîna armancên xwe de, bikar tine.

 

8- Bi armanca pêşxistina çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyê, di serî de em bang li dewletên ereban, Netewên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî yên ku di mijara Sûriyê de çalak in, dikin û em bang li hemûyan dikin ku roleke erênî û bi bandor ku di destekê bide peydakirina çareseriyeke hevbeş bi hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û hêzên niştimanî yên demokratîk re, bilîzin.

 

9- Em careke din teqez dikin, ji bo çareserkirina aloziyê û di çarçoveya yekitî û aramiya Sûriyeyê de, pêşxistin û pêkanîna çareseriyeke siyasî, ji bo pêşeroja Sûriyê û parastina berjewendiyên gelê wê, nêzîkatiyeke me zelal ji bo çareseriyeke guncav û li gorî pîvana diyalog û lihevkirineke pêşerojî, heye, em vê însiyatîfê li ser bingeha niştîmanî pêşkêş dikin. Em bang li her kesî dikin ku beşdar bibin û di pêvajoya heyî de destekê bidin vê yekê. Ev jî ji bo xebat û hewldanên çareserkirin û bidawîkirina şer bi lez bibe her wiha ne li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê (2254) û hemû biryarên navneteweyî yên girêdayî wê be. Her wiha em ji bo nîqaşkirina hemû nêrîn, projeyên çareserkirinê û serarastkirina hemû tedbîrên pêwîsdt da ku hemû aliyan hembêz bikin û dest bi nîqaşên diyalog û çareseriya niştîmanî, amade ne.

 

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, me berpirsyariyeke dîrokî û mirovî girtiye ser milê xwe. Em baş dizanin ku bi sed hezaran gelê me jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan welatiyên me rastî rewşên jiyanî yên zehmet tên. Ji vê bingehê, em bang li hikumeta Sûriyê û hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk dikin ku bersiva însiyatîfa me bikin û ji bo çareseriyeke hevbeş ku aloziyê bi dawî bike û zehmetiyên gelê Sûriyê sînordar bike, bixebite da ku em ji bo avakirina welatê xwe ji nû ve li hev bikin.”